NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber ku sîstema KCK’ê xwe dispêre xwezaya civakê, xwezaya civakê jî pir reng û pir deng e, divê hemû cudahî xwe di nava vê sîstemê de bikaribin îfade bikin. Ango konfederalîzma demokratîk weke netew-dewletê ya yek yekeyê nîn e, ya civakê giştî ye. Civak jî wek hemû hebûnan yekîtiya rengîniyê ye. Dîsa civak jî wek hemû hebûnan di çarçoveya ruh û beden (enerjî-made, watesazî…) de pêk tê. Ango hebûn hem ruh e, hem jî beden e. Ruhê civakê
hevdu temamkirin, bi hevdu re jiyîn û komunbûn e. Em di roja me ya îro de ji vê re dibêjin neteweya demokratîk. Ango ruhê civakê têgihîştina neteweya demokratîk e. Ji xwe Rêbertiyê neteweya demokratîk wek “kesên xwedî zihniyeteke hevpar” pênase kir û got “diyardeyek e ku bi awayekî zihnî heye.” Tişta di vir de esas ne çîn e, ne zayend e, ne reng e, ne etnîsîte ye û ne jî ji koka hevpar hatin e. Tişta esas parvekirina zihniyeta komunal e, li gorî xwezaya civakê bûn e. Ev tê wateya ruh (enerjî, wate). Ji bo ev ruh bibe tiştek ango ji bo ev ruh xuya bibe, pêwîstiya wê bi bedenekî (made, sazî) heye.
Ji bo wê civaka ku ruhê wê neteweya demokratîk e, divê bedena wê jî konfederalîzma demokratîk be. Her ruh mecbûr e li gorî cewherê xwe ji xwe re bedenekî peyda bike. Eger beden ne li gorî ruh (wate) be, wê demê ne mumkin e ruh xwe bigihîne armanca xwe. Rêbertiyê ji bo wê got, divê bi qasî armanca azadiyê (ruh), amûrên (sazî) wê jî paqij bin. Ji ber vê yekê ye, bi amûrên desthilatdaran (saziyên wan wek dewlet) armancên civakê (ruhê wê, wek hevdu tememkirin, civakîbûn, komunbûn, têkiliyên sîmbiyotîk…) nayên bidestxistin. Dîsa ji bo vê yekê ye ku yên li ser navê nirxên demokratîk û komunal tevgeriyan wexta hewl dan bi dewletê (ev beden a desthilatdaran e, ji ruhê civakê dernakeve) xwe bigihînin armancên xwe, binketin. Ango ruhê wan li gorî cewherê xwe bedenek ji xwe re peyda nekir. Va ye, em di wateya fireh de bi konfederalîzma demokratîk, di wateya teng de jî bi xweseriya demokratîk hewl didin ku bedena li gorî ruh înşa bikin. Ango neteweya demokratîk dibe ruh, konfederalîzma demokratîk jî dibe beden. Di vir de beden mecbûr e, li gorî ruh be.
Ruh (neteweya demokratîk) dibêje ez parvekirina zihniyeta hevpar a ku xwe dispêre xwezaya civakê me, ango ez pir reng im. Ji bo vê yekê ye divê her kesê ku zihniyeta komunal esas digire xwe bi awayekî azad di nava konfederalîzma demokratîk de îfade bike. Bi vî awayî konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê tenê xwe naspêre Kurdan, xwe dispêre her kesên ku li gorî xwezaya civakê tevdigerin. Di vir de tişta esas parvekirina jiyana demokratîk û komunal e. Li ser van esasan di nava sîstema konfederalîzma demokratîk de olên cuda, îdeolojiyên cuda, etnîsîteyên cuda, hindikayiyên cuda bi kurtasî reng û dengên cuda bi her awayî dikarin xwe bi rêxistin bikin.
Hindikayî dikarin li Kurdistanê hem konfederalîzma xwe bi xwe ava bikin, hem jî xwe di meclîsa gel a li parçeyê û di KONGRA-GEL’ê de temsîl bikin. Tişta herî esasî ev e; divê bi nirxên ku civakê dike civak ve girêdayî bin. Divê demokrat bin û meyla wan li ser esasê azadiyê be. Naxwe yekî faşîst li ser navê nasandina îdeolojiyên cuda nikare xwe di nava vê sîstemê de îfade bike. Ji ber ku faşîzm tiştekî ne li gorî xwezaya civakê ye. Ango ne rengek e, ne cudahiyek e; demokratîk nîn e, azadiyê esas nagire, rengîniyê qebûl nake, dixwaze piraniyê di nava yekê de bihelîne. Di vê wateyê de zihniyeta netew-dewletê ye û xwe dispêre qirkirinê.
Li ser vî esasî, yekî/yeka ku hewl dide koka nirxên civakê bikole, heta dawiyê ezez e, tenê berjewendiyên xwe esas digire, nikare di vê sîstemê de xwe temsîl bike. Tiştên vê sîstemê pêk tînin, ango tiştên ku vê sîstemê dikin sîstem hene û divê liv û tevger jî di vê çarçoveyê de be. Ji van tespîtan ev derdikeve: sînorê konfederalîzma demokratîk tune ye. Yanê ji ber KCK konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê ye, wê wextê yên li Kurdistanê dijîn hemû hemwelatiyên KCK’ê ne, ev têgihîştin şaş e. Eger li gorî pîvanên KCK’ê nebin, bixwazî bila li Kurdistanê bijîn, bixwazî jî bila Kurd bin, dîsa jî nikarin bibin hemwelatî. Dîsa Kurdên ku ne li Kurdistanê dijîn hene, gelên din ê li Kurdistanê dijîn hene, ev jî eger li ser pîvanên KCK’ê bin û bixwazin dikarin bibin hemwelatiyên KCK’ê. Yanê sîstema KCK’ê bi sînoran re mijûl nabe, sînorên wê tune ne. Ji kîjan olê, etnîsîteyê, kokê, zayendê, rengî… dibe bila bibe, tenê parvekirina zihniyeta jiyana demokratîk û komunal dinêre. Li ser vî esasî konfederalîzma demokratîk a her kesî ye, cihanî ye.
Dê berdewam bike…..