NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber li gorî qadên cuda yên xebatê bi şêweyê pênc navendên qadan xwe bi rêxistin dike û xebatên xwe bi rê ve dibe. Navendên qadan jî ji 7-13 endaman pêk tên. Her qad ji aliyê kordînasyona ku ji 3 kesî pêktê ve tê birêvebirin. Navendên qadan mehê carekê di derbarê xebat, plansazî û projeyên xwe de raporan pêşkeşî Serokatiya Konseya Rêveber dikin. Biryarên Kongra Gel û giştînameyên Konseya Rêveber pêk tînin. Xebatên xwe li gor bername û rêvebirnameyên ku amade kirine, dimeşînin. Pêwîst e ku ev jî ji aliyê Serokatiya Konseya Rêveber ve bêne erêkirin. Navendên qadan li gorî xweseriya xebatên xwe bi qasî ku pêdivî pê hebe komîteyên jêr bi rêxistin dikin. Ji bilî vê yekê navendên qadan, komîte û kordînasyon ji bo di qadên xwe de xebatên xwe bi awayekî hîn karîger û piralî pêşvebibin, li gorî pêdiviyan rêxistinên jêr û kêlekê ava dikin an jî bi rêxistinên wiha re dikevin nava têkiliyan.
1- Navenda Qada Bîrdozî
Li ser bingehê xeta Rêbertiyê ji meşandina têkoşîna bîrdozî û xebatên teorîk, domandina perwerdiya kadro û gel, pêşxistina xebatên çandî, hunerî-wêjeyî, meşandin û domandina xebatên propaganda ajîtasyonê berpirsiyar e. Saziyeke ku ji rêxistinkirin û meşandina hemû xebatên bîrdozî ên pergala KCK’ê berpirsiyar e. Ji bo erk û peywirên
xwe bi serketî bimeşîne, xwe bi awayê komîteyên li jêr bi rêxistin dike.
a- Komîteya Zanist û Ronakbîriyê: Ev komîte ji pêkanîn û pêşxistina xeta bîrdozî-felsefîk a ji aliyê Rêbertiyê
ve hatiye diyarkirin, berpirsiyar e. Di derbarê hemû qadên dîrok û jiyana civakî de di zemînên cuda de li ser bingehê rêxistîbûna akademîk xebatên kûr û dorfireh ên teorîk û rewşenbîrî (entelektuel) dimeşîne. Saziya têkoşîna bîrdozî a bingehîn e. Di bingehê xebatên zanyarî de di Kurdistan û Rojhilata Navîn de xebatên ronakbîriyê pêşve dibe. Perwerdeya kadro û xebatkarên KCK’ê dimeşîne û perwerdeya demokratîk a gel teşwîk dike.
b- Komîteya Çandê: Ji meşandina xebatên hunerî û wêjeyî berpirsiyar e. Xebata pêşvebirina çanda Kurd û hindikayiyan û pêşxistina perwerdeya çandî ya civakê dimeşîne. Rêxistîbûnên çand-huner pêşdixe û piştgiriyê didê.
c- Komîteya Ragihandin û Çapemeniyê: Li gorî xeta Serokatiyê polîtîkayên çapemenî û weşanê çê dike, piştgiriya pêşxistin û pêkanîna rêxistîbûna çapemenî û ragihandinê dike. Ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî û bîrdozî xebatan dimeşîne. Ji bo ronakbîriya civakê di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî de pêk were, xebitînê weke peywir dihesibîne. Ji bo ku demokrasî were rûniştandin, di qada giştî de mekanîzmaya venêrîn, hêza çavdêrî û rexneyan bi cih tîne. Ji bo derbaskirina desthilatdariya li ser bingehê yekdestkirina zanistê û bi armanca pêkanîna demokrasiya ku xwe dispêre gel, hedef dike ku her cureyê agahiyên zanistî bibe malê gel û giştî bibe.
Dê berdewam bike…..