NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkerên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê li navçeya Cindirêsê li 3 ciwanan da, ciwaneke din jî revandin û radestî çeteyên bi navê “Têkoşîna li dijî terorê” kirin.
Navên 3 jê zarokên kesên hatin revandin wiha ne : “Izedîn Reşîd (17) ji gundê Hemamê yê Cindirêsê, Silava Eyûb Îsa (27) ê ji taxa Zêdiyê ya navenda Efrînê, Nûredîn Emîn (16) ê ji gundê Birc Ebdala yê Şêrawayê û Mihemed El Îsa (17) ê ji heman gundî.”
Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Feysel Hesen El Mihemed (39) ji taxa 16’an a navenda Cindirêsê revand.
Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên “Heyet Tehrîr El Şamê 2 welatî ji gundên Kibêşîn û Fafirtînê yên Şêrawayê revandin û wiha ne; “Mihemed Ehmed Ebdo ji Kibêşînê û Xelîl Henîf Kehfano yê ji gundê Fafirtînê.”
Her wiha çeteyên “El Hemzat ” 6 welatî ji gundê Basûtê yê Şêrawayê revandin; “Mehmûd Ehmed, Mihemed Elî, Yûsif El Qasim, Xelîl Îbrahîm, Cuma Seydo û Merwan Seydo” birine cihekî nediyar.