QAMIŞLO – Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê yên kantona Qamişloyê cenazeyê şehîd Ehmed Ebas Mitêran (Udey Cinêdiye) ku şervanê QSD’ê bû, ji Qada Azadî wergirt û ber bi Goristana Şehîd Îqab El Eswed a Til Koçerê ve çûn.
Li goristanê ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xêrika axivî û got: “QSD ji destpêka damezirandinê ve li dijî hemû komên terorîst ên bi navên cuda ku dewletên zilhêz nedikarîn li dijî wan bisekinin, şer kir. Zarokên vê herêmê teror têk bir.”
Mihyedîn Xêrikê soza parastina gel û mîsogerkirina ewlehiyê da.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Şêxe Resûl jî axivî û îşaret bi têkoşîna şehîdan ji bo dabînkirina ewlehî û îstiqrara herêmê kir.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin. Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyan hate veşartin.