NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an ve dîl hatiye girtin, li greva Îmraliyê di şertên herî zor û zehmet de têkoşîneke mezin û bê hempa dide meşandin. Rêberê Gelan bi têkoşîna xwe tevahî hêzên hegoman û emperyalîst vala derxistî. Berxwedan û têkoşîna Rêberê Gelan îro ji bo tevahî mirovahiyê bûye çavkaniya hêz û îradeya azad. Ciwanên Kurd û Kurdistanê ku di salên 70’î de bibûn qurbanê sîstema modernîteya kapîtalîst û dewleta nijadperest, îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, li Kurdistan û tevahî cîhanê bûne pêşengê têkoşîna azadiya gelan. Îro li Kurdistanê di pêşengtiya jin û ciwanan de, têkoşîna herî redîqal li dijî faşîzm û qirkeriyê tê meşandin. Bi hezaran ciwan li ser gotina Rêberê Gelan ya ku dibêje “ME BI CIWANTÎ DESTPÊKIR, EMÊ BI CIWANTÎ SER BIKEVIN” diherkin nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ji bo welat û civakekî azad berdêlên herî giran jî didin. Ciwan bi vê tevlîbûna xwe xwedî derketin û girêdanbûyînên xwe yên bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re nîşan didin.
Heman demê de ciwan rêxistinbûyîna xwe ya civakî jî bê navber dewam dikin û her ku roj diçe mezintir dikin. Têkoşîna ciwanan ya di nava civakê de, rê li binkeftina civakê û windahiyên nirxên wê digire. Erka ciwanan jî ya herî sereke xwedî derketin û parastina fikirên Rêberê Gelan e. Ji bo ku ciwan fikirên Rêber Apo mezin bikin, li her derê çalakiyên cihêreng bi pêşdixin. Bi taybet li Kurdistanê belavkirina fikirên Rêberê Gelan û xwendina wê weke pêdiviyekê divê pêk were ye. Ciwanan bi Rêber Apo re xwe nas kirin wê bi Rêber Apo re jî azad jiyan bikin.
Li ser vê bingehê hem li bajarê Kobanê û hem jî bajarê Qamişlo ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di bin dirûşmeya “JI BO AZADIYA RÊBER APO, WERIN CENGA AZADIYÊ” û “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” çalakiyên cihê reng li darxistin.
KOBANÊ
Îro li bajarê Kobanê gundê Taşlûkê ku dikeve Rojhilatê bajarê Kobanê, bi sedan ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya Rêberê Gelan kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê, di bin dirûşmeya “JI BO AZADIYA RÊBER APO, WERIN CENGA AZADIYÊ” û “DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE” meşeke girseyî li gundê Taşlûkê ya bajarê Kobanê li darxistin.
Bi sedan ciwanên ku tevlî meşê bûne, bi silogan, stran, çepik û germahiyeke mezin, ber bi cihê kombûyînê ve çûn. Li cihê kombûyînê tevahî ciwan û jinên ciwan, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyeke rêzgirtin sekinînin.
Piştî wê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Kobanê Mihemed Mehmûd axivî. Mihemed Mehmûd di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got; “Di serî de, em weke ciwanên Kurd ji dil û can silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ev bû 24 salin Rêberê me di bin tecrîdeke giran de radigrin, nahêlin ku parêzer û malbat jî serdana Rêber Apo bikin. Ev yek di qanûna tu dewletê de nîne, tenê dema mijar dibe Kurd hemû pîvan tên paş çav kirin, û hovîtiya wan destpêdike. Lê em weke ciwan tu carî ji Rêberê xwe dûr û qut jiyan nakin. Emê hertim xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”
Her wiha Mihemed Mehmûd axaftina xwe de behsa berxwedana Rêberê Gelan ya 24 sala bê navber dide meşandin kir û got; “Rêber Apo, li dijî hemû hovîtî û polîtîkayên tunekirinê ya ku dewleta dide meşandin, berxwedaneke dîrokî û têkoşîneke mezin raber dike. Berxwedana Rêber Apo zîndana Îmraliyê hejandiye. Raste wan Rêberê me fîzîkî dîl girtine, lê di fikir û rih de ew dîl girtin. Rêber Apo, Rêberê me fikirên wî azadin. Wekî gel, ciwan û jinên Kurd, em berxwedana Rêber Apo ji xwe re esas digirn.”
