ESSEN – Îro li bajarê Essenê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destpê kir. Ajansa me li ser Meşa Dirêj a ku ji gelek welatên cuda ciwanên Kurd û enternasyonalîst tê de cih digirin, nêrîna beşdarvanan girt.
Jina ciwan ya Elman Ronja ku ew jî beşdarî meşa dirêj ya ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûye nirîna xwe bi vê rengî anî ser ziman; “Silav, ez Ronja me û ji Berlînê me û îro bi hevalên xwe re ji bo azadiya Rêber Apo li kolanan me. Ji bo min weke jineke ciwan derketina kolanan û xwedî derketina li azadiya navneteweyî û azadiya giştî ya aştî û demokrasiyê û antî kapîtalîzmê têkoşînekî pêwîste were kirin e.”
Ciu ji Berlînê ku di heman demê de endama Ciwanên Femînîsta Sor e, ji ajansa me re wiha got;
“Navê min Ciu ye. Ez ji Berlînê me û di nava Ciwanên Femînîst Sor a Berlînê de me. Ez îro weke jineke enternasyonalîst beşdarî Meşa Dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûme. Em di demeke ku krîz gihîştiye lûtkeyê de jiyan dikin. Êrîşên li ser Tevger Azadiya Kurdistanê tenê, mirov dikare weke şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav bike. Em jî li Elmanya ji wê berxwedan û têkoşînê bandor bûne. Ji ber vê yekê em jî xwe li dijî van êrîşan bi rêxistin dikin. Rêber Apo weke pêşengê tevgera Kurd bi paradîgmaya xwe bersiva hemû pirs û nakokiyên me yên ku em di nava sîstemê de jiyan dikin dide. Ji ber vê jî em weke ciwan di nava sîstemeke wisa hov de her roj xwe lêpirsîn dikin.
Ji ber vê jî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girînge. Komploya ku li dijî Rêber Apo bi pêşketiye, komployeke ku li ser me tevahiyan hatî bi pêşxistin. Azadiya Rêber Apo azadiya me tevan e. Ji ber vê jî ew di şexsê Rêber Apo de azadiya me mehcûb dikin. Di dawiyê de dibêjim em weke jinên ciwan di wê baweriyê de ne ku, em dikarin bi têkoşîna xwe hem Rêber Apo û hem jî tevahî jinan azad bikin.”
NC// Andok Özgür