NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
-Belê, ez wisa difikirim.
-Ango, ez ji dengê te jî pir hez dikim? Tu dibêjî, “tu ji dengê jinan pir hez dikî. Wê wextê, tu ji dengê min jî hez dikî.” Jixwe sîh sal in dengê te ez gêj kirim.
-Bila bi ya te be Zana Efendî! Gotinên te ne jidil in. Tiştê ku devê te dibêje dilê te nabêje.
Piştî van gotinan Zînê axaftina xwe qut kir. Ji ber ku Zînê axaftina xwe qut kir, Zana jî bêdeng bû. Demekê kes bi kesî re neaxivî. Lê, ev bêdengî dema Zînê bi kurê xwe Nebaz re axivî bi dawî bû.
-Nebazê min; ji bo çi tu bê deng î, ji bo çi qet tu naaxifî?
-Ez, we guhdarî dikim. Naxwazim bi taybet axaftinên te û bavê
xwe bibirim. Ez pir pê kêfxweş dibim, gelek jî jê sûd werdigirim. Di paçerojê de ev nîqaçên we wê bi min re bibin alîkar.
-Kurê min; tu tevlî nirxandinên min dibî, yan nirxandinên bavê xwe? Tu ji dengê keçan hez dikî an ji dengê xortan?
Nebaz ji çerma bersiv neda dayîka xwe. Axaftina Zînê bi kurê xwe Kawayê Nebaz re bi dawî bû. Heval,
berê xwe da Zînê û wateya navê kurê wê pirsî;
-Xwîşka min, ez wateya Kawa dizanim. Heta wek hemû Kurdên serwext ez jî dizanim ku Kawayê Hesinkar e. Ji bo çi dibêjin Kawayê Hesinkar, ez wateya wê jî dizanim. Lê belê, çima hûn ji kurê xwe re dibêjin Kawayê Nebaz, ez wê nizanim? Hûn dikarin wateya Nebaz ji min re vebêjin?
-Ji ber ku Kawayê Hesinkar tu caran xwe ji çer nedida paş, lewma Kurd ji Kawa re dibêjin, “Kawayê Nebaz”.
Heval, li ser vê gotina “Nebaz” çend xulekan hizirî. Di nava xwe de, xwe bi xwe ev mijar nîqaş kir. Tiştekî xerîb e. Hemû zanayên şer, kesên ku emrê xwe bi çer derbas kirine dibêