ŞEHBA – Dewleta Tirk a dagirker 19’ê Tebaxê bombe li gundên Hasîn, Qeramil, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û navçeya Til Rifet ên Kantona Şehbayê barandibû.
Di encama êrîşê de ji gundê Til Deman ê Helebê Xedîce Welo (55) û Emîre Hisên Xelef (13) birîndar bibûn.
Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrînê Dr. Azad Reşo ji ANHA’yê re ragihand ku Emîre Hisên Xelef a 24 rojan dihate dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da.