NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Di vê qonaxa pêşketina destpêkê ya cureya mirov de jin bi hêze. Sedema vê jî, jin di xebatên hilberînê de xwedî seknek bihêz bûye. Nexasim di komkirina berhem ên weke giya û nebatan, zêdebûna kiflet û xwedîkirina zarokan û çêkirina stargehên destpêkê de jin çalake. Mirov dikare di vir de vê bêje; hêj jêhatîbûna zilam pêş neketiye, nexasim di qonaxên ku pêdivî bi hêza wî ya fîzîkî tine de, xwediya zarokan, berhemên komkirinê û karbidestiyê jine, ev jî mohra xwe li pêvajoyê dide.
Ev qonaxek girînge. Weke di dogmayên olî de jî tê gotin, îdîa ku serdestiya zilam a bêsînor hêj di destpêkê ve heye û pêşketin jî girêdayî serdestiya zilam teşe girtiye ne raste û dikare yekser bê redkirin. Di olên pêşketî de pir zelale ku bendewariya jinê ya ji zilam girêdayî civaka çînayetî pêş ketiye. Ol‟ên pêşketî statûya jinê pir dijwar li gorî berjew endiyên zilam erê dike. Bes ji rewşa xwedawendên ol‟ên destpêkê jî fêm dibe ku, jin pêvajoyek pir bihêz jiya ye. Di olên destpêkê yên xwezayê de nirxê ku ji jinê re tê dayîn zêdetire. Di rawestgeha civaka çînayetî de dema bûyera serdestiya kesîmek pir teng li ser kesimek mirovan pêş ketiye, tê
dîtin ku jin jî bi vê re di nava hev de ketiye bin bandora serdestiyê.
Sedema bingehîn a di vir de rol lîstiye ji bo berheman desteser bikin, derketina dervî malê, nêçîrvanî û ji bo van tevan jî pêdiviya xebatên quwetê ye. Lê dema zilam li ser jinê serdestiya xwe ava kir, tenê desthilatiya xwe bi hinek xisletên wî yên fîzîkî bikar ne aniye. Li gel vê çav berdaye berhema zêde ya li ser keda jinê hatiye bidestxistin. Li ser van nirxan serdestiya xwe ava kiriye. Her çendî hinek hêza fîzîkî derfet ji zilam re saz kiribe jî, wî destpêkê ev derfet qet bikar ne aniye. Ev serdestiya xwe ya fîzîkî veguherandiye quwetê, di civakek ku jin serdest de li ser nirxên ava kiriye ji bo pêkanîna mêtîngeriyê ye. Nexwe serdestiya zilam ji nêz ve girêdayî mêtîngeriyê ye.
Ger zilam ji destpêkê ve, derfetên ku ji hêza fîzîkî bidest xistiye bikar baniya, diviya di serî de serdest bûya û dewsa xwe li hilberîna nirxên civakî daba. Lê wisa nake. Berovajî vê daneyên di asta civaka komînal a pêşî de ku jin lê serwer de çav dibiriqînin. Di vê pêvajoya ku pêdiviyên civatan zêde tên hilberandin de, çawa ku di nava civatan de hinek çavbirçî û fêlbazên ku bi yên rêzdarbûn bidestxistine re piranî çav diberdin hilberînên zêde, li ser keda hinek din xwe dana jiyîn û ger bi vê rêyê jî li ser civatan otorîteya xwe ser xistibin jî, lê taybet zilam, bi hêza xwe ya fîzîkî ve li ser keda jinê bûye serdest. Wer xwiya dike zilam di destpêka pêşketina civakî de ya eşartiye, derfetên ne diyarin, lê rewşên fîzîkî ne esasin derbasî meriyetê dike, hinek zilaman di bin serweriya xwe de kom dike û dest bi şerek serdestiyê dike. Ji aliyekê ve kole derdikevin holê, bi vê re jî li ser jinan serweriya xwe ya mezin saz dike.