Mihemed Mehmûd derbarê dewleta Tirk a dagirker de jî ku bi hevkariya PDK’ê, êrîşî Herêmên Parastina Medyayê kiriye got; “Dewleta Tirk a faşîst, ku li ber berxwedana Rêber Apo nikarîbû xwe bide domandin, êrîş anî ser Tevgera Azadiyê û dixwazin di şexsê Tevgera Azadiyê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, tevahî gelê Kurd û Kurdistanê tune bike. Ji ber vê jî li dijî gerîla çekên kîmyawî, ku di nava qanûnên şer de qedexeye were bikaranîn, bi kar tîne. Li ruxmî vê jî berxwedana ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşan didin, destaneke nû ya fedakarî û qehremantiyê ne. Bê guman dewleta Tirk tenê êrîşî gerîla nekiriye, êrîşî me jî dike, ji bo vê jî divê em weke ciwan di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de, weke şervan û gel bi hevre şer bikin.”
Herî dawî Mihemed Mehmûd bang li ciwanan kir ku berxwedana Rêber Apo û gerîla bi tenê nehêlin û ew jî cihê xwe di vê berxwedanê de bigirin û got; “Divê em weke ciwan pêşengtiyê ji Şerê Gelê Şoreşgerî re bikin û gelê xwe ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade bikin. Emê bi hêza xwe ya civakî dagirkeriyê têk bibin. Ji bo ku em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bikin, dagirker û îxanetkaran bi dawî bikin, em dibêjin WERIN CENGA AZADIYÊ!.
Çalakiya ciwan û jinên ciwan ve bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.
QAMIŞLO
Meclîsa Ciwanan ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD), li navçeya Girbawî, di bin dirûşmeya “JI BO AZADIYA RÊBER APO, WERIN CENGA AZADIYÊ” û “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” basa pirtûkxaneya gerok, ku hemû pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, dan destpêkirin.
Basa pirtûkxaneya gerok ya ku ji aliyê ciwanên PYD’ê ve li navçeyên bajarê Qamişlo hatî li darxistin, ji aliyê ciwan û jinên ciwan ên bajêr ve rastî eleqeyeke zêde hatin. Ji aliyê ciwanan ve bi hezkirin û coşeke mezin hate pêşwazî kirin. Ciwan bi germahiyeke mezin xwedî li pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derdikevin. Di pirtûkên ku hatine danîn de, pirtûkên Rêber Apo û ya şehîd Sakîne Cansiz (Şehîd SARA) herî zêde ji aliyê ciwanan ve, meraq çêkir.
Jineke ciwan ku pirtûka şehîd Sakîne Cansiz ya JIYANA MIN HERTIM ŞER BÛ girtibû got; “Ji bo me şehîd Sara, kesayetekî cuda ye, ji bo vê jî naskirina şehîd Sara jî girînge. Bi naskirina têkoşîna şehîd Sara re, emê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê xurt bikin.”
Heman demê de ciwanê ku pirtûka Rêber Apo ya ZIMAN Û ÇALAKIYÊ RASTIYÊ girtiye diyar kir ku, xwe naskirina ciwanan bi naskirina Rêber Apo ve girêdayî ye û got; “Em weke ciwan heya ku em xwe nas bikin û dîroka xwe bizanbin, ji bo em fêrî rastiya xwe bibin, pêwîste em Rêber Apo bixwînin. Rêber Apo dibêje “Pirtûkên min li kuderê be, ez jî li wê derê me”, ji bo vê jî em weke ciwan dibêjin, pirtûkên Rêber li kuderê be, emê lê xwedî derbikevin, wan bixwînin û bidin xwendin, da ku karbin riya pêşiya xwe ronî bikin.”
Derbarê çalakiya basa gerok de jî jina ciwan ya bi navê Bêrîvan Ehmet jî got; “Li Rojava me şoreşek pêk aniye, şoreşa me şoreşeke çandî û civakî ye, ya girîng ewe ku em şoreşa xwe bikin şoreşeke zihnî. Ji bo ku em bikin şoreşeke zihnî jî divê em bixwînin û binasin. Tenê tiştê ku em bixwînin û binasin ew fikirên Rêber Apo ye. Rêber Apo riya me ronî kir, emê jî bi fikirên Rêber Apo pêşiya tevahî civakê ronî bikin.”
Ciwanan çalakiya xwe bi stran gotin û govend gerandinê bi dawî kirin.
Tê payîn ev basa pirtûkxaneya gerok ya ku ciwanên PYD’ê pêşengtiya wê dikin, wê li tevahî bajarên herêma Cizîrê dewam bike. Armanca ciwan ji vê xebatê ewe ku fikirên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li her derê belav bikin û ciwan xwe li ser wê perwerde bikin.