NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Dema ku min got divê mirov ji jinê bawer be, tam jî di vê xalê de, min xwest ew jina ku li nasnameya xwe xwedî derketiye, destpêkê bûye ya xwe, ya ku xwe derdixe bazarê na xwe zindî dike, jiyanî dike, bi hêza fikir re, bi her cure şêwazê îfadeya wî ya bibandor ve, bi hêza rêxistin û rêveberiya wî ya rastîn re bi
nêzikahiyên xwe yên hêja jiyanê fêr dike îfade bikim. Jina azad a ez pênase dikim ev e. Hîç ne hewce ye ku mirov ji vê jinê bitirse. Hinek, jina wiha weke pir xeterî jî dibînin. Berevajî vê ez heyranî jina wiha dibim. Tiştê ji min re ecêb tê; hemû mêr niha difikirin ku dibe ku pêşketineke wiha jinanî ji bo wan bibe xeterî. Ka azadî û wekhevî li ku derê ye? Ka eşqa li ser esasê xurtbûnê? Eşqa yê pir zeîf nabe. Yê ku pir nezan û teslîm bûye hezkirina wî jî teqez nabe, encax teslîmiyet dibe. Yê/ya ku pir bêhêz e, îrade û fikra wê/wî pêş neketiye teslîm bibe, ji têkiliya bi armanca xerîzeyî wêdetir fersend nade hîç tu pêşketinê.Ya ku ji wêjeya, (edebiyata) pîrektiyê û ji mêraniyê tê hêvîkirin ev e. Ya/yê ku di armancên xwe de wekhevî û azadiyê îfade dike û di vê mijarê de heta bibêjî xwedî nêzikahiyeke jidil e bila xwe îspat bike. Wê çaxê em jêre bibêjin merheba,her bijî. Pirsgirêk ne tenê we di şênberiya YAJK’ê de, di armanc û yekîtiya wê de meşandin û şerkirin nîne. Me divê mijarê de têgîneke din a eynen weke YAJK’ê pêş xist û ji viya re jî got YAZK. Çawa em dibêjin Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan, Yekîtiya Azadiya Zilamên Kurdistan jî têgînek e. Belkî jî ji jinê zêdetir pêwîst e mêr werin azadkirin. Belkî jî ji jinê zehmet-tir e ku mêr bikaribe asta azadbûnê bidest bixe. Em niha bi şeklekî kûrtir girîngiya viya dibînin. Di jinê de koletî tê derbaskirin lê koletî û kolekirina di mêr de, bi înadeke mezin tê berdewamkirin û tevgerên pir muhafazakar tên pêşkêşkirin. Di jinê de jihev ketina vê rewşê bi rihetî pêk tê û daxwaziya ber bi azadiyê ve bihêz e, lê mêr dest ji vê hakimiyetê neberdanê, muhafazekariyê û ferzkirineke her tim li gorî xwe, bi israr berdewam dike. Hûn hemû viya pir baş dizanin. Wê çaxê divê ev çawa were derbaskirin? Di vê mijarê de jî yek du xisûsî, hûn ê ji xwe bidin derbaskirin.
Min her tim viya got; jina amade yan jî mêrê amade nabe, ev bi şoreşê tên afirandin, bi şêwazê serfiraziya di şoreşê de tê bidestxistin. Xisûsa divê di serê pîvanê we de bê ev e; Ez jî têde, mirovek di dil û mêjiyê xwe de, di rêza yekem de cî nede ji welatparêziyeke serfiraz bigirin heta hemû xebatên wî yên şer, rêxistinî û perwerdeyî –ev ji bo jin jî derbasdar e- wê bibe bela serî û têk biçe û nikare xwe ji viya rizgar bike. Yanê ez nabêjim îleh bi hinekan ve werin girêdan, ev jî şaş in. Em her tim besha pêşxistina rêhevaletiyê dikin. Lê di nav we de mêr û jinên pir paşverû hene, dikarin hest û sempatiyên pir erzan pêş bixin. Ev sekin heta ku bi baldarî neyên tehlîlkirin, seknên divê nekevin nav de ne. Dîsa ez li gor salên xwe yên derbasbûyî dibêjim ku, mêrê Kurd, heta ku azadiyê fetih neke, bi dijwarî bi azadiyêk re nebe yek weke di Şemdînê hevkar û teslîmkar de jî hat dîtin, qaşo xwe fermandarê herî jor dizane- dikare weke despotekî herî xeternak, heta dijminê jinê derkeve holê; çawa ku derketiye holê ku wiha ye jî. Di derekî de ev mêranî hema di her kesî de tê jiyankirin. Lê di viya de derketiye jor, hinek fersend dîtiye û wî pêk
