NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya derbarê Cûnteya Faşîst ya 12’ê Îlona 1980’an de…
Ev rejîm, ji darbeyek leşkerî heta ya siyasî jî wêdetir xwe di nav civakê de bicih kiriye, bi kes daye pejirandin, em dikarin wek raveya herî xirab a qonaxekê jî binirxînin. Yek ji gavên herî li pêş ê faşîstbûnê ye. Lê belê KT’yê bi xwe jî gavek wisa ye. Kar tenê avêtina ser 12’ê Îlonê nabe. 29’ê Cotmehê jî ji aliyekî ve pêvajoyek wisa ye. Dema Partiya Demokrat di vê demê de qonaxeke. Heta 27’ê Gulanê jî ne ji hemû aliyan be jî xalan bingehîne. 12’ê Adarê jî xalek bingehî ne. Hîn mîna van gelik xalên din hene. Hemû jî di fêmkirina tevan de pêvajoyên xwedî rist rave dikin. Em dibêjin rejîma leşkerî, lê bitamamî medenî tawanbarin.
Xwe dayîna qebûlkirina sivîlan ne kêmî ya leşkera ye. Em dibêjin rejîma leşkerî, lê polîtîkvanên herî sereke di meriyetê de ne. Ya rast rejîmek polîtîke. Di nav ti rêjîmê de aliyê polîtîk û leşkerî ewqas têkilî hev ne bûye. Ji vê jî wêdetir ji aliyê aborî, çandî û hemû bandorgerî ewqas bi rejîmê re têkilî hev nedane jiyankirin. Li Tirkiyê çêkerek ji aliyê artêşê ve teşe girtî derketiye holê. Şerê taybet ji serî heta nenûkê rêbazekî di karekterê faşîst de sepandiye, plansazî û rêxistina eniya xwe kiriye. Heta dawî gelê Tirk ji vê re razandine. Di nav civaka Kurdistanê de jî beşê herî girîng ji vê re xwe razandiye. 12’ê Îlonê, şerê dij-şoreşê ku muxalefet ava kiriye, heta nav me bi xwe jî bi rêyên cuda bandora xwe teysandiye, li beramberî gel xwe ragihandiye. Ya rast ên ku vê dikin, dibe ku ne di wê rewşê de bin û vê pêş bixin û bisepînin. Lê belê bê navber her gavên ku hatin avêtin hema bêje yê din naçar kir. Bi vî rengî heta gihîşt roja me tabloya her kes jê ditirse derket holê. Yên herî zêde piştevaniya rejîmê dikirin jî, di nav lehiya hêrsê de ne. Yên hewl didan xwe pê bidin qebûlkirin jî jê ne razî ne.
Tu kes bi vê rejîmê ne qayîle, lê şirîktiya her kesî ya vê tawanê heye. Ev hemû rizîbûna rejîmê rave dikin û ev di her astê de teysîna xwe dike. Herî zêde qala mirovbûnê tê kirin, lê rewşên ti têkiliya xwe bi mirovahiyê re nîne li ser her kesî tê ferzkirin. Tê gotin; “Pêşketinê aborî hene” lê aborî dibe bi qasî di ti welatê cîhanê de neyê dîtin rewşek xirab dijî. Xirabûnên civakî dîsa di asta ti civaka de nayê jiyîn de ye. Hema bêje mirov di vê nêvengê de kirine meymûn. Ango em bêjin civakek ji meymûnbûnê re guncaw dê zêde mubalexe nebe. Faşîzm bi gelemperî dike meymûn, lê ya tê dîtin ew e ku vê rejîmê bilawir kirin gihandiye asta meymûntiyê. Yên di naverastê de dilîzin meymûnin. Texlîdkirinek metirsîdare. Hûn di meymûnê de nîşaneyek cidî ya mirovbûnê nabînin, meymûn ji texlîdkirinê re pir vekirî ne. Mirovahî li Tirkiyê xistine vê rewşê. Gelo rejîmek din a ku ewqas derewa bike, texlîd bike heye? Dikuje, nabêje min kuştiye. Dibêje kujernediyar. Şer dimeşîne, nabêje şer dimeşînim.
Durûtiya mezin, derewkeriya mezin wisa bi her kesî dane pejirandin. Her kes derewkerê mezine, her kes muxalîfê mezine, her kes ketiye, her kes bêzare, lê dikene. Çawa ewqas nakokî jiyan kir? Herhal di dema pêş de modelekî herî zêde wê zanista civakî li ser raweste ye. 12’ê Îlonê yan jî hemû KT’yê rastiyek wisa afirandiye, sosrete. Ev heta dawî rewşek berfirehe. Fêrbûn afirandiye, ruhek afirandiye, hema bêje şêwazê jiyanek afyonxwarî afirandiye. Dev ji fêrbûna afyonekê çiqas zahmete, ji modela dawî ya vê komarê jî rizgarbûn ewqas zahmete.
