ESSEN – Meşa dirêj a ku her sal bi pêşengtiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi awayekî domdar tê li darxistin, îro jî li bajarê Essen ya Elmanyayê hate li darxistin. Meşa dirêj ya vê salê bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” hate li darxistin. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ku ji gelek welatên weke Elmanya, Îngilîstan, Fransa, Swîsre, Kolombiya, Awûstralya, Îtalya, Spanya û Hollandayê tevlî meşê bûne, meşa xwe ji ber Navenda Civaka Demoqratîk a Kurd ê Essenê destpêkirin.
Meşê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistan û şehîdên enternasyonal destpê kir. Piştre li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê ji aliyê Çekdar Serhad ve daxuyanî hate dayîn.
“Di serî de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro emê vê meşa dirêj ji bo Rêber Apo li dardixin. Zêdeyî 18 mehin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin, em weke ciwanên Kurd û enternasyonalîst heya em azadiya Rêber Apo misoger nekin, emê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em berxewdana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ku li dijî bikaranîna çekên kîmyawî didin meşandin silav dikin, û em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin ku ew jî bibin perçeyeke ji vê şerî. Emê bi rihê 14’ê Tîrmehê, bi rihê Bêrîtan û Zîlanan ve, vê berxwedanê bidomînin.”
Piştre dîsa li ser navê komîteya amadekar axaftin ji aliyê Muhharrem Aral ve hate kirin..
“Meşa me ya dirêj a destpêkê ji Hanûa heta Hannoverê 17 rojan dewam kir. Armanca vê meşê ku di sala 1983’an de hate li darxistin, ji bo zexta li ser zîndanên Amedê û agahiya li ser şihadeta şehîd Mazlûm Dogan bû. wê demê di Îlona 1982’an de li zîndanan îşkenceyeke giran, û li Kurdistanê jî zexteke giran hebû. Di nava kesên ku ew meş pêk anîn de Şehîd Hozan Sefkan, Qasim Engîn û Hozan Mizgîn hebûn. Şehîd Qasim Engîn di wê meşê de gotibû, ‘Mêtingeriya Tirk êdî li dû trenê maye’. Meşa Dirêj a ku wê rojê destpêkir, îro bi ciwanên enternasyonalîst dewam dike.
Em vê meşê diyarî hevrêyên xwe dikin ku li Herêmên Parastina Medyayê li berxwe didin. Azadiya Rêberê me azadiya gelê me ye.”
Ciwanan piştî daxuyaniyê dest bi meşê kirin. Meş wê şeş rojan dewam bike. Rêgeha îro ya meşê wê heta Dûîsbûrgê be.