aniye. Her mêrê ku bê çareserî bimîne, xwe di şer û serkeftinê de kilît neke di encam de wê biçe hevkariyê û teslîm bibe. Ya wê biçe teslîmî dijmin bibe yan jî teslîmî jinek bibe. Mêrekî teslîmî jina ketî jî, teslîmî jinên qaşo ji wan re dibêje “hevjîna min, jina min” bûye jî ew mêr e ku welat winda dike, azadî û her cure şerî jî li aliyekî dihêle.Hûn ê vî mêrî nas bikin, êdî wî tehlîl bikin û ji wî dûr bisekinin, heta hûn ê li dijî wî têkoşîn bikin. Di viya de tu aliyekî neyê fêmkirin tune ye. Ez bim jî, li gel me pîvana egîdî, pîvana hezkirinê ev e. Pîvan ev e; ev meriv beriya jin û hestên erzan xwe bi armancên xwe ve kilît kiriye û viya jî bi rasteqînî dike. Şemdî jî qaşo fermandar bû, qaşo mezin diaxivî; le eger hinek hatibûya tehlîlkirin, wê derxistana holê ku ev kesayeteke bapifok (balon) e. Ew li derekî, me ew derxistibû holê. Lê gelek keçikên me, bi gotina ‘rêveber e, fermandar e’, tevî ku kesek pir rezîl û kirêt e, nikaribûn ji teserûfên wî re xwe berdanê rizgar bikin. Ev, nîşaneyeke asta koletiya we ye. Dêmek aşkera ye ku wisa hezkirin bi rihetî nabe. Ez nabêjim teqez wiha ji min hez bikin, lê kesayeta min di asta hezkirin de pêk aniye neteweyî ye. Asteke wê ya diyar a civakî û çînî heye. Kesayeteke bi armancê ve hatiye kilîtkirin e. Dema bi armancê ve girêdan û di armancê de serkeftin nebe rê nade têkiliya wiha. Hûn ê vana zêdetir bi balkêşî bibînin û van pîvanên xwe zelal bikin. Bi taybetî jin, YAJK, divê di van mijaran de li dû xwe bikşîne. Ji ber ku mêr ji rewşa xwe ya heyî bi rihetî dest bernade. Di xebatên we yên ji niha û şûn ve de, şekil dayîna bi taybetî hûn ê bi perwerdê bidin wê ev be “Jina li ser esasê YAJK’ê, li ser axên hatî rizgarkirin, ewlehiya welatê azad e” be. Ji bo vê alîgirê şer e, bi her tiştê xwe, xwe di ruh û fikir de li gorî şer hakim kiriye. Ji asta jiyana azad re pir baldar e. Asta jiyana azad jî bi bi şer, bi her cure têkoşîn, berxwedan û li ber xwe dayînê tê bidestxistin. Perwerde jî tevî viya ye. Her wiha alîgirê xweşikiyê ye, jiyaneke çors û kirêt ji bo xwe jî, bi giştî ji bo mêr jî qebûl nake. YAJK vana li ber çav digire. Di şexsê xwe de xeta îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî pir baş temsîl dike û viya ferz dike. Dîsa herî zêde ew bixwe li ser pîvanên hurmeta rêhevaletiyê baldar e. Li gel vê di wêrekî, cesaret û fedakartiyê de jî qisûr, kêmasî nahêle. Dîktator bi kesayeta xwe û rûmeta xwe nadin xwarin ku bi mirovên wekhev, azad û birûmet re bin; teqez mirovên bêîrade û bêhêz dixwazin. Eger di nav refên me de jî hinek bixwazin jineke gundî ya zeîf û girêdayî xwe bibînin, ji wan bitirsin, ji ber ku teqez di nav meyla dîktatoriyê de ne. Eger mêrek, ji jineke bi kesayet a nêzî wekhevî û azadiyê ye û di viya de bi îdîaye her tim direve an jî her gav deshilatiyê li ser ferz dike, heta dike ku wê bixapîne, ji wî bitirsin. Ji wî teqez rêhevaletiyek bi xêr û hevhestiyariyek nayê hêvîkirin. Misoger e ku hûn azadî û nêzikahiyên wekhev dixwazin. Lê hûn nikarin bipîvin ku aliyê hember çiqas meyldarî viya ye çiqas nîne. Hûn