STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber ku nikare agahiyan ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê bigirin, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. 17 meh in, yanî ji Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Di serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hat diyar kirin ku şert û mercên “incommunicado” ku tê wateya bê ragihandina mutleq û xetereya her cure binpêkirinan didome. Di serlêdana ku balê dikişîne ser binpêkirina sîstematîk a qedexeya îşkenceyê ya li Îmraliyê, derbarê geşedanên di navbera Nîsan û Tebaxa 2022’yan de agahî da CPT’yê.
Di navbera 1’ê Nîsanê heta 31’ê Tebaxa 2022’yan de 40 serlêdanên hevdîtinên parêzer û 21 serlêdanên hevdîtinên malbatan li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Hat ragihandin ku hemû serlêdan hatine asteng kirin.
Di serlêdanê de hat diyar kirin ku bi sedema ku astengkirina hevdîtinan a bi miwekîlan re li dijî qedexeya îşkenceyê ye ji aliyê 775 parêzeran ve di 10’ê Hezîrana 2022’yan de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hat xistin û hat xwestin demildest divê parêzer biçin miwekîlên xwe bibînin. Di nav parêzerên serlêdan kirin de serokên baroyan jî hebûn. Lê belê heta niha jî tu bersiv nedane serlêdanê û bê bersiv hatiye hiştin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di serlêdanê de bal kişand ser astengkirina hevdîtinên di cejnan de û hat gotin aqûbeta nameyên ku miwekîlên wan di navbera Adar û Tebaxê de şandine nayê zanîn û her wiha di vê demê de tu hevdîtina bi telefonê jî nehatiye kirin.
Di serlêdanê de cih ji qedexeya hevdîtina parêzeran û cezayên dîsiplînê yên nû de re jî agahî hatiye veqetandin. Hate diyar kirin ku her çend 6 meh qedexeya parêzeran a di 12’ê Cotmeha 2021’an de hatibû dayîn jî di 22’yê Nîsana 2022’yan de bi dawî bû jî, yekser serlêdan hate kirin û ev serlêdan jî hate red kirin û bê bersiv ma. Her wiha hat dest nîşan kirin ku di 13’ê Nîsana 2022’yan de ji aliyê Dadgeha Înfazê yê 2’yemîn a Bûrsayê ve beriya ku dema qedexeya parêzeran bi dawî bibe 6 meh cezayê nû yê hevdîtina parêzeran hat dayîn, lê piştî serlêdana li dadgehê ev rewş hat hînbûn.
Di serlêdanê de hat diyar kirin ku her çend cezayê dîsiplînê yê Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê ya di 3’yê Sibata 2022’an de, di meha Hezîranê de bi dawî bûye jî, serlêdanên li dozgeriyê hatin red kirin û ji bo îfadeyê jî serî li Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê dan. Ev serlêdan ji aliyê Dadgeha Înfazê ve hat red kirin. Di serlêdanê de hat diyar kirin ku sedema vê redkirinê bi îdiaya “Cezayê disîplînê hê dewam dike” hatiye dayîn. Hat bi bîrxistin ku cezayê dîsiplînê yê navborî di 22’yê Gulana 2022’yan de bi dawî bûye, hat parve kirin ku Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê hîn bûye ku di 31’ê Gulana 2022’yan de 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya nû biriye. Di serlêdanê de hat dest nîşan kirin ku muweikîlên wan ji alîkariya parêzer û parêzvaniya hiqûqê mehrûm hatiye hiştin û bi vê rewşê sûc hatiye kirin.
Di serlêdanê de hat dest nîşan kirin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din pêwendiyên wan bi derve re hatine asteng kirin û ji her cure parêzvaniya hiqûqî bêpar hatine hiştin. Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û wezîfeya sereke ya Komîteyê ye ku divê baş zanibe heke agahî neyê girtin, dê rê li ber xesarên telafiya wê nîne veke û demildest dawî li vê rewşê bîne.
Di serlêdanên de ev daxwaz hatine kirin:
“* Divê Komîte bi awayekî LEZGÎNÎ li Girava Îmraliyê serdanek DE FACTO pêk bîne.
* Pêwîste yekser parêzer biçin serdanê û bi rêya hiqûqê dawî li biryarên qedexekar û astengiyan bê anîn.
* Malbat û parêzer divê yekser biçin serdanê û hemû astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatan bên rakirin.
* Divê mafê serdanê were ava kirin û her wiha mafê telefonê jî bi awayek rûtîn bê temîn kirin.
* Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya name û faksan bê rakirin.
* Lazime dawî li qedexeya rojname, kovar û pirtûkan bê anîn û her cure sepanên li dijî hiqûqê were bi dawî kirin.
* Şert û mercên îşkence, muameleya dijmirovî û muameleya xerab û rewşa incommunicado ji holê bê rakirin û daxwaz tê kirin ku yekser prosedura xala 10/2. a Peymanê bikeve dewrê.”