EDENE – Li taxa Mûradiye ya navçeya Ceyhan a Edeneyê, R. S., îşkence li Ezgî Delerê (25) kir ku bi mahra dînî pê re zewicî bû. Ezgî Delerê ku ji aliyê cîranên xwe ve bi awayekî birîndar hat dîtin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê hat kirin. Ezgî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ezgî Delerê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Hat zanîn ku zarokek Ezgî Delerê heye.