DÛSSELDORF – Çalakiya Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi hevre dane destpêkirin, îro di roja xwe ya çaremîn de ye.
TCŞ û TekoJIN bi ciwanên enternasyonalîst re di bin dirûşmeya “Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” ji 11’ê Îlonê de li bajarê Essenê ya Elmanyayê dest bi meşeke Dirêj ku wê şeş rojan dewam bike kirin. Meşa ku bi coşeke mezin destpêkiribû, îro di roja xwe ya 4’emîn de bi germahiyeke mezin dewam dike.
Ciwanên ku di sê rojên dawî de ji Essenê ber bi Düsseldorfê ve meşiyan îro li ser rêya Düsseldorf-Leverkusenê dest bi meşa xwe kirin.
Ciwanan bi coş û moral meşa xwe berdewam kirin, li ruxmî ku baran jî dibarî ciwanan meşa xwe nesekinandin û gotin; “Ji bo azadiya Rêber Apo, emê di bin her şertê de bimeşin û çalakiyan li darbixin.”
Ciwan wê îro bi qasî 20 km bimeşin, û danê êvarê jî wê li Leverkusenê bi çalakiyên cuda, çalakiyên xwe berdewam bikin.