NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla…..
Piştî çûyîna her du ziqûman, heval li ser helwesta wan a neyînî pir hûr û kûr bû. Heval her li ser helwesta wan ponijî, ponijî… Lê, qet tênegihişt ku ka ji bo çi jê re dibêjin; ji vir biçe, bila hevalekî din bê cihê te… Di vê helwesta wan de heval tiştêk têgihiştibû; ew jî wan bi serê zimanê xwe bi lêv kiribûn. Daxwaza ku Hecî Selîm ji heval kiribû agahî bûn. Dixwestin bi taybet di derheqê PJAK’ê de agahiyan ji heval bistînin. Ev daxwaza wan, ji bo heval pepêkan (gengaz) bû. Heval, wê rojê biryar da ku sibe biçe cihê şêwrê, mala Zana û Zînê. Wexta ku heval di mijarekê de asê dibû û çare nedidît, ji bo şêwrê diçû cem Zana û Zînê. Mala Zana û Zînê, tenê ne cihê şewrê
bû ji bo heval. Di heman demê de cihê coş û dilşadiyê jî bû. Deriyê hewşa malê ji heval re Sîsê vekir. Sîsê, wê rojê xwe xemilandibû, wek gulekê bû; wek guleke xweşik. Fanîlek li xwe kiribû, lê du sê xulekan carekê her milê fanîlê ji ser gurmiskên milê xwe dişemitand; ji bo ku heval jî bibihîze digot; “ax! ax! Heval hûn nizanin, em li Îranê çi dikişînin. Nahêlin em azad kincan li xwe bikin, nahêlin em xwe bixemilînin.” Ji gotin û helwesta Sîsê, heval matmayî dibû, lê pir jî ji zekîbûna wê kêfxweş dibû. Heval çend caran hinarikên rûyên Sîsê maçî kirin. Sîsê ji heval re got:
-Heval, li malê mêvan hene; bila te nebînin, heya deh xulekan wê rabin. Li embara qût bisekine. Dema ku mêvan rabûn, ez ê werim. Ez û tu, em ê bi hev re derbasî jor bibin…
Sîsê, çû jor. Heval jî di embara qût de heya ku mêvanên wan rabûn, li ser çewalekî birincê rûnişt. Mêvan, ji jor rabûn. Dayîka Sîsê û Sîsê jî li gel mêvanan heya ber deriyê hewşê mêvan bi rê kirin. Lê, dayîka Sîsê her kêliyekê; ji her du mevanên jin re digot hîna zû bû, hûn rûniştibana. Her ku dayîka Sisê ji mêvanên xwe re digot; hîna zû bû hûn bimana, Sîsê jî ev gotina dayîka xwe dubarê dikir…
Piştî ku mêvan ji hewşê derketin û çûn, dayîka Sîsê û Sîsê jî li dû hev hatin cihê ku heval xwe lê veşartibû. Dayîka Sîsê, bi hemû hêza xwe destê heval guvaşt, bixêrhatina heval kir, hal û xatirê wî û yê hevalan pirsî…
-Sax bî. Hemû heval bê bela ne.
Heval li pêş, Sîsê li dû heval, dayîka Sîsê jî li dû Sîsê derbasî jor bûn. Heval li ser kursiyê rûnişt. Li hêla jor Zînê, li jêr jî Sîsê rûniştin. Zinê careke din ji heval pirsî:
-Hûn çawan e, bê bela ne?
-Belê. Em, bê bela ne û em pir jî bi serkeftî ne. Piştî çalakiya Oremarê û Berxwedana Zapê em pir kêfxweş in…
-Em jî bi serkeftina hevalan kêfxweş in…
-Birayê min Zana li ku ye, wê dereng were?