Wê demê, divê mirov bipejirîne ku bi zayîna koletiyê re serweriya wî ya li ser jinê têkilhev pêş dikeve. Ev serdestiya ku zilam li ser jinê saz kiriye, paşê bi şêweyên cur be cur derdikeve holê. Tişta ku zilam di vê mijarê de dike bûna asta hêza otoriteyek mezine. Hêza siyasî ya bidest xistî, tîne asta rêgeza xwedayî ya ku destlênayê dayîn. Êdî şabaniyên xwedayî pir kêmin. Ên heyî jî weke mîrateyên olên xwezayî ne. Şahên xwedayî jî nûnerên otorîteya bê nîqaşin. Mirov di radeyek mezin de dixin kole, jin jî di astek girîng de otorîte û rêzdarbûna xwe ya berê winda dike. Jin jî, di qonaxa destpêka pêşketina mirovahiyê de hêj kesayeta xwe nedîtî rewşek ketina bin serweriyê dijî. Çawa ku gel‟ên paşve mayî hêza pêşketina azad ne jiyayîn dikevin bin koletiyek pir giran û dikevin rewşek pir xirab û bê kesayet, ev hîn zêdetir ji bo jinê derbasdar dibe. Jina ku hêj di destpêka pêşketina kesayetî de bi serdestiyek mezin re rûbirûdimîne, xwe winda dike.
Ev jî tê wateya windakirina azadiya xwe. Elbet di pêvajoyên pey wê re jî jin pêş ketiye, di her qonaxên girîng ên dîrokê de jin bi şêweyên cur be cur ên weke kesayet, têkoşîn, rol û statûya xwe ve derketiye holê, lê dîsa jî rastiyek heye ku, jin di vir de hatiye windakirin. Jina hatî windakirin, gelo dê ji vir û şûn de çawa bê pênasekirin? Pênaseya jina ji vir û şûn derdikeve holê, di xebatên weke ol‟an, huner, helbest, klam û siyasî de pêş dikevin. Lê di
hemûyan de jî yek xislet heye, jin di yek ji wan de jî ne kesayetek bi istîkrar a teşe girtiye. Zêdetir xala xemilandinê li pêşe. Ger mirov hinek din bi teşe bike, jin di xistina civakê de weke fêlbazî, dek û dolap çiqas xal hebin di pêşxistina wan de bi dîmenek pir sexte ve derdikeve holê. Jin êdî di pêşketina mijarên erênî de pir lewaze û beşdarbûna wê sînordare. Divê mirov sedema vê jî di serdestiya ku zilam ava kirî de bigere.
Dema zilam serdestiya xwe saz kir û ev gihand statûyek çînayetî, serdestiya wî ya bêsînor li ser jinê meşandî bûye diyardeyek ku hêza wî ya mêtîngerî hîn zêde bibe. Ango ji mêtîngerî û çewsîneriya zêdetir, jin heyberek başe.
Jin û zilam di nava xwezayê de yekbûnê ava dikin. Ev li hember hêzên xwezayî û di pêvajoyên pêşketinên civakî de du kesên ku dixwazin her tiştî bi hevbeş ava bikin. Lewma yeqîn dikim nêrîna ku dibêje nikarin mêtîngerî û çewsîneriyek wisa li ser hev ava bikin, dê nêrînek nezantî be. Ferdê mirovê ku bi giştî ji civaka îlkel nû derketiye, taybet jî hovbûna zilam pêwîstiya gera wijdan ji holê radike.
Di vê qonaxa ku zêdetir sehek li pêşin,de qanûna diyarker mirov pir hêsan dikare bêje ku qanuna zorê ye. Yên ku bask û rêxistinbûna wan bihêze serdestiya wan a li ser çi çînayetî dibe çi jî li ser zayendan dibe bêsînore. Vebûna têkîliyên beramberî hev ên wekhevî tenê di roja me de pêş ketiye. Lê di vê qonaxa pêşî de neçare ku zext bêsînor be. Dema mirov zext û mêtîngeriya li ser koleyan dinêre, dibîne ku divê zexta li ser jinê zêdetir be. Bes divê mirov vê jî bi serve bike, bê ku di nava cewaziya çînayetî bê destgirtin, bi gelemperî gotina jin zayendek bindeste jî ne raste. Dema çîna serdest derket holê, tê zanîn ku jinên began û zarokên wan di statûyek pêşdetir de ne.
