NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Mînak, Kurdistan pir paşketî ye. Feodalîteyek sed qatî ji Rusya Çartî paşketî, heta di wateya eşîrperestî û kapîtalîzmê de jî kapîtalbûnek paşverû, ji ber ku bi mêtîngeriyek di sînorê komkujiya herî xeternak de dijî, dikarim van baştir raçav bikim. Mînak, me têgehek weke “bandorên Kemalîst” derxist hole. Li gel vê têgehê yên weke “bandorên eşîrparêz û axatiyan” jî gelek caran em bikar tînin. Heta min ev kar ewqasî kûr kir, em ji vê re dibêjin di
Marksîzmê de heta dixwazî bikaranîna derûniyê jî. Min zêde pêdivî bikaranîna rêbazê derûniya sosyalîst dît. Ji ber xala qadroyên sosyalîst çareser nebe, çi bigihe serkeftinê, çi di radeyek kêm de çalekiyên siyasî û leşkerî pêş bixe, wê di carekê de berovajî veguhere. Ger rojane li ser milîtaniya sosyalîst ranewestim, wê ew kes di carekê de partiya mezin veguherîne amûrek hişk a feodalî. Kes û ferdên malbata aristokrat ên bê ax û bê bace, li Kurdistanê
pirin. Malbat, terbiya “bila lawê min mezin bibe, daku bibe paşa” dide.
Şêwaza terbiya yên herî hejar jî wisa ye. Li gorî şêwaza eşîrê ya mînak tê girtin jî eve. Niha, ger em vê nedahûrînin û bi rêbazên guncav terbiye nekin, dê şêweya paşayê ku pêşî bavê xwe darve dike derbikeve holê. Hêz û raye girtiye destê xwe, kesê ku rexneyek ji rêzê jî dike, tesfiyekirina wî weke rêgez digire dest. Kemalîzm jî, vê li Tirkiyê bi şêweyek cuda dike. Ev jî mînakek vê ye. Ya dimîne bi şêweya evdên xirabûyî, bê naverok, êdî em dikarin bêjin evdên serî tewandî pir lez pêş dikeve. Jixwe di nava me de jî hema her sal tasfiyek rû dide û em jî destwerdanên xwe dikin. Ev jî PKK‟ê pêş dixe. Ger ez nebim, her kes dibêje; “Wê em tev biçewsandan, heta em ê hemû bêrehm ceza kiriban.” Jixwe rewşa yên din jî ji sedî heftî û pênc di rewşa evdalan de ne. Ji ber ku hêza şerê taybet a rêxistina beramber pir pêşde ye, çend mehan an dimîne yan jî namîne. Jixwe di nava xwe de jî lez xirab dibe. Asoyek wisa polîtîk a cidî, çandek demokrasiyê tine ye.
Pir xwepereste. Hema weke bêje; “Yên ji min hez nake bila bemire.” Hezkirinê jî bi zorê dixe meriyetê. Afirîneriyek cidî tine ye. Hemû karê dikare bike, girêdayî keda milyonan mirovên partiyê, hemû nirxên berhema dîrokê di rêkurtkê re, bi rêbazên metirsîdar desteserkirine! Yên li hemberî vê asteng jî li gorî xwe bi rêbazên komploger ve tine dike! Di encamê de xwe di demek kin de li ser keda milyonan dike serdestê yekane.
Niha ev çiye? Ger li rewşa kesayet bê nêrîn, bivê-nevê tenê dikare bibe despotek feodal. Nikare bibe rêberek siyasî ne yê kapîtalîst ne jî yê burjuva. Ji wî jî paşde ye. Jixwe qet nikare bibe demokratek burjuva. Nikare bibe demokratek gundî jî. Çima wisa bû? Em ji kur ve binêrin bila be, ma ev sîxurek bi zanebûne, na. Ma ev sîxurek mêtingeriyê ye, na. Ji heft saliya xwe ve wisa çêbûye û pêş ketiye. Tişta ku di nava malbatê de nedîtî û hêz û qîmeta ku nekarî di nava civakê de saz bike, di nava partiyê de pêş dixe. Vaye tişta ku di partiya Bolşevîk te pêk hatî, ji bilî vê ne tiştek din bû. Dikarim ji van re bêjim mînakên “Stalînên biçûk” jî. Ev rastiyek zêde û di gelemperiya cîhanê de dihat jiyîn. Ya rastî nekarîn li hemberî vê merheleyek serkeftî pêk bînin.
Ji kur ve binêrin bila be, van kesayetan hevdu xwedî kirin. Jixwe ji bo partiya Bolşevîk di dema Stalîn de wisa tê gotin: “Partiya mirovên durû.” Li ber çavan zêde pîroz dikin, lê belê di hundurê xwe de jî pir acizin. Ev di kesayeta Çavuşesku de jî pir balkêş xwe da der. Ya rastî mirov ji van re bêje kesayetên minafik baştire. Dema li ceme şeqşeqe, dema dikeve tengaviyê jî heta dawî îxanetê dike. Niha divê pêşî li vê bê girtin. Hewl didim di mînaka xwe de jî vê pêk bînim. Di radeyek mezin de girêdan û pêwendiyên min wisa ne.Li dijî vê girêdanê me. Hemû jî duristin, ji bo bibin minafikek wisa, durûyek wisa nayên girêdan.
Kesayeta wan tenê dikare evqasî girêdanê ragire. Ma girêdanek ji gundîtiyê tê wê çiqas nirxa wî hebe? Di dilê xwe de ji sedî nod xwe dijî, ger hebe ji sedî deh jî ji bo dayîka xwe dijî, hebe ji Xwedayê wî re ye! Lê di rastiyê de jî girêdayî milkek biçûke û evîndarê xwe ye. Ev ne sosyalîzm, şêwaza girêdana burjuvaziya biçûke. Her kêlî jî dibe ku bê guhertin. Dikare pesnê xwedayê xwe jî bide û heman kêliyê îxanetê jî lê bike. Jixwe îxanetê jî dike. Vaye rêbazên ez pêk tînim, çareyên derbaskirina vê kesayetê ne. Tevdîrên sosyalîstkirina partiyê, kûrkirina azadiyê ye. Wê tu kesayetek wisa ava bikî, bila bibe kesayetek pêkhatî.
Ne kesayetek evdal û çêkirî, kesayetek dihizire û biryar dide. Wê ev kesayet ne pir xweperest û ferdperest be, ne jî evdal be. Wê ne bi temamî xwe înkar bike, ne jî xwe xwediyê her tiştî bibîne. Çareyê di vir de dibînim û ev jî ne pêkanînek hêsane. Dibe ku hewldanên min ji sedî nod ber bi vê ve diçe. Hewldana ku beramber şerê vekirî yê Komara Tirk dimeşînim, bi qasî bê gotin tineye kême. Lê ger ev karbidestiya qadro pêş nekeve, wê PKK tine bibe.