Dixwazim çi derbas bikim, ew pêl bi pêl dixwazin çi belav bikin? teqeze ku bêmafiyek pir mezin dikin. Teqeze ku bi mirovan, gelan, çandan di radeyek metirsîdar de dilîzin û rista celad dilîzin. Ez bi nifşê ku ava kiriye ez bi xwe jî di nav de re şer dikim. Dibe ku ew bêjin; “Komarê tu mezin kiriye” lê ez niha mirovekî çawa me? Min di dibistanê fermî yên Tirkan de xwend. Dibe ku bê gotin ez bi nirxên ji wir tên mezin bûme, lê kesekî pir cuda me. Dibistana seretayî, zanîngeh, karmendî jî di nav de min dît ku nikarim bijîm. Li vir binêre, nizanim ber bi vê vebijêrkê ve biçe û herî dawî jî bi fêmkirina şer min wer zanî ez dê xwe bidim jiyîn. Hêjî hewl didim bi vî şerî xwe bidim jiyîn. Lê ya bi vê tê xwestin bê rizgar kirin çiye? Nêzîkatiyek dîrokî heye, nêzîkatiyek netewî heye, nêzîkatiyek gerdûnî heye. Kêm zêde behsa wê tê kirin, kêm zêde bernama wê tê çêkirin. Jixwe asta sepandinê bi şer tê diyarkirin, bi hemû hêza xwe em dixwazin wê bikin şêweya jiyanê. Wekî din ji 12’ê Îlonê re bersiv nayê dayîn.
Ti aliyê vê yê ku mirov bi henekî bigire dest nîne. Kar pir cidî ne, ger hûn li beramberî xwe rêzdarin, naçarin vî şerî bi hemû aliyan ve bibînin. Ji ber gelê Tirkiyê vê nabîne niha ewqas tengav dibe. Wê ji niha û şûn de bandorên wê xeleka lanetkirî ku xistiye sutiyê xwe bijî. Ger tu ewqasî xwe bidî rejîmek ewqas bêqûral, êrişî ser nirxên herî sereke yên jiyana gelekî bikî, jixwe tu yê xwe bikî kesê dê biçe dojehê. Herweha niha diqîrin û dibêjin; “Em di dojehê de dişewîtin.” Tevahî îdaya me jî hinekî din ronîkirina vê karesatê ye. Hûn dê ewqas bi nirxên mirovahiyê re binakok bin û paşê jî îda bikin û bêjin em dijîn. Bi rastî jî ez dijberî vê jiyanê me. Ez dê di çarçoveya pergalê de qet li beramberî jiyana we rêzdar nebim, henekê xwe pê bikim û bigirim bin piya. Ji ber ku kêm ango zêde hêza pê re şer dikim dinasim û heta hestiyê xwe dijîm. Lê we ji rêzê girt dest, we hewl da bi têgehên seranser jiyanê di ser guhê xwe re bavêjin. Nabe!
Niha wê li Tirkiyê derewa mezin biteqe. Jixwe her roj balonê derewa diteqin. Cîhan jî êdî tevî daxwaza mezin jî ranake. Di navbera gel de anket tên çêkirin. Gel ne partiyên siyasî, ne leşkerî, ne filan û bêvan partiyê wek hêza çareseriyê nabîne. Em dîqat bikin, qaşo yê herî zêde piştevanî dikir gel bû. Lê niha ti hêvî nîne. Çima ewqas xwe ber bi bêçareseriyê de dahf dide? Tiştek metirsîdare, di çapemeniyê de tê dîtin, mirov ji bo kar pêl hev dikin, dieciqînin û derbas dibin. Heta gulebaran dikin. Kar, daxwaza herî xwezayî ya mirove. Çawa bû û ket vê rewşê?
Rejîm, pêşwazîkirina mafekî herî xwezayî ji mirova re zêde dibîne. Anîye astek wisa mirov bi mirinê ve girê daye, bitemamî cîhan ji wan re girtiye. Dibêje; “ Tu nikarî kar bikî, hilberînî, lêwra nikarî bixwî û ser de jî tu yê bijî!” Sosretiyek wisa mijara gotinê ye. Camêr di nav xwîn û xwêdanê de dixwaze 20 demjimêra kar bike, lê dîsa kar nîne. Ya din jî her roj daxwazname dinivîsînin dibêjin; “Vî perî bigire, tu çawa dijî me jî wisa bide jiyîn.” Ger gelek xwe li ser rejîmek ewqas ketî ferz bike, helbet wê bê kar bimîne, bê hêz bimîne, qet pêwîstî bi girî jî nîne. Lê digirî, hema bêje her kes di rewşa girî de ye. Kenên heyî jî ne ji dilin; li şahiyê wan dinêrim ji girî xirabtirin.
Ewqas rizîn heye. Rojên dawî yên Roma jî ne wisa ketîbûn. Di nav mercê derketina Misilmantiyê de ketîbûna di nav eşîrê Ereban de jî ne wisa bû. Çarê Rus jî berî şoreşa Cotmehê dema di pêvajoya vê şoreşê de hilweşî ewqas ne ketîbû. Rejîma şerê taybet ji van hemûyan zêdetir ketî ye û ji wan zêdetir mirov winda kiriye. Jixwe “kuştinên Kujerên wan ne diyar” jî hinekî tên vê wateyê. Ti rêjîm yê dikuje venaşêre. Dayîna xwuyanî kirin ango nekirin zêde ne girînge, lê herî kêm radigihîne. Dê bêje ez dê dikujim, bêbextane dikuje. Ewqasî henekê xwe bi gelê xwe nake. Ji hemû aliyan ve gel dixapîne. Lê îda dike û dibêje “ez ya rast dikim.” Wek min got pêdivî bi lêkolînek civaknasî ya taybet heye. Heta ji bo nirxandina vê rewşê dibe ku pêdivî bi zaninstekî nû hebe. Faşîzmê têgehên herî sereke veguhert derew û xapandinê. Rejîma şerê taybet a Tirk bi vê xisleta xwe ve demogojiya faşîzma klasîk jî li şûn xwe hişt. Lê tesbîta civaka ber bi meymûnbûnê ve vediguhere dibe ku di cih de be. Pir pê xembar dibim, lê ji bilî vê têgehek din nabînim, hovbûnek wisa mijara gotinê ye.