Li hember jinên jêr de ku ji her mafî mehrûmin, li jor jî jinên ku her tiştê wan pir erzan tên pêşwazîkirin hene. Lê belê ger wisa jî be, ji ber statûya serdestî di destê zilam de ye dixwazî bila jin di qesran de be, yan jî di govan de be, zayendek ku her tim tê xistine. Ji ber vê sedemê ye ku em pirsgirêkê tenê weke bûyerek çînayetî nagirin dest. Çawa ku nêzîkbûna herî rast serdestiya li ser zayendekî bi serdestiya li ser çînekî hatiye sazkirin ve têkilhev girtina deste, bi heman şêweyî divê mirov van bi mantiqek mekanîk ve jî têkilhev neke. Divê mirov bi qasî ku di astek pir dijwar de windakirina zayendekê re çînek di bin mêtîngeriyê de çawa têkilheve bibîne, divê ewqas jî cewaziya wan jî dane holê. Ber bi civaka feodal ve ev cewazî hîn zêdetir zelal dibin. Qonaxa ku jin di olî, siyasî, çandî û her astê de xwe digihîne di vê mijarê de ecêbtire. Her çendî hinek dîmenên çors hebin jî, encamên bindestkirina jinê hîn diyarkere. Dema mirov li dîroka Îslamiyetê dinêre, ev zelaltir diyar dibe.
Îslamiyet li dijî çalekiya qabîleyên çolê yên di astek herî pêş de zarokên keç zindî binax dikin derdikeve, ji bo pêşketina mirovahî gavek pêşveçûyî davêje. Şoreşa Hz. Muhemmed lenetkirina zindî binaxkirina zarokên keçe, sînordarkirina mafê zewacên pir jinî –lê hejmara cariyan ne diyare- ye. Dibe ku ev statû îro pir şaş bê dîtin, bes li gorî wan deman pêşveçûnek pir girînge. Elbet ev di şoreşên din de jî wisa ye. Ya rastî di bin zextê de girtin gihaye astek wisa, heta ku otorîteya kesekî –zilam- evqasî bêsînor dibe, weke heyberekî yên di bin serdestiya xwe de jinê dikare wisa zindî binax bike xwedî exlaqêkê ye.
Ev rewş çawa derket holê?
Yeqîn dikim ji ber mezinbûna mêtîngerî û zexta bêsînore. Nexwe weke ku windakirina jinê ne tenê gotineke, ji gelek hêmanan ve ye. Jixwe harem ên –odeya pir jinên şahan- di qesran de hatine sazkirin tê zanîn. Heta duh jî haremên qesrên Osmaniyan bi hezaran jinan dihatin dagirtin. Jin di serdema navîn de “tine” ye. Ew tenê heyberek tê revandin û di qesran de tê girtine. Dibe mirov dek û dolabên ku jin di nava qesran de dimeşînin bibîr bixe û pirsa ma qey girîngiya vê tine ye bike. Ji bo vê mînaka diyarker, dek û dolabên ku şahbanoyan di qesrên Bîzans‟a de meşandine. Wan di vê mijarê de bi vê jêhatiya xwe ve hêzek mezin bidest xistine. Dîsa Haremên Îslamê jî mînakên wisa ne. Siltanên di qesrên Osmaniyan de dek û dolabên baş kirine. Bes ev hemû jî ji bo xemlek çavgirtinê wêdetir ne tişt bû.
Wan ev tenê di saziyên ku pir giran di bin bandora zilam de mane ji bo dek û dolaban bikar aniye. Nexwe ne ji bo kesayet û hêza xwe diyar bike, ev weke sazî pêşxistine. Jinên ku ev jêhatî di qesran de bidest xistine, zêdetir ji bo zarokên xort bikar anine. Bûyerên di qesrên Selçûk‟î û Osmanî‟yan de ji bo zaroka jinê hêj di temenek biçûk de bibe şah, gelek zewacên sexte dike. Piraniya van zewacan heta mezinbûna zarok didome. Di vir de jî jin rola dayîktiyê dilîze. Ango rola xwe ya dayîktî di qada siyasî de dide der. Xisletek berbiçav a serdema navîn jî, zewacên wisa yên bi dek û dolabên cur be cur hatine meşandin. Gelek bûyerên
zewacên wisa hene.
Dê berdewam bike……