NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik (Ciwanên Welatparêz) kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîstan jî weşana xwe didomîne.
Di derheqê Hejmara 17’yemîn de ev daxuyanî hate dayîn;
Hejmara Îlonê ya Kovara Yurtsever Gençlik (Kovara Ciwanên Welatparêz) bi dirûşma “Werin Tevlî Meşa Azadiyê Bibin, Cihê Xwe Di Govenda Serkeftinê de Bigirin” bi we re ye.
Di vê hejmara kovara me de gelek nivîsên ku rêya berxwedanê ya ciwanên Kurdistanê nîşan didin hene.
Perspektîva Rêbertiyê, Perspektîfên ciwan û jinên ciwan yên derbarê pêvajoyê de, bersiva pirsên rola ciwan û jinên ciwan yên li dijî faşîzmê û banga seferberiyê ya ji bo çalakiyan cihê xwe di kovara me digirin.
Heval Abbas gotareke bi sernivîsa “Şerê Hêzên Şaristaniya Demoqratîk e” nivîsandî, di nivîsê de bal kişandiye ser ciwanên Kurdistanê, jinan û berxwedana gerîla ve.
Di beşa dosyayê de jî nivîsên derbarê faşîzma 12’ê Îlonê, û bandora wê li ser gelên Tirkiye û Kurdistanê û li hember wê berxwedana dîrokî a ku li zîndanan hatî raber kirin, cih digire.
Di beşa portreyê de jî wêneyê şehîd Senar Zagros, ya ku pêşengê Berxwedana Serdemê ya Geverê ye û fermandarê fedakar ya ciwanên Kurdistanê ye, cihê xwe digire.
Nivîsên ku ji pênûsa ciwanan di vê hejamara kovara me de hatî nivîsandin, ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê riyên serkeftinê nîşan didin.
Me bixwînin me binasin.
Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin!