NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Kesayeta dûvik, di serberjêrkî çûndin û xwe windakirinê de, wê bixwaze hevjîntiyê ji jina herî zêde koletiyê dijî re bike. Hevjîntî û mêrtiya mêrê kurd ev e. Jixwe dema me cewhera têkiliyê zevt kir, ne mimkun e ku mirov viya nebîne. Di vê derê de nûbûna min aniye berevajî viya ye. Jin nabe ku di şexsiyeteke dûvik de be. Eger hûn serkeftinê esas bigirin, xwe di şexsiyeta serkeftinê de tam kilît bikin hûn ê her tiştî qezenc bikin. Keçik, divê bibin sembola xwe di şexsiyeta serkeftinê de kilîtkirinê. Tam jî di vê derê de sembolîzeya Zîlan, şexsiyeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan, navê bihevrebûna mezin a şer û jiyanê, yan jî bi gotineke din, navê gihandina hev a eşq û serkeftinê ye. Weke sembol wiha ye. Ji bo me sembol jî girîng in. Ji sembolên azadiyê re çiqas nirx were dayîn, heta çiqas perestin were kirin, ew qas bilind dibin. Bi hezaran nirxên me yên wiha hene. Li şûna ku nirxeke mezin bidin viya û şeklek bidin xwe, weke ku PKK nehestiyar e û tevgereke nikare nirxên xwe teqdîr bike, înkargeriya mezin ferzkirinê, jirêzêbûnê û wê jinedîtîve hatinê kirine weke helwest, nayên efûkirin, bexşandin. Heta ew di rewşeke bi lanet de ne. Em di partiyê de xebatên jinê wisa weke ku hûn guman dikin sivik nagirin dest; em bi tevahî di belênaya serkeftin û eşqê de digirin dest. Ev, pêvajoyeke diyalektîkî ya pir zehmet e an jî bi felsefeyê ve girêdan e.Lê ev tek çareya me ye, tekane rêya bilindbûnê ye. Kîngê em dest ji viya berdin em ê her tiştên xwe
winda bikin. Qezencên ku me li ser navê azadiyê bi dest xistiye, me bi belênaya ku eşqê bi serkeftinê, serkeftinê bi eşqê ve girêdaye bi dest xist. Ev, diyalektîka vejîna Kurd, diyalektîka rizgariya Kurd e. Eger em dest ji viya berdin, wê bêhna genî bi ser me bikeve, ji vê wêdetir wê tu maneya me nemîne. Di jiyana xwe de jî derketineke herî girîng ku min hinek karibûye pêk bînim ev e.Her çiqas kêmasî û lewaziyên min hebin jî , min vê hêzê nîşan dabe, divê weke pêşketineke pir mezin, jê nayê bawerkirin were nirxandin. Ketina mezin bi bilindbûnekê wiha temsîlkirina min pir girîng e. Ji bo gelê Kurd, hewldana herî zêde feydeya xwe heye jî ev e. Eger bikaribin viya fêm bikin û di vê de kûr bibin, her milîtana/ê me wê di şer de bi serkeftinê ve, di jiyanê de bi hezkirinê, di lûtkeyê de jî wê bi rêya serkeftin û eşqê ve were girêdan.Di vê mijarê de em nikarin durû bin, kes nikare kesî bixapîne. Eger hinek dixwazin têkiliyên min bi we re nîqaş bikin an jî hûn bixwazin bi hinekan re nîqaş bikin, çarçoveya muthîş û ya herî jiyanî ev e. Di nav me de tu kes nikare li derveyî viya tu mijarekê bixe rojev. Divê hûn nebin piyon peyayên sivik û besît ên sîstema koletiyê, xwe ji vê rizgar bikin. Ji bîr nekin ku, weke gel, me xistine rewşeke pir xerab. Em li paş hemû gelên dinyayê ne. Weke cins hûn zêdetir jî li paş wan in. Kî îdîa dike ku wê jiyan bi hêsanî were qezenckirin? Kî viya îdîa bike derewkar e. Dibe ku we di paşerojê de gelek xetayan kiribe. Di şert û mercên koletiya giran de jixwe, bê xeta