DUÎSBÛRG – Yekemîn roja meşa dirêj ku di pêşengtiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst de hatî li darxistin, ji bajarê Essenê ya Elmaniya destpêkir û li bajarê Duîsbûrgê bi coş û moraleke mezin bi dawî bû.
Tevî hemû provokasyon û êrîşên polîsên faşîst ên Elman, ciwanan meşa ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di bin dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” dewam kirin.
Di meşa dirêj de ciwanan kenzeyên ku li ser wê nivîsanên weke “Freiheit für Öcalan” hatî nivîsandin li xwe kirin. Heman demê de pankarta ku nivîsa “Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” li ser heye, û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate rakirin.
Ciwanên enternasyonalîst beşdarî çalakiya Meşa Dirêj bûn û peyamên xwe yên piştgiriyê dan…
Çalakiya ciwanan li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ê Essenê destpêkir. Li vir li ser navê Komîteya Amadekar Çekdar Serhat û Muharrem Aral daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bi kurtasî hate dest nîşan kirin ku dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye.
Her wiha bang li ciwanan hate kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin û berxwedana gerîla hembêz bikin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê li her çar perçeyên Kurdistanê dakevin qadan û bi awayekî çalak têkoşîna xwe bidin meşandin.
Roja yekemîn ya meşê ku ciwan gihîştin bajarê Duîsbûrgê, wê li vê derê bi bernameyên cuda re çalakiya wan bidome. Siba jî meş wê di roja xwe ya duyemîn de ji riya Duîsbûrg-Krefelde destpêbike.