NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja me ya îro de zindîbûna civakê kêm e. Di sîstemên dewletparêz de zindîbûn tune ye. Bi taybet jî dewletên navendîparêz her tiştî li navêndê diyar dikin û didin pêşiya herêmê. Înîsiyatîfa herêmê, mêjiyê herêmê, hêza herêmê qet berçav nayê girtin. Navend çi dixwaze ew tişt pêk tê. Bi vî şeklî hêza polîtîkayê ji destê civakê digirin. Polîtîka çî ye, hêza fikirandinê ye. Di cewher de hêza fikirandinê ji dest civakê hatiye girtin. Civak çiqas nefikire, çiqas nikaribe plan û projeyên ku di derbarê jiyana xwe de deyne, çiqas nikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike… ewqas pêdiviyê bi dewletê dibîne. Ji bo wê yekê tu dewlet civakeke pêşketî, biîrade û bihêz naxwaze. Heke her tişt ji alî civakê ve bê pêşxistin, wê demê zaten pêdivî bi dewletê namîne. Ev jî dibe dawiya dewletê. Ji bo vê jî dewlet naxwazin gel bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Dewlet dixwazin civak nikaribe têra xwe bike û her tim berê xwe bide dewletê. Zaten dewleta Tirk dibêje: ‘ji vî welatî re komunîzm jî pêwîst be em ê bînin.’ Ango dewlet dibêjin “çi lazim be, ji me bixwazin, em dewsa we difikirin, em dewsa we biryara digirin, em dewsa we pêk jî tînin, li beramberî van hemûyan rola we jî ev e û divê hûn jî vê bikin…” Diyalektîka di navbera civak û dewletê de hatiye hûnandin ev e. Ji bo wê yekê em dibêjin, ‘çiqas zêde dewlet ew qas kêm civak; çiqas zêde civak ew qas kêm dewlet.’ Civak û dewlet tiştên ku dijberî hevdu ne, wexta yek mezin dibe, ya dîtir jî biçûk dibe. Li ser van esasan em civakîbûna xwe çiqas mezintir bikin, civakê çiqas birêxistin bikin, dewletê jî ewqas bêfonksiyon bimîne, wê bêkêr be û bê avêtin. Rûxandina dewletê jî zaten bi vî şeklî dibe. Rûxandina dewletê tenê bi fîşek teqandinê nabe, tu dikarî biserkevî jî, lê dema ku te civak neanîbe asta ku bikaribe xwe birêvebibe û têra xwe bike, wê demê tu yê bibinkevî. Ya heyî diçe dewsa wê yeke din tê. Ya qezenç dike, dîsa dibe sîstema dewletparêz. Wexta dewlet her ku çû biçûk bû û bêfonksiyon bû, dewlet wê demê tune dibe. Ev jî ancax bi zîhniyeta civaka zindî dikare pêşbikeve. Civak zindî be, bikaribe bifikire, biafirîne, biryaran bigire û li gorî wan biryaran tevbigere ev encam dikare derkeve.
Va ye, konfederalîzma demokratîk xwe dispêre ew zindîbûna ku terzê fikirandina civaka xwezayî ye û kûantûmê jî piştrast kiriye. Madem her tişt zindî ye, aktîfbûn esas e, her hebûn xulikar e, wê demê divê mekanîzmayên ku mirov bikaribe tê de biafirîne, biaxive hebin. Bi konfederalîzma demokratîk ev mekanîzma tê peydakirin. Ev mekanîzma ji yên dîtir cûdatir e, ji ber ku ev mekanîzma mirovan ber bi dewletê ve nabe, li derveyî dewletê ye. Ji bo vê yekê jî konfederalîzma demokratîk heya dawiyê sîstemeke kûantûmîk e. Înîsiyatîfê dide her kesî, ev tê maneya zindîbûnê. Di heman demê de prensîba peywendiya gerdûnî (prensîba hevdû alandî, prensîba yekitiya esasî heman prensîb e) jî di nava xwe de dihewîne. Ev prensîb bi gotina Schrodinger di teoriya kûantûmê de prensîba herî esasî ye. Li gorî vê prensîbê di xwezayê de her tişt bi hev ve girêdayî ne, bi hev alandî ne
û ji bo vê jî bandorê li ser hev dikin.
Dê berdewam bike…..