NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla…
Piştî wêneyê Serok bi cih kirin, heval ji Hecî re got:
-Hecî, em biçin bi hevdu re çşîva êvarî bixwin. Ji bo xwarin û vewarinê Heciyê zikmeşk gelekî çilek bû. Wexta ku behsa xwarinê dihate kirin, Heciyê zikmeşk her tim hazir û nazir bû.
-Bi dilê te ye, heval…
Heval û Hecî bi hevdu re derketin derve, Hecî ji heval pirsî:
-Em biçin kîjan xwaringehê?
-Kîjan bi dilê te ye em biçin wê derê.
-Em biçin pîzza bixwin çêtir e…
-Baş e Hecî.
Heciyê zikmeşk, heya ber xwaringeha pîzzayan di nava bajêr de, heval gerand. Derbasî xwaringehê bûn. Beriya ku garson were daxwaza wan pirs bike Hecî ji heval pirsî:
-Tê pîzzaya mezin bixwî an ya biçûk?
Heval, ji bo ku çilekiya Hecî dizanîbû, gote Hecî:
-Tu kijanê dixwe, ez ê jî wê bixwim.
Di wê kêliyê de, garson hate cem wan. Gote her dûyan kerem bikin, daxwaza we çi ye, hûne çi bixwin, çi vexwin?
Hecî got garson, “du pîzzayên mezin û ji bo min dewekî,” berê xwe jî da heval:
-Tê çi vexwî?
-Ji bo min jî dew.
Garson pîzza anîn. Hecî, zendê xwe ba da û heya anîşkê ket ser pîzzayê. Hîna heval pîzzaya xwe bi nîvî nekiribû, Hecî pîzzaya xwe xelas kir. Heval gote Hecî:
-Yeka din bixwaze.
Li gel Hecî ji aliyê xwarin û vexwarinê qet şerm tune bû. Wexta ku xwarin dihat pêşiya wî, nedigot ku “ka ne ya min e; lê kadîn jî ne ya min e?” Ji ber vê yekê zikê wî wek meşkekê lê hatibû.
Heval û Heciyê zikmeşk, pîzzayên xwe xwarin. Bi ser de dew vexwarin. Çûn cihê kasiyer. Hecî dest avêt berîka xwe; lê destê Hecî qet ji bêrîka wî derneket. Heval ji bêrîka xwe pere derxistin, dan kasiyer û her du ji pîzzavan derketin. Bi taksiya ku Heciyê zikmeşk diajot berê xwe dan mala ku, heval tenê tê de dimîne…
Di rê de Heciyê zikmeşk ji heval re got:
-Sibe ez û Hecî Selîm em ê bên serdana te…
-Ser seran ser çavan, Hecî…..
Dê berdewam bike….