NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Darbeya 12’ê Îlonê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava paşverûtiyê de yek ji welatên sereke, faşîzma dewleta Tirk e û hate gotin, “Ev rastiya xwe ji dema avabûnê û vir ve bi rengekî eşkere raxistiye pêş çavan. Dirûşma bingehîn a vê mîrateyê jî yek dewlet, yek milet, yek ol, yek al e. Polîtîkayên mêtingeriyê yên dagirkerî û desteserkirinê yên Osmanî û komkujiyên ku li gel vê polîtîkayê kir, radestî desthilatdariya Kemalîst û îdeolojiya fermî kir û heta îro jî dewam kiriye. Cûntaya 12’ê Îlonê jî li ser vê bingehê, bi dilsoziya bi emperyalîst-kapîtalîzmê, li gorî pîvanên ‘destûra bingehînî’ mîna kabûsekê bi ser gelan ve daket. Ji bo parastin û mezinkirina bûrjûvazî û sermayeya navneteweyî, li dijî karker, gundî, hindikahiyan, jinan û şoreşgeran rêbazên herî hovane hatin bikaranîn, bi vî rengî komkujî û koçberkirin li civakê hate ferzkirin. Di heman demê de ala têkoşînê ya bindestan jî di vê pêvajoyê de bilind bû û rê nîşanî mîrateya heyî ya şoreşgerî da.”
HBDH’ê ragihand ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê ku dewama 12’ê Îlonê ye, bi konsepta nû ya şer re ya ku 2015’an xiste meriyetê, ne kêmî hostayên xwe mohra xwe danî binê kiryarên faşîst û wiha dewam kir, “Bi darbeya sivîl a ku sala 2016’an pêk anî û bi tifaqa bi MHP a faşîst re kir, êrîş berfireh kir. Di komkujî, dagirkerî, nelirêtî û polîtîkayên li dijî gel de sînor nasnekir. Ji gelên me yên kedkar talan kir, sermayeya alîgirên xwe mezin kir, di encama polîtîkayên xwe yên li dijî jinan de bi sedan jin qetil kir, ji bo bêdengkirina muxalefeta civakî komkujiyên mezin kir, bi ço û gaza îsotê êrîş bi ser kesên xweza û bajarên xwe diparêze. Her kesên daxwaza mafên xwe dike weke dijmin hatin ragihandin, polîs û leşker li hemberî xwe dîtin û ji bo şoreşger û komunîstên li dijî vê li ber xwe didin îmha bike, ji bo têkoşîna şoreşger biqedîne hemû derfetên dewletê seferber kir. Girtîgeh bi girtiyên şoreşger dagirt. Bi êşkence, zext û revandinê hewl da îradeya şoreşgerî teslîm bigire. Bajar bi bekçî, polîs, hêzên paramîlîter, SADAT, Ocaxkên Osmanî kamerayên mobesse tijî kir û hewl da çalakiyan asteng bike. Çiya, çiyayên me yên azadiyê bi bombeyên bi tonan, bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî, bi obus û çekên kîmyewî bombe kir, operasyon li pey operasyonê kir. Lê bi kêr nayê! Çawa ku yên 12’ê Îlonê nekarîn bi ser bikevin, faşîzma AKP-MHP a ku dewama wan e nekarî bi ser bikeve. Ne karî şoreşgeran, komunîstan û Tevgera Azadiyê ya Kurd biqedîne, ne jî karî gelên kedkar û bindest bitirsîne û bitepisîne.Şopdarên şoreşgerên ku 12’ê Îlonê nekarî bi wan, faşîzma AKP-MHP’ê jî nikare bi wan, nekarî teslîm bigire û biqedîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku şoreşgerên tarîtiya 12’ê Îlonê bi agirê ji bedena xwe ronî kirin û bi piştevaniyê dijmin têk birin, şoreşgerên ku îro têdikoşin jî wê bi heman mîrateyê bimeşin, tarîtiyê parçe bikin.
Herî dawî bang hate kirin ku tevlî çalakiyên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî bibin, partîtiyê parçe bikin û azadiyê misoger bikin.