REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Li Dijî Dagirkerî û Îxanetê, Werin Cenga Azadiyê” konferansa xwe ya yekemîn, li ser asta herêmên Rizgarkirî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî, li Navenda Çand û Hunera bajarê Reqayê, yekemîn konferansa xwe di bin dirûşmeya “li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” li darxistin. Di destpêkê de li ser navê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Ehemd El-Cemilî axivî bû, û bi xêrhatina tevahî mêvan û beşdarvan kiribû. Piştî axaftina bi xêrhatinê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtin, ji bo bîranîna tevahî şehîdên azadiyê, konferansê destpêkir.
Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Ferhad Hesen ve hate kirin. Ferhad di axaftina xwe de bal kişand ser darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve, li ser gel û şoreşgerên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşxistî û got; “Di vê rojê de, bi taybet weke roja 12’ê Îlonê, roja darbeya faşîst ya dewleta Tirk a li ser tevahî gelan e. Li darxistina vê konferansê di rojeke wisa de, xwedî girîngiyekê ye. Di vê rojê de hewldan ku li ser îradeya azad ya gelan teslmiyetê ferz bikin. Armanca wan ew bû ku vê îradeyê bişkînin.”
Ferhad Hesen di axaftina xwe de rol û girîngiya ciwanan ya di şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de vegot; “Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê di 2011`an de bi armanca xilaskirina ji dagirkeriyê destpêkir. Li ser vê bingehê ciwanan jî dest bi xebatên xwe rêxistinê kirin. Di sala dehan a şoreşê de, bi armanca tunekirina zulm û terorê bi hezaran şehîd û birîndar bûn qurban.”
Heman demê de Ferhad axaftina xwe domand û diyar kir ku hedefa yekemîn ya li darxistina vê darbeyê tunekirina ciwanan û rihê ciwantiyê ye û got; “Armanca sereke ji vê darbeyê ew bû ku, ciwanên xwedî îrade, ciwanên welatparêz û şoreşger tune bikin. Lê belê ciwanan, di şexsê Alî Çîçek de, ev darbeya faşîst û armancên wê vala derxist.”
Her wiha Ferhad Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker pêkanîna sûcan li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê didomîne, armanc jî guhertina demografiya herêmê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Lê ciwanan, Şerê Gelê Şoreşgerî ji têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk re kir bingeh, Bi saya hevgirtin û têkoşîna xwe, me mirov li herêmê vejand.”
Ferhad Hesen di dawiyê de bang li ciwanan kir ku li dijî tevahî êrîşên dagirkerî û îxanetê li berxwe bidin û bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî bersivên xurt bidin dagirkeran.
Dûvre konferansê ciwanan bi nîqaşan berdewam kir. Ciwanan di nîqaşa xwe de bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker ku li ser Herêmên Parastina Medyayê, li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê daye destpêkirin û gotin; “Êrîşên ku li ser gerîla tên kirin, êrîşên dagirkerî û tunekirinê ne. Ew dixwazin di şesxê gerîla de, tevahî ciwanan û gelê bindest tune bikin.”
Heman demê de ciwanê bi navê Mistefa Ebdo jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi riya şerê taybet ciwanên li herêmê ber bi xeta xwe ve bikişîne û got; “Dewleta Tirk, piştî ku aloziya Sûriyê destpêkir, têkiliyên xwe bi rêjîma Sûriyê re xurt. Niha bi riya van têkiliyan, madeyên bêhişkirinê dixwazin derbasî nava me bikin. Bi van riyan dixwazin me ji şoreş û civakê ve dûr bixin.”
Heman demê de Mehmûd El-Yetîm jî diyar kir ku ev êrîşên dagirkeriyê ku bê navber ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, armanca wan tunekirina Rêveberiya Xwaser ya herêmê ye, ji vê jî mirov fêm dike ku armanca sereke ya hêzên dagirker tunekirina paradîgmaya Netewa Demoqratîk e.
Her wiha li ser navê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê jî Ehmed El-Cemîlî ku cihê xwe di dîwana konferansê de digrit jî axivî û diyar kir ku ewê bi vê konferansê xwe bersiva herî tune ya dagirkeriyê bidin û got; “Em weke ciwan vê konferansê xwe li ser esasê xwe rêxistinkirina li dijî dagirker û îxanetkaran li dardixin. Ji bo vê jî armanca me ya sereke piştî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tunekirina dagirker û îxanetkaran e.”
