BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî dabû;
“6’ê Tebaxê saet di 08.30’î de qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li nehiyeya Kanî Masî ya navçeya Amediyê ya Dihokê bû hedefa hêzên me û bi çekên giran lê hate xistin. Di encama derbên tîma me ya bi tevger de; 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek, 2 pergalên radarê û pergaleke kameraya mobesse hatin rûxandin.”