NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Zagonek diyalektîkî ye, aliyên binakok hevdû xwedî dikin û ber bi çareseriyê ve diçin. Di vê wateyê de nakokiya şoreş û dijşoreşê, nakokiya PKK’ê û 12’ê Îlonê hevdû bandor dikin, xwedî dikin. Ger berxwedaniya PKK’ê pêş neketiba, wê demê wê aliyê 12’ê Îlonê serwer bûba û dîktatoriya faşîst a tarî ku bi dehan sal xwe bidomanda serwer bibûya. Ger wisa nebûya, em baş dizanin ku ev ji ber her ku diçe girêdayî berfirehbûna vê berxwedanî û her ku diçe xwe berfirehkirina wê ye. Li Tirkiyê ji ber ku hêzên gel ên nûnertiya aliyekî vê nakokiyê dikin pir lewazin, ne di asta zêde berxwedan û lewra kamiliya veguhertina vê nakokiyê di leha gel de bûn bi asanî binketin. Ji ber bi asanî binketin di 12’ê Adarê de bi lez dîsa leşkeran xwe ber bi pişt perdê ve kişandin.
Ya rast ji ber ku darbe lê dabûn ev pêk hat, ne ji ber hatibûn derbaskirin. Ya rast 12’ê Îlonê jî bi arasteyek dişibe vê gelik rêxistinê çepgir binxistin û wer dizanin ku PKK jî binxistine. Lê ji aliyê me ve bi şêweyekî din nakokî kûr kirin, nakokiya gel, nakokiya Kurdistanê her ku çû derxistina asta şer, aliyê 12’ê Îlonê her ku çû sernexistin, her çiqas di nav xwe de kamil bibe jî digel jiyankirinê de rizîn, bi qasî ruhê kevn ê roja despêkê lê nedan û li erdê nexistin, her ku diçe likumîn, rawestîn û ber bi helandinê ve bir. Ya rast hinekî ya tê jiyîn ev e û ev bitemamî girêdayî pêşketina şerê PKK’ê ye. Her ku diçe nakokî ronî dibe.
Ya tê ronîkirin, bigelemperî nakokiya dîroka serdest a Tirk, bi taybet jî nakokiya komarê ye. Şênbertir faşîzma 12’ê Îlonê ji hemû aliyan ve ji bo civakê tê çi wateyê, bi hemû sazî û dezgehên xwe ve, bi qûral û şêwazê jiyanê ew naçarî xwe derxistina holê kirine. Ya rast berê ewqas vekirîbûn ne dihat xwestin yan jî ne dihat payîn ku naverok wisa pêş bikeve. Lê belê dema ku hêz li beramberî hev şer dikin wê jî xwedî dikin, ew wî bilind dike, di nav kê de çi hebe derdixe holê. Di naveroka me de çi hebû? Gelek hebû, beşekî şoreşger hebû. Me heta dawî ew kamil bidest girtin. Vaye, şerê me ji bo PKK’ê meşand, şerê di nav gêrîla de me meşand û şerê kesayet çi derxist holê? Partiyek bihêz, artêşbûnek bihêz û milîtanê bihêz derxist holê. Vê jî şer pêş xist. Pergalê jî xwe derxist holê. Wê jî sazî û dezgehên xwe birêxistin kir, milîtanbûna xwe bidest xist, artêşa xwe ber bi qada şer ve kişand. Heta dawî jî şer kir, lê kapasîta xwe ewqas bû. Ev kapasîte heta dawî bikar anî, hema bêje niha hêzên xwe yên cîgir jî xilaskiriye û di rewşek wisa de ye. Bi pêşketinek wisa re rûbirû ma. Encam ber bi ku derê ve diçe? Ber bi yek yê din binxistinê ve diçe.
Gelo dibe ku lihevkirin çêbibe? Ya rast me hinekî nêveng ji vê re jî vekirî hişt. Çaresiya siyasî, agirbest gotinên em ji devê xwe dernaxine, lê nayên. Çima? Ji ber ku wê li dijberî wan pêşbikeve. Niha ya wekheve, di leha nakokiyê de hêza ber bi çareseriyê ve biçe hêza PKK’ê ye. Ji bo wan ev dibe hilweşîn, windakirin. Ji bo wê heta dawî şer dikin û şer weke yekane rêya herî xedar ferz dikin. Li rewşa generalê wan binêrin, gavek siyasî ya herî ji rêzê jî bavêjin, weke ku wê dawiya wan bê tevdigerin. Bi taybet ên bi şer ve girêdayîne, yên berjewendiyê wan di şer de ye, yên perpirsyarê sereke ne ji şer wek beşê herî paşverû ber bi qezenckirina kîna civakê ve diçin. Di rastiyê de berpirsyarên vî şerî çend kesê hejmara tiliyan derbas nakine. Em wan derdixînin holê. Ger neyên çaresiyê, wê wêrekiya hinek gavên bi şêwazê lihevkirinê nekin. Di nerîna hevbeş de wê neyên gel hev. Ozal jî xistin. Ozal hinekî bi xwe sipartina DYE’yê bi çareseriyek biçûk a nav pergalê fikirî. Kemalîzm ji ber ku pir teng, paşverû û faşîste fersend nadayê.