Derbarê Konferansê de ciwanên ku beşdarbûne ji ajansa me re nirînên xwe parve kirin. Destpêkê ciwanê bi navê Ehmed axivî û got; “Ev konferansê me, wê li dijî tevahî êrîşên dagirkerî û îxanetê bibe, helwesteke tund. Dewleta Tirk hertim hewl dide bi riya ajan û xayînan ewlehiya li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xirab bike û projeya Netewa Demoqratîk ku herkesî digire nava xwe tune bike.”
Her wiha Ehmed domand û diyar kir ku ciwan wê li dijî dagirkeran bi rola xwe ya pêwîst rabin û got; “Em hemû jî dizanin, ji bo ku dagirker ciwanan tune bike, bi her awayî êrîş dike, hem aliyê çandî, hem civakî, hem rewşenbîrî û hwd, bi van rêbazan dixwaze li ciwanan bixe. Lê em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger, emê bi rola xwe ya pêwîst rabin û li dijî dagirkeran têkoşîn bikin. Em bi gelên xwe yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê re, bi riya Şerê Gelê Şoreşgerî serkeftinê teqez bikin û projeya Netewa Demoqratîk ku pêşengê wê Rêber Abdullah Ocalan e, weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, emê heya dawiyê biparêzin û mezin bikin.
Heman demê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Tebqayê Ebdullrezaq Husam jî destnîşan kir wê konferansa wan encamên xurt derbixe û got; “Di serî de em vê konferansê li tevahî ciwan û jinên ciwan pîroz dikin. Emê bi vê konferansa xwe ya li dijî dagirkerî û îxanetê bersiva herî rast ya dagirkeran bidin. Bi derxistina encamên xurt re, emê xebatên xwe serkeftî pêk bînin.”
Herî dawî jî ji aliyê endama Meclîsa Ciwanên Şoreşger ya Reqayê Bûşra El-Ehmed ve encamnameya konferansê hate xwendin.
Di daxuyaniya encamnameya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a konferansa “Li Dijî Dagirkerî û Îxanetê, Werin Cenga Azadiyê” de hate gotin; “Li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî polîtîkayên şerê taybet ya pêşxistina ajanan di nava me de û li dijî îxanetkaran, me weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li ser asta herêmên Rizgarkirî (Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor) yekemîn konferansa xwe li darxist.
Herkes bandora vê pêvajoyê li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ser ciwanan dizane. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi riya koçber kirin û polîtîkayên xwe yên taybet dixwaze ciwanan ji cewhera wan dûr bixe û hestên welatparêziyê di wan de tune bike.
Ji ber ku dewleta dagirker li Herêmên Parastina Medyayê, bi taybet li qadên weke Zap, Metîna û Avaşînê bi binkeftî ye û windahiyên wê zêde ne, êrîşên xwe roj ji rojê zêdetir dike. Ev berxwedana dîrokî ku gerîla dimeşîne, di serî de rê li tevahî hêzên NATO, Emêrîka û dewleta Tirk girtiye û nikarin gavên xwe pêş de bavêjin. Nikarin li beramberî îradeya rizgarkirina tevahî gelan li berxwe bidin. Ev îrade jî bingeha xwe ji fikirên Rêberê Gelan Adbullah Ocalan digire.”
Li ser vê bingehê gelek biryar hatin girtin ku li ser van xebat û têkoşîna xwe bidin meşandin.
- Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibe bingeha têkoşîna şoreşgerî ya ciwanan.
- Parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan li herêmê hatine bi destxistin.
- Avakirina hêzên cewherî li her çar herêmên rizgarkirî.
- Şerê Gelê Şoreşgerî bibe bingeha kar û xebatan.
- Li darxistina civînên asayî û pêkanîna encamên wê di pratîkê de.
- Li darxistina semîneran têkildarî narkotîkê û koçberiyê.
- Li ser torên civakî, li dijî dagirkerî û îxanetê li darxistina hemleyan.
- Li hemû herêmên belavkirina belavokan li ser îxanet û dagirkeriyê.
- Komîteyek were ava kirin da ku biryarên di konferansê de hatine girtin bişopîne.
Di dawiyê de konferans û daxuyaniya ciwanan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.