ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker, meşeke maşelayî ya girseyî li darxistin.
Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba de, li bajarê Ehresê meşeke maşelayî ya girseyî, bi tevlîbûna sedan ciwanan, di bin dirûşmeya “Bi tolhildana şoreşgerî, emê îxanet û dagirkeriyê têk bibin” hate li darxistin.
Meşa ku bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Efrîn” destpêkirî, bi rakirina wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên HPG-YJA STAR, TCŞ û YCŞ’ê heya ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dewam kir, li wê derê meş vegerî mêtîngê.
Dİ mêtîngê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê Zîn Henan axafî. Zîn di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîla û diyar kir ku gerîla ji bo wan bûye çavkaniya hêz û moralê, wiha domand; “Em weke ciwan û jinên ciwan ên Efrînê, berxwedana gerîla ji xwe esas digirin, emê heya azadiya Rêberê xwe jî vê berxwedanê bidomînin.”
Heman demê de Zînê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ku li ser herêmê zêde bûye lanet kir û got; “Em weke ciwan li dijî van êrîşên dagirkeriyê ku li ser xaka me tê kirin, di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de amadekariyên xwe dikin. Dewleta Tirk em carekê ji welatê me koçber kirin, lê nikare careke din bike. Emê li Şehbayê heya dawiyê berxwe bidin. Emê Efrînê jî rizgar bikin.”
Zîn Henan di dawiya axaftina xwe de tevahî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê yê berxwedêr silav kir. Û bang li ciwanan kir ku heya dawiyê di riya berxwedan û serkeftinê de têkoşîna xwe bidomînin.
Meşa ciwanan bi gerandina govendê û berzkirina siloganan bi dawî bû.