weke keseke çavsor a ji xapandinê re heta bibêjî dest dide û ji nêzikahiyên bi refleks ên pir erzan wêdetir naçe nêz dibin. Vaye tiştê we ber bi neserfiraziyê ve dibe ev e. Her wiha cinsê jin di PKK’ê de êdî dikare jiyanî bibe, bibe aydî xwe, bigihê îradeya xwe, nêrîna wê xurt bibe, her têkiliya derdikeve pêşiya wê di bêjinga rexneyê re derbas bike, bibe xwediyê biryara azad. Pîvana ya ku hezkirin, heta parvekirinê dixwaze ev e; ka çiqas xwe bi serkeftinê ve kilît kiriye. Yê ku bi serkeftinê ve xwe kilît kiriye, di heman demê de jî xweşik e, dilnizm e, kamil e, gihaştî ye, bi terbiye ye, bi rêz û hurmet e. Jixweber mirov jiyana bi ya/yê xwe di serkeftinê de kilît kiriye re wê bixwazibe bi hurmet û hezkirineke mezin parve bike, hezkirin jî dikare bêsînor pêş bikeve. Em ê viya pêş bixînin. Li derveyî vê yên ku nirx didin we, yan bi gotina “tu periya xewnên min î” pesnê we bide, yan jî wê bibêje “tu toza lingê min î” û çêr, xebera ji we re bike. Dema mirov li felsefeya heyî ya mêr mêze dike, tê dîtin ku bi piranî dikevin nav nêzikahiyeke yek ji vana yan jî ji yekê dikevin yekek din. Divê hûn bikaribin li hember kesayetên ku dest nadin ew nasnameya ku em bi hesreta azadî û nasnameya wî ya em dixwazin pêk bînin, helwest û heta planên xwe yên jiyanê ferz bikin. Eger tê rê, divê ev weke serfiraziya me were nirxandin. Qesta min ji bihêz bikaranîna sîleha jin ev e. Mêrekî li ser vî esasî bikaribe were sererastkirin, mêrekî qabîliyeta wî ya şerkirinê bilind e; mêrekî bikaribe mane bide hemû milên têkoşanê. Di şerê wî bi xwe de jî cî ji erzaniyeke weke “hele were em hevdu bijîn” re jî tune ye. Ew ji şêwazê têlikiya ku tê ferzkirin, heman weke hûn jî li dijber in, nefret dike û însanekî jêre girtî ye. Vaye çarçoveya têkiliyê ev e. Dema hinekan xwestin van mijaran nîqaş bikin an jî parvekirina hin tiştan ferz kir, hûn ê bibêjin ha ji te re çarçove. Dema ku got ev ji ku derê derket, hûn ê bibêjin bes in ev lîstok, bes e me xwe xapand, ez te dawetî ferasetê dikim. Eger mêr di ketîbûna xwe de israr bike, hûn ê bi sîleha xwe ya YAJK’ê derbeya mirinê lêdin. Rêxistinbûn ji bo we ev qas pêwîst e. Eger xeterî mezin bibe û bi ser we de were hûn hemû jinan rakin ser piyan, ez jî têde tu mêrekî nikare nêzî we jî were. Her tişt wê li gorî hurmet, li gorî pîvanên serfirazî yên têkoşîna rast an jî li gorî milên rast a wekhevî û azadiyê bibe. Li derveyî vê fersend tune ye jizordarî,ji bandorbûneke girêdayî hakimiyet û hêza rêveberiya xwe re. Ji ber ku ev li derveyî rêgez e, tu mêr nikare hêz bigihîne viya. Ev jî ya xweşik e, pêkhatina tiştên hûn dixwazin e. Şêwazê me ev e; şerê me bi vê armancê ye. Hêvîdar im her ku diçe çarçove zelal dibe, ji bo sekneke saxlem di nav partiyê de, delîlên ji we re pir pêwîst dide we. Li ser esasê vê çarçoveyê em hêvî nakin ku hûn bikevin nav fikrek sabît a pir cidî. Ya ku pêk tê çi ye? Rewşa we ya rastîn, nêzikahiyên rastîn di kîjan astê de berdewam in? Ji bo zelaliyek ji vê mijarê re bînim û di pêşketina we de hilavêtinên girîng bidim kirin ez van nirxandinan dikim. Eger hûn dibêjin “Ev hemû hatin fêmkirin” divê meşa we jî berdewamî û saxlem be. Êdî em naxwazin gotinên weke “Tevlîbûna jinan ji bo jiyanê zeîf e, bêeleqe ne” bibihîzin….