Qaşo niha wezîrekî karê derve yê demokrat heye. Bi rêbazên Turkêş jî bikar ne anîn ajotina piyasê re mijûle. Wê demê Kemalîzm xetimî ye, nikare çareseriyê pêş bixe û di rewşek wisa de ye. Tevî me hemû hewldanên lihevkirinê ronî kirine jî ji nedîtî ve tên. Wer diyare wê şer bi vî şêwazî bidome. Heta dawî di nav xwe de tengaviyê dijî. Lê belê hîn jî naxwaze dev ji sengerên girtiye berdin. Hewl dide bandorgeriya civakê bikar bîne û xwe li ser piya bigire. Lê êdî nayê hizirin ku civak jî heta dawî pîrîm bide vê ji eyar derketinê. Dê taxtîk bi aqilane pêşxistinê pêwîst bike. Hem hinekî jî serwer bibin, wê ev rejîm bê derbaskirin. Çi bê şûna wê? Em bêjin îhtîmale demokrasî bê? Çareseriya pirsgirêkê li ser bingehên siyasî, taxtîkên em dikarin wek rêbazên aşîtiyane pênase bikin naskirina hebûna rastiya Kurd, fermiyet nasîn û wê dora fikirîna pêre hevbeş jiyankirinê bê. Vesazkirina pêwendiyan û hinek rêxistinên xwedî li vê derkevin dê bên avakirin.
Navê demokratîkbûnê jî dikare li vê bê kirin. Aşîtiyane, siyasî tu çi navî lê dîkî bikî, wateya hemûyan yeke. Me ji despêkê ve digot em ji vê re vekirîne, ne çareseriyek netewperest a teng, ji çareseriyek enternasyonalîst –Jixwe sedema hebûna me jî ew e- re vekirîne. Jixwe ev nêzîkatiyek di asta herêmî de ye. Îhtîmalek mezin vebijêrkek wisa piştî hilweşînê yan jî ji niha ve dikare bê hîskirin. Mesele hinekî din ev bê êş, bêy ku zêde êş bên kişandin, bê xwîn rijandinê pêkanîne. 138Bêçareserî ji bo gelê Tirkiyê jî mijara gotinê ye. Divê ku ew jî hinekî ber bi çareseriyê ve zorê li xwe bike. Ev rizîn demdirêj nikare berdewam bike. Wisa piştevan jî li vê vebijêrka şerê taybet nayê kirin û li pê wê nayê bezîn. Ti berjewendiyê gelan di vê de nîne. Pir baş tê dîtin ku, wê hîn jî bê dîtin û her ku biçe bigihêje raveyek siyasî. Vaye ev derbaskirinek cuda ye.
Ne bi şêwazê faşîst xwe bi sazîkirin û binketina PKK’ê, li hemberî çareseriya demokratîk, wekhev û di mercên azad de çareseriyê ji aliyê Tirkiyê ve jî dayîn rûnişkandina vebijêrkek demokratîke. Em bi vê jî difikirin. Di vê mijarê de hinekî têkoşîn heye, wê hîn jî pêş bikeve. Di rewşa zêde bihêznebûna vebijêrka demokratîk de, wê PKK zêdetir pêş bikeve û artêşa xwe ya şoreşê bi ser Tirkiyê de bişîne. Wê demê em nebêjin derxistina şoreşê, lê rêbazekî radîkal û şoreşgerî yê bingehîn, rêveberiyek şoreşger-demokratîk û desthilatiyek wê bibe mijara gotinê. Em dikarin ji vê re bêjin vebijêrka radîkal a şoreşê jî. Ya rast cudabûna rêbaz heye, wateya herdukan ya şoreşgerî heye. Lê aliyê yekê yê desthilat li pêşe, aliyê ya din ê demokratîk li pêşe. Pêşketinên bi vî rengî her ku biçe dê xwe êkilî şoreşê bikin.