NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo Festîvala 30’emîn a Çanda Kurd a ku wê di 17’ê Îlonê de li bajarê Landgraafê yê Hollandayê pêk were, banga tevlîbûnê kirin.
Daxuyaniya hevpar a TCŞ û TekoJIN’ê wisa ye:
“Meşa azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo ku ji aliyê ciwanên Kurdistanê û enternasyonalîstên li Ewropayê bîst sal in bênavber didome, di dîroka berxwedana pêncî salan de jî ji pêvajoyê re dibe bersiv û îsal jî bi hemû heybeta xwe didome. Ji gelek welatên Ewropayê ciwanan berê xwe dan Elmanyayê û di rê de polîsan xwestin ciwanan asteng bikin, di meşê de polîsan provokasyon kirin, faşîstên Tirk êrîş kirin, şertên fîzîkî yên hewaayê, astengkirina teknîkî, destgîrkirin û şîddet jî hate kirin lê dîsa jî endamên TCŞ û TekoJIN’ê di serî de hemû beşdaran meş li gorî armanca wê pêk anîn. Em têkoşîna hemû meşvanan pîroz dikin û hemûyan silav dikin.
Wê qonaxa dawîn a meşa îsal jî ‘Festîvala Çanda Kurdan a Navneteweyî’ be ku 30 sal in li Ewropayê bi awayekî heybet tê lidarxistin. Ev festîval û pêvajo di pêvajoyeke gelekî girîng de tê kirin. Ev festîval her sal bi heybeteke mezin tê kirin îsal jî ji ber pêvajoya ku em tê de ne, bêtir girîng bûye. TC’ya mêtinger û dagirker, li hemû parçeyên Kurdistanê bi polîtîkayên dagirkerî û qetlîamê encamê bistînin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di serî de gelê Kurdistaê, bi berxwedaneke mezin polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker pûç dike.
Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê hebûna xwe li ser tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê de dibîne. Ji ber vê jî pergala êşkenceyê ya li ser Rêber Apo bi awayekî ku li dinyayê mînaka wê tune, pêk tîne. Hemû welat kiriye girtîgeh û bi pergala êşkenceyê ya Îmraliyê dixwaze civakê dîl bigire. Bi ser de jî li Zap, Metîna û Avaşînê hemû teknîka xwe û metoda şerê qirêj dixe dewrê. Dema ku nikare encamê bistîne jî çekên kîmyewî yên ku li gorî peymanên navneteweyî sûc e, bi kar tîne û dixwaze têkçûna xwe ya li hemberî gerîla jî berevajî bike. Êrîşî hemû destkeftî û nirxan dike ku gelê Kurdistanê bi berdêlên mezin û fedakariyê ava kiriye. Ev êrîşên topyekun bi berxwedana topyekun dikare were pûçkirin. Li hemberî van êrîşan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî destkeftiyên gelê Kurdistanê û dahatûya wê diparêze. Li hemû parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat û dostên me, wê bi ruhê berxwedanê yê Zapê ew ê têkoşînê bilind bike, polîtîkaya qirêj a dewleta mêtinger pûç bike, wê krîz û aloziya li TCyê kûrtir bike û meşa azadiyê jî bi encam bike.
Dewleta faşîst a niha êrîşî destkeftiyên li Rojava jî dike. Rojava hêviya cîhanê ye, xwe dispêre jiyana hevpar a gelan a azad, wekhev û hevpar û xeta azadiya jinê li wir ketiye meriyetê. Ji bo peydakirina piştgiriya êrîşa li dijî rojava stûyê xwar dikin, ji bo dijminatiya Kurdan çi ji destê wan tê dike û li pêşiya her tiştî xwe reben dikin. Dewleta Tirk a mêtinger li Kurdistanê ne bi nê êrîşên qirkirina fîzîkî dike, li hemberî çand, ziman, stran û erdnîgariya Kurdan jî şerekî qirkirinê dimeşîne.
Di pêvajoyeke wisa girîng de beşdarên Meşa Dirêj a ku bi ruhê berxwedanê ya Zapê tevlî Festîvala Çanda Kurdan a 30’emîn dibin, wê bersiva herî xurt a ji bo pêvajoyê be. Ciwan wê meşa xwe ya 6 rojan bi festîvala Hollandayê bike yek û kombûna bi gel re wê moralekî nû ava bike. Ji ber vê divê hemû ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê divê bi îrade û motîvasyona Meşa Dirêj festîvalê bibe û di vê pêvajoya dîrokî de karibe rola xwe pêk bîne. Bi vê wesîleyê em keda hevalên ciwan ên ku li Elmanyayê hê jî meşa xwe didomînin silav dikin, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê pêngava ‘Azadkirina Rêbertiyê’ ya ku armanca vê Meşa Dirêj e jî bi ser bixînin.”