MEXMÛR – Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Kajîn özek got; Gelê me yê Mexmûrê ev bû 30 sale, li hember van dagirkeran li ser lingan e. Ev bi xwe serkeftineke mezin e. Dewleta dagirker jî hertim mirov û civakên welatparêz ve dike hedef. Ji Şengal, heya Mexmûr ji Mexmûr heya Rojava gelê me rû bi rûyê qirkirinê re ye. Ev êrîşên wan jî bi taybet li hember mirovên ku mafên xwe dixwazin pêk tê.
Jina Ciwan Kajîn Özek diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Kurdistanê bi tevahî zêde bûne û got; “Di serî de em tevahî şehîdên xwe di şexsê şehîd Ebû Zêd, û tevahî şehîdên Kurdistanê de bi bîrtînin, û soza berdewamkirina şopa wan didin. Weke tê zanîn van demê dawiyê de li giştî cîhanê li hember gel û ciwanên me êrîşên dewleta Tirk zêde bûne. Divê gelê me jî rê li ber van êrîşan bigire, dengê xwe bigihîne her devereke cîhanê, bila dengê gelê me bigihêje tevahî kesên azadîxwaz. Emê heya azadiya xwe têkoşîn bikin, emê ji bo vê têkoşînê berdêlên pir giran jî bidin. Lê emê hertim li ser piyan ban. Em niha di pêvajoyeke hesas de derbas dibin, ji ber ku me di vê pêvajoyê de şehîdên gelek giranbûha dan, yek ji wan şehîdan jî şehîd Ebû Zêd bû. Em bejna xwe li hember tevahî şehîdên Mexmûrê ditewînin. Gelê me yê Mexmûrê ev bû 30 sale, li hember van dagirkeran li ser lingan e. Ev bi xwe serkeftineke mezin e. Dewleta dagirker jî hertim mirov û civakên welatparêz ve dike hedef. Ji Şengal, heya Mexmûr ji Mexmûr heya Rojava gelê me rû bi rûyê qirkirinê re ye. Ev êrîşên wan jî bi taybet li hember mirovên ku mafên xwe dixwazin pêk tê.”
Her wiha Kajîn axaftina xwe domand û got; “Divê em weke ciwan û her welatparêzek din, hertim li qadan bin. Ji ber ku erka dikeve ser hevalên me ew pêk tînin. Gerîla li hember çekên kîmyawî berxwedaneke mezin nîşan dide, em hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li dijî gerîla dibînin. Ji bo vê jî divê hemû gelê me vê yekê bibîne û li gorî rewş û pêvajoya heyî, çi ji destê gel were ew bike. Ciwanê ku nikaribe çek rabike, bila were tevlî kar û xebatan bibe. Ji bo ku em di welatekî azad de jiyan bikin, emê berdêlên pir giran bidin, em çiqas jî berdêl bidin emê ewqas jî pê serbilind bin. Berdêl dayîn me lawaz nake, hîn zêdetir me bi hêz dike û kîna me ya li dijî dijmin mezin dike. Eger rastî jî em însanên welatparêzin divê em keda xwe ya ji bo vî welatî derbixînin, bi gotinan welatparêzî nabe. Divê em ji şervanên xwe re hertim bêjin, em bi we re ne, em li kêleka we ne, û emê hertim jî bibin bersiva êrîşên dijmin.”
Kajîn bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk ya ku di kîsan de cenazeya şehîdan radestî malbata wan dike; “Dijmin ewqas hov bûyekî, hestiyên hevalên me bi tûrban û kargûyan ji malbata wan re didin. Rastî jî însanê ku ji xwe re dibêje ez xwedî wijdan im, hestên min yên welatparêziyê heye, divê bibe hestiyek ji hestiyê ew hevalê şehîd. Niha kî li kuderê dibe bila bibe, divê herkes li dijî van êrîşên dagirkeriyê li berxwe bide. Bila hebûna xwe îspat bikin, em tu carî hestiyê hevalên xwe li erdê nahêlin.”
Bi bal kişandina ser tirsa dijmin ya ji zimanê Kurdî Kajîn axaftina xwe domand; “Gelê me hertim dixwaze bi zimanê xwe yê Kurdî biaxive, lê ev zora dijmin dibe. Ji bo vê jî divê gelê me hovîtiya dewleta Tirk li ber çavên xwe bigire, û li dijî wê bertekên xwe nîşan bidin. Ji ber ku ev şerê niha tê kirin şerê serkeftinê ye. Rabûna me ya li hember dagirkeran serkeftina herî mezin e.”
Herî dawî Kajîn bang li tevahî gel û ciwanan kir ku cihê xwe di şerê serkeftinê de bigirin û got; “Banga me ji bo tevahî ciwan, tevahî welatparêz û hemû însanên xwedî wijdan ewe ku xwedî li gerîlayên xwe, li tevahî şehîdên xwe, doza xwe û welatê xwe derbikevin. Em rê nedin dijmin ku bikeve nava gelê me ya welatparêz û gelê me yê berxwedêr de.”
NC// Rizgar Adanmiş