BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk beşdarî televîzyona Medya Haberê bû û bi wesîleya salvegera 43’an a cûntaya 12’ê Îlonê axivî.
Cemal Şerîk anî ziman, di dema beriya 12’ê Îlonê de gava ku Komara Tirkiyeyê ava bû, eşkere bû ku armanca daniye ber xwe nikare pêk bîne û got, “Dewletê bi rêya faşîzma 12’ê Îlonê xwest netewe-dewletê bi sazî bike.”
Şerîk got, “Ya ku dihate xwestin bê afirandina Tirkîtiya netewe dewletê bû. Vê Tirkîtiyê jî xwest bi qirkirina nasnameyên cuda yên li erdnîgeriya Mezopotamyayê ava bike. Tirkîtiya qirkirinê bû. Dewleta Tirk xwedî armanceke bi vî rengî bû û bi 12’ê Îlonê re xwest vê yekê pêk bîne.”
Cemal Şerîk anî ziman ku temamkirina qirkirina li Kurdistanê wê bibûya jiholêrakirina astengiya li pêşiya vê armancê û got, “Eger ev pêk bihata, wê xeyalên avabûna Komara Tirkiyeyê jî bi cih bihata anîn. Wê netewe dewleta Tirk bihata avakirin. Ya rast, berxwedana gerîla ya 1984’an kir ku ev armanca dewleta Tirkiyeyê bi temamî têk biçe.”
Cemal Şerîk destnîşan kir ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an re her tiştên ku dixwestin bi qirkirinê, komkujiyan, sirgûnê bike, bi pêngava gerîla re bi carekê pûç bûn, têk çûn û got, “Yanî pêngava gerîla ya 1984’an bi dijberiya xwe ya li faşîzma 12’ê Îlonê hesabpirsîna kiryarên li hemberî gelên Kurdistanî, Anatolî û Mezopotamyayê ye.”
‘JI BO 12’Ê ÎLONÊ BÊ FÊHMKIRIN, DIVÊ AKP BAŞ BÊ FÊHMKIRIN’
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku ji bo fêhmkirina 12’ê Îlonê divê AKP baş bê fêhmkirin û got, “Lewma, li şûna ku ew serdem û ev serdem berberî hev bê kirin, divê asta heyî ya faşîzma 12’ê Îlonê rast bê nirxandin. Bûyerên ku îro diqewimin girîng e weke qonaxa heyî ya 12’ê Îlonê bê dîtin, li gorî wê yekê fikir û nirxandinek bê kirin û nêzîkatiyek bê nîşandan.
Em dikarin vê yekê bibêjin: Di 12’ê Îlonê de li zindanan êşkence hebû, mirov dihatin qetilkirin. Niha li zindanan êşkence nîne, komkujî nîne? Nexêr, ji yên dema 12’ê Îlonê bêhtir bi rêk û pêk dewam dikin. Her roj ji zindana darbest têne derxistin. Her roj nûçe dikevin rojevê ku nîşan didin, li zindanan êşkence tê kirin. Wê demê Esat Oktay hebû. Niha yên mîna wî li zindanan zêde bûne. Êrîşên li ser girtiyên şoreşger bi rêbazên faşîst û sadîst dewam dikin. Her wiha li ser wan şêweyên nû yên êşkenceyê diceribînin.
Mirov nikare bibêje ku bûyerên di sala 1982’an de li zindanan qewimîn, di sala 2022’an de li zindanan naqewime. Wê wextê girtiyên şoreşger dihatin qetilkirin. Cenazeyên wan dihatin windakirin. Girtî hebûn ku hatin îdamkirin. Mînak; şoreşgerekî bi navê Veysel Guney hate darvekirin. Ma çêdibe ku cenazeyê kesekî hatiye darvekirin winda bibe? Yan jî cihê ku lê hatiye veşartin neyê zanîn? Hate darvekirin, lê belê hîn jî cenazeyê wî nayê dîtin. Bi heman rengî gelek cenaze hatin windakirin. Niha jî têne windakirin. Mînak niha jî hin girtî hene ku dîl hatin girtin, lê belê dibêjin negirtine û bi vî rengî hatine qetilkirin. Di salên 1990’î de jî bûyerên bi vî rengî hebûn. Di dema 12’ê Îlonê de jî hebûn. Niha jî hene.
Her wiha êrîşên hovane yên li dijî cenazeyên girtiyên şoreşger wê rojê jî hebûn, niha jî hene. Mînak sala 1973’an Îbrahîm Kaypakkaya piştî ku bi êşkenceyê hate qetilkirin, bang li bavê wî kirin û bavê wî neçar ma ku cenazeyê wî li Amedê bi erebeyeke destan heta xerajê bibe. Ev bûyer di pêvajoya 12’ê Adarê de qewimî, lê belê mînakên bi heman rengî di 12’ê Îlonê de jî hebûn. Gelo niha rewş ji vê girantir nîne? Beriya çend rojan cenazeyê Hakan Arslan di hundirê qutiyê de radestî bavê wî kirin. Yên ku îro têne kirin hîn bêhtir bi rêk û pêk in. Civakê hînî vê dikin. Beriya ku cenazeyê hevalê Hakan Arslan di hundirê qutiyê de radest bike, cenaeyê hevalê Egît di hundirê qutiyê de bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Her wiha cenazeyên hevrêyên li şehîdgeha Garzanî destpêkê revandin, piştre gotin winda bûne, dûre jî di hundirê qutiyên plastîk de li kêleka rêya li Goristana Îlyosê li cihê kanalîzasyonê hatin binaxkirin.”
‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê SAZÎBÛNA 12’Ê ÎLONÊ YE’
Cemal Şerîk diyar kir, kiryarên vê demê bi rêk û pêk têne kirin û wiha dewam kir, “Lewma faşîzma AKP-MHP’ê sazîbûna 12’ê Îlonê ye. Faşîzma AKP’ê tê wê wateyê ku senteza Tirk-Îslamê di şexsê Erdogan-Bahçelî de bicihkirina li ser hîmên bingehîn ên desthilatdariyê ye. 12’ê Îlonê di vê serdemê de faşîzma AKP-MHP’ê ye. Îdeolojiya 12’ê Îlonê îro îdeolojiya faşîzma AKP-MHP’ê ye. Şerê ku 12’ê Îlonê li dijî civakê da destpêkirin, şerê faşîzma AKP-MHP’ê ye. Şêweyê ku hewl da bide civakê, qirkirina ku xwest bike, heman kiryarên niha yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser civakê ne. Lewma divê mirov şêweyê heyî yê 12’ê Îlonê rast fêhm bike. Eger ev rast neyê fêhmkirin, têkoşîna li dijî wê jî bi rengekî rast nikare bê meşandin. Çawa ku pêngava gerîla ya 1984’an derb li 12’ê Îlonê xist, ya ku niha li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bê kirin jî heman tişt e.”
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê têkoşîn bê xurtkirin û got, “Gava ku ev hate kirin hingî wê berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlonê bi ser bikeve. Çawa ku 12’ê Îlonê bi xwe weke sedema têkoşîn, berxwedan û şer hatibe qebûlkirin, têkoşîn, berxwedan û şerê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî dewama 12’ê Îlonê ye, wê bibe bersiva herî bi wate ya li dijî 12’ê Îlonê.”