NAVENDA NÛÇEYAN – Di bin dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” di 20-21’ê Îlonê de Yekemîn Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê, li Navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan wê were li darxistin.
Konferansa ciwanan 2 rojan berdewam bike. Di roja yekê de wê sporên parastinê yên weke tekvando, lîstikên û sporên gerîla werin pêşkeş kirin. Her wiha fîlmên li ser parastinê werin pêşandan, komên govend û mûzîkê wê hunerên xwe pêşkeş bikin. Di roja duyemîn de jî, wê perspektîfên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan li ser parastinê werin guhdar kirin. Li ser pêşxistina parastina rewa, dê nîqaş, nêrîn û pêşniyar werin girtin.
Her wiha Desteya Ciwanan û Werzîşê jî tevlêbûna xwe ya ji bo vê konferansê ragihand û ji hemû ciwanan û jinên ciwan xwastin ku bi awayekî çalak tevlî konferansê bibin.
Daxuyaniya ku ciwanan ji bo tevlîbûna konferansê daye wiha ye;
“Hemî ciwanên azadîxwaz werin em bi hevre çanda xwe, zimanê xwe, axa xwe, welatê xwe, nasnamaya xwe, îradeya xwe biparêzin û xwedî lê derbikevin. Li hember faşîst û dagirkeran em serê xwe rabikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo em jiyaneke rast û azad jiyan bikin, em êdî ji îxanet û sîxûrtiyê re bêjin bese û sîstema kapîtalîst perçe bikin.
Li ser vê bingehê em weke Desteya Ciwan û Werzîşê tevlîbûna xwe ya ji konferansa yekemîn a Parastinê ya ciwanên herêma Cizîrê re radigihînin.
Di bin dirûşmeya ‘Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê’ em bang li hemû ciwanan dikin ku bi tevlî konfernasê bibin. Em bi hevre konferansê bixemîlînin û meşa azadiyê mezin bikin.”