KREFELD – Meşa Dirêj a li Elmanyayê ya bi pêşengtiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber APO, werin cenga azadiyê” roja xwe ya duyemîn li pey xwe hişt. Di çalakiya meşa dirêj a îro de bi tevlîbûnên ciwanan ji her derê, û coşa meşê bala herkesî kişand.
Çalakiya ciwanan ya ku di saet 12:00’an de li ber Duîsbûrg Bahnhofê destpêkirî, tevî hemû qedexe û provokasyonan li Krefeldê bi dawî bû.
Meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di pêşengtiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst de hatî li darxistin, bi tevlîbûna ciwanan her ku diçe mezintir dibe.
Ciwanên ku 26 km meşiyane, di saet 20.30’an de gihîştin Krefeldê û li wê derê meş vegeriya meşeke maşalayî.
Di roja sêyemîn de jî ciwan wê ji balafirgeha Düsseldorfê heta Düsseldorf Harffstrasse bimeşin.
Heya niha ciwan bi coşeke pir mezin çalakiyê xwe didomînin.