Berî dayîka xwe, Sîsê, heval bersivand. Sîsê wexta ku heval pirsek dikir, ji bo ku bala heval bikşîne ser xwe hema yekser bersiv dida heval:
-Bavê min, wê çend xulekên din bê. Em ê bi hevdu re biçin di nava gulên xweşik de wêneyên xwe bigirin. Heval tu jî li gel me were ku em, bi hevdu re wêneyên xwe bikşînin. Heval qet nedixwest ku Sîsê aciz bibe. Sîsê, li ber dilê heval pir hêja û giranbiha bû. Sîsê ezîza ber dilê heval bû. Ji bo dê û bavê xwe jî Sîsê ezîza ber dilê wan bû. Sîsê, li ber dilê wan jî pir giran bû…
Di wê kêliyê de bavê Sîsê, Zana ket hundirê odeyê. Bixêrhatin kir û bi hemû hêza xwe heval hembêz kir. Hal û xatirê hevalan û heval pirsî:
-Heval çawan e, bê bela ne?
-Spas, hemû heval bê bela ne…
-Tu çawan î? Bi ziqûman re çawa derbas dikî? Di navbera te û wan ziqûman de hîn jî pirsgirêk hene? Ji te razî ne, an na?
-Razîbûna çi! Lewma ji min re dibêjin; ji vir biçe, bila hevalekî din bê cihê te.
-Ji bo çi wisa dibêjin?
-Min jî ev sedem fêm nekir. Lê belê, dibêjin tu qet agahiyan nadî me. Bi taybet di derheqê PJAK’ê de… Lê belê; ez bawer nakim tenê sedem ev be.
-Ez jî ne bawerim, ku sedem tenê ev be, heval. Hin agahî hatin guhên min!
-Hin agahiyên çawa kek Zana?
-Ew ên ku têne zanîn, ên ku li te rû badane! Ew ên ku dibêjin, namûs jî tê de her tiştekî me ji bo Serok Apo, ji bo partiyê(!)… Bi çev û roj karmendên dewletê diçin malên wan. Pêkan e wan di derheqê te de hin agahiyên ne baş dabin wan…
-Rast e, kek Zana. Ez, beriya vê bi çend rojan, çûm mala yekî ji wan. Li wê derê min gotibû; “ez bawer nakim ev karmendên ku bi me re bi navê wan dixebitin, agahiyên ku em didin wan rast û durist rê dikin paytextê…”
-Ez niha têgihîştim ka ji bo çi dixwazin tu ji vir biçî û hevalekî din were şûna te.
-Bi te, sedema sereke ew gotina min e?
-Belê heval! Ew gotina ku te gotiye; “ez bawer nakim, ev kesên ku em agahiyan didin wan rast û durist rê dikin paytexta xwe.” Ez bawer dikim ew kesên ku bi saya serê partiyê bi qasî dinyayê bûne xwedan mal, milk û sermiyan… Ango, ew ên hîz û diz. Ew ên ku ji bilî cuzdan û doxîna wan tu nirxên mirovatiyê ligel wan nemane.
-Belê, heval…
Di dema ku heval û Zana bi hevdu re diaxifîn, Sîsê jî xwe kerr û lal kiribû. Li ser mehfûr, di quncika odê de rûniştîbû. Lê belê, mirûzê wê pir tirş bû. Çavên bavê Sîsê wexta bi Sîsê ket û dît ku mirûzê wê pir tirş e, ji Sîsê re got:
-Karxezala min. Ji bo çi li wî quncikî xwe kerr û lal kiriye? Ji bo çi rûyê karxezala min tirş e? Were cem min…
Sîsê bi awayekî kelagîrî hat cem bavê xwe. Bavê Sîsê, hinarikên her du aliyên rûyê Sîsê maçî kirin. Lê, ji bo ku daxwaza Sîsê ji aliyê heval û dayîka wê nehatibû pejirandin pir bêzar bibû. Ji ber vê yekê peyv ji devê Sîsê dernediketin. Dayîka Sîsê, berê xwe da Sîsê:
-Keça min a delal xwe xemilandi ye da ku em bi hevdu re biçin di nava gulên xweşik de wêneyên xwe bikşînin. Lê dibêje bila heval jî li gel me bê.
-Ez û heval jî em naxwazin karxezala min bêzar bibe. Xwe li me ragir e, keça min. Heval wê çal û çapika min li xwe bike. Heval dê çikekê bide serê xwe û berçavkekê jî em ê bidin heval û em ê bi hevdu re biçin wêneyên xwe bikşînin, bizivirin…
-Ji bo çi heval çal û çapika bavê min li xwe dike? Ji bo çi berçavkê dike ber çavên xwe? Ji bo çi şikê dide serê xwe? Ez vê yekê halî nabim?
-Eger heval kincên xwe neguhere û dijmin jî heval ligel me bibîne, wê dijmin mala me wêran bike, gundê me jî kevl bike. Dijminê me dijminêkî bê rehm û hov e.
-Ez halî bûm dayê (min fêm kir).
Zînê çal û çapik, şika Zana û berçavkek anî dan heval. Heval, di heman demê de xwe amade kir. Her çar bi hevdu re; heval û Sîsê li kursiya paşiyê de, Zîn jî li kursiya pêşî rûniçt. Di çûn û hatinê de, kêm bi hevdu re axifîn, carekê Zana ji heval re got:
-Heval, eger di rê de hinekan ji te pirsî; bêje, “ez di rê de li vê taksiyê siwar bûm.”
-Baş e, kek Zana.
Carekê Sîsê ji heval, cihê ku gerîla tê de dimînin pirsî:
-Heval, cihê ku gerîla tê de dimînin çawan e? Wek vê derê xweşik in, asê ne?
-Belê, wek bihuştê ne.
-Ma qey tu çûyî bihuştê?
Wexta ku Sîsê ji heval re got; “ma tu çû bihuştê”, heval ji pirsa Sîsê matmayî û şermezar bû. Nikarîbû bersivê bide Sîsê. Heval, ji bo ku Sîsê hin pirsên din neke, bi dil û can ji Sîsê re:
-Li vî bajarî, keçika herî xweşik kî ye?
Wexta ku heval ji Sîsê ev yek pirsî, hem ji kêfxweşî û hem jî ji çerma rûyê Sîsê sor bû. Vê carê jî Sisê heval ne bersivand…
Her çar di nava gulên xweşik de wêneyên xwe kişandin. Gulên xweşik û Sîsê ewqas li hev dikirin, ewqas bi ser hevdu ve bûn ku Sîsê ji gulan jî xweşiktir bû. Piştî wêneyên xwe kişandin, hema zivirîn bajêr. Di rê de, qet bi hevdu re neaxifîn. Lê belê, wek di çûyînê de, di zivirandinê de ji her sê; heval, dayîk û bavê Sîsê bi tirs û fikar bûn. Tenê Sîsê, ne bi tirs û fikar bû. Tirs û fikara wan û ya heval ew bû ku, polîs an jî leşker di rê de nasnameya heval
pirs bikin. Lê, di rê de kesî ew nedan sekinandin, bê bela heya bajêr hatin. Heval, nêzî mala komunê ya yek kesî, destên dê û bavê Sîsê guvaştin, hinarikên rûyê Sîsê maçî kir û deriyê taksiyê nîv vekirî, li Zana zivirî berê xwe da Zana:
-Kek Zana; beriya ku ez ji taksiyê peya bibim, ez dixwazim ku di derheqê mijarekê de tu min agahdar bikî…
-Kerem bike heval…
-Behsa sêzdekê tê kirin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê? Ev sêzdek çi ye? Wate ya wê çi ye? Ji bo çi xelkê vir wê rojê derdikeve çolê?
-Heval, sêzdek; sêzdehê heyva nîsanê ye. Wateya wê ev e; xelkê me bawer dike ku, roja sêzdehê nîsanê rihekî xêrnexwaz, rihekî xerab dikeve malan… Gelê me jî ji bo ku ew rihê xêrnexwaz û xerab nekeve malan, wê rojê li çolan dimîne, derdikevin çolê.
-Spas ji bo agahiyên te, kek Zana.
-Em, li sêzdekê; ango sibe diçin Geliyê Qasimlo, heval.
-Bila, kek Zana
Dê berdewam bike…….