NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyên gerîla Tûran Ozel û Şîlan Okmen ên li bejahiya Wanê şehîd bibûn, duh bi merasîmekê li warên xwe hatin veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tûran Ozel ê 1’ê Îlonê li bejahiya navçeya Miksê ya Wanê şehîd bû, li warê xwe li Êlihê hate veşartin. Malbatê cenaze duh ji Wanê wergirt û anîn Êlihê. Malbatê xwest ku piştî wecîbeyên olî cenaze bi merasîmeke girseyî veşêrin. Lê belê polîsên Tirk ên faşîst dor li goristanê girtin, nehiştin ku ji bilî ferdên malbatê kes tevlî merasîma cenazeyê bibe.
Cenazeya şehîd bi qêrîna silogana Şehîd Namirin li goristana Asrî hate veşartin.
Heman demê de cenazeyê gerîlaya YJA STAR’ê Şîlan Okmen a di heman şerî de şehîd bû, duh hate wergirtin. Malbata şehîd Şîlan Okmen cenaze birin taxa Evînê ya navçeya Stewr a Mêrdînê. Jendermeyan nehiştin ku cenaze bi merasîmeke girseyî bê veşartin.
Malbatê ji bo şûştina cenaze û bicihanîna wecîbeyên olî cenaze birin mizgefta taxê. Lê belê deriyê mizgeftê hatibû girtin û ji malbatê xwestin ku cenaze bêyî şûştin û bêyî bicihanîna wecîbeyên olî veşêre.
Malbatê nerazîbûn nîşanî zilmê da û diyar kir ku heta wecîbeyên olî bi cih nîne wê cenaze veneşêre. Li ser vê yekê deriyê mizgeftê hate vekirin, cenaze hate şûştin û piştî bicihanîna wecîbeyên olî hate veşartin. Ji bo Şîlan Okmen li taxê konê sersaxiyê hate vedan.