ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî, li herêma Besta û gundê Navyan ê li ser rêya Sêrtê her roj bi sedan dar tên birîn.
Darên li bejahiya gundê Navyanê tên birîn, bi traktoran vediguhêzin kêleka rê. Dîmenên darên ku li bajarên weke Riha û Dîlokê tên firotin ên nû hatin kişandin.
Dîmenên ku asta talankirina daristanan raxist ber çavan, ji bilî wesayîtên aydê cerdevanan, li kêleka rê bi tonan darên hatine birîn tên dîtin.