DÊRÎK – Yekîtiya Ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk ‘PYD’ li gundewarên bajarê Dêrîkî basa gerok ya pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dane destpêkirin.
Yekîtiya Ciwanan ya girêdayî PYD’ê li bajarê Dêrîkê, bi armanca belavkirina fikirên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li gundewarên bajarê Dêrîkê, basa pirtûkxaneya gerok dan destpêkirin. Pirtûkên Rêberê Gelan rastî eleqdariyek zêde ji aliyê ciwanan ve hat.
Di destpêkê de dema ciwan gihîştin gundê Siwêdiyê bi deqeyeke rêzgirtin, ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi belavkirina pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kirin.
Piştî ku ciwanan pirtûk belav kirin, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftin hate kirin, di axaftinên ku hatiye kirin de, hate destnîşan kirin ku armanca wan ji vê basa gerok ewe ku fikir û ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li her derê belav bikin. Da ku herkes Rêberê Gelan nas bike, û bizanibe ji bo wan çi dibêje.
Di dawiyê de çalakiya ciwanan bi gerandina govendê bi dawî bû.