derketin nabe. Dibe ku şaşîtiyên we yên girîng jî hebin. Lê niha mane nedayîna derfetên azadiyê, xwe ji pêwîstiyên vê re namzet nedîtin nêzikahiyeke nayê efûkirin e. Ji ber ku hûn dest bi jiyankirinê dikin, hûn ji jiyanê fêm dikin; hûn zorê bidin xwe hûn dikarin serfiraz bin. Ez hewl didim çarçoveyeke ku bikaribe meşa we bi her milî ve watedar bike, her wekî bi xeta sor xêz bikim. Eger di vana hemûyan de feraseteke diyar were qezenckirin, li gor min meşa we di şêwazekî balkêş, bi heyecan û her ku diçe serkeftinê bangewazî dike û pêk tîne de nebe nayê fikirandin. Ji mêran zêdetir pêwîstiya we bi viya heye, ,cesaret û fedakartiya we jî zêdetir li ser vî esasî ye. Viya ji rê derxistin, helwestên di nefêmkirina viya de israrkirin û sivik-kirin jî, wê we ji gavên azadiyê ku di esas de hesreta we ye,dûr bixe. Belkî hûn bi derengî bikevin ferqa viya, lê wê demê jî hûn ê winda bikin. Li ser û çokên xwe xistin jî, di jiyanê de hîç rihet nebûn jî bi viya re pir girêdana xwe heye. Li şûna ku hûn ê paşê heyfa xwe bînin, li ser û çokên xwe bixin û xwe perîşan bikin, gavên bi rêgez bavêjin. Emrê xwe, temenê xwe, li gora vê plan bikin. Kî teqez şerekî me yê divê em qezenc bikin heye. Cewhera we jî ji viya re guncaw e. Ya ji we tê xwestin; hûn bîçima pêwîst dike bidin viya. Ji viya jî eyb nekin. Di nav partiyê de divê hûn bibin ên herî bi îdîa, bibin xwediyê hewldaneke bi bandor ku mêr jî bi her aliyê xwe ve sererast bike. Her wiha, eger hûn xwe weke YAJK (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan) şênber bikin û rêxistin bikin, tê wê maneyê ku hûn dikarin bibin sîleheke ku mêr jî bîne rastiyê. YAJK, heta niha nêzikahiyeke ji wekhevî û azadiyê re guncaw bû, piştî vê merheleyê ji wê jî derbas dike. Divê YAJK bibe
sîleke ku mêr tîne rastiyê. Va tam jî di vê derê de em dikarin behsa hêza eşqê bikin ku zindî dike, yên bênamûs û bêrûmet bi erdê re dike yek.Eger maneyeke eşqê hebe, di vê xalê de navê wî tiştî ye ku yê xilas bûye, bûye hîç, bi ser xwe ve bîne. Eger jin viya wiha fêm bike, lêgerîna têkiliyek li gor vê li ser serê me, cihê xwe heye. Ev, di heman demê de serkeftina rûmetê ye jî; hem bi pêkanîna wekhevî û azadiyê, hem jî rizgariya mêrê ku di gelek xalan de xilas bûye ye. Eger di nav we de yên bi îdîa hebin, bi vî şiklî nêzbûna mêr li gor min rast-tir e. Gelek jê belkî zorê didin wekhevî û azadiyê, dixwazin bigihên vê, lê hinek ji we jî divê zoriyê bidin mêr.Bi îdîaya xwe, bi îradeya xwe, bi partîparêziya xwe ya mînak, bi xwedîderketina bi nirxan ve, hûn dikarin wisa bikin ku mêrê ku ji gelek milan ve kêm û bifikar e, bi ser xwe ve were. Di vê maneyê de weke sîleheke jin hûn nizanin xwe bidin şerkirin. Hûn di ferqa qabîliyet û cinsê xwe de heta di ferqa hêza rastîn a cinseltiya xwe de jî nînin. Weke malekî hûn werin pêşkêşkirin û xwedî li we were derketin,weke felsefe,we ji xwe re viya fêr kiriye. Ev tê maneya ku mirov wisa di rewşeke pir bêîrade, pir bêeleqe û li hêviya firotinê de be. Ev, di heman demê desedema tevahiya nefikirandina we û hestiyariya we ya erzan e jî.
Dê berdewam bike….