DÛSSELDORF – Meşa 6 rojan ku bi pêşengtiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst di bin dirûşmeya “Ji Bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike hedef, duh roja xwe ya sêyemîn bi dawî kir.
Ciwanên ku 11’ê Îlonê roja Yekşemê ji bajarê Essen ê Elmanyayê dest bi meşê kirin, wê di 16’ê Îlonê de li Aachenê meşa xwe bi dawî bikin.
Çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li dijî tecrîda girankirî û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê hatî li darxistin, bi coşeke mezin ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevlê dibin.
Meşa ciwanan di roja sêyemîn de, danê sibehê ji balafirgeha Dûsseldorfê destpêkir û bi gihîştina navenda Dûsseldorfê bi dawî bû. Ciwanên Kurd û enternasyonal bi qasî 16 km meşiyan.
Ji destpêk heya dawiya meşê, ciwanan bi germahiyeke mezin, silogan berz dikirin û stran digotin.
Ciwan dema gihîştin navenda Dûsseldorfê, di saetên êvarê de, li navenda Civaka Kurd a Demoqratîk ê Dûsseldorfê çalakiyeke bîranînê li darxistin. Di çalakiya bîranînê de di şexsê şehîd Alî Çîçek, Tîjda Ekecîk, Senar Zagros, Dîdar Harûn û Rêzan Amed de, tevahî şehîdên şoreşa Kurdistan û têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn.
Dê ciwan çalakiya xwe di roja çaremîn de ji Hildener Strasse Dûsseldorf destpêbikin û ber bi Leverkusen Bahnhofê ve jî biçin.