NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Rêzan Amed ên HBDH’ê got “Milîsên me ji bo silavkirina berxwedana zindanan çalakiyên xwe didomînin. Ji bo silavkirina hevrêyên me yên li zindanan û bîranîna hemû şehîdên me yên zindanê, me li Gebzeyê çalakiyeke sabotajê kir.
Di saetên pêşîn ên 6’ê Îlonê de milîsên me bi sabotajê fabrîkeya ta û dezî ya li Gebzeya Kocaeliyê şewitand. Ji ber şewatê xisareke mezin fabrîkeyê pêk hat.
Me di salvegera şehadeta heval Kemal Pîr ên ku di rojiya mirinê ya di sala 1982’an de nemir bibû, ev çalakî li darxist. Bi vê çalakiyê em berxwedana li zindanan silav dikin. Em sozê didin hemû gelê xwe ku di serî de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê ku li Zindana Îmraliyê li berxwe dide, emê hemû girtiyên şoreşger azad bikin.”