MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Minbicê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di bin dirûşmeya “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye” û “Ji bo azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” sinevizyon temaşe kirin û pirtûkên Rêberê Gelan li ciwanan belav kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Minbicê, di konferansa xwe ya yekemîn de biryar girtibûn ku, xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan werin zêde kirin û bibe xebatên bingehîn. Li ser vê esasê jî ciwan û jinên ciwan ên bajarê Minbicê, li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji ciwanên bajêr re li qada Sebi Behrat (Heft Gol), li ser Komploya Navnetewî ku di salên 1999’an de li ser Rêberê Gelan bi pêşketî, li dijî wê heya roja îro berxwedana Rêber Apo sinevizyonek pêşkêş kirin.
Sinevizyona ciwanan bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa kurdistanê destpêkir. Piştî ku ciwanan sinevizyon temaşe kirin, pirtûkên Rêberê Gelan li ciwanan hatin belav kirin. Pirtûkên Rêber Apo ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyeke zêde hat.
Herî dawî jî çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.