STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û parêzerên wî Mazlûm Dînç û birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Bi heman daxwazê malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî serî li Midûriyeta Saziya Cezayê Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serlêdan dikin. Serlêdan yan bi awayekî keyfî tên red kirin yan jî bê bersiv tên hiştin. Di salên dawî de bi mehan piştî serlêdanan ji malbat û parêzeran re “cezayê dîsîplînê” wekî hincet tê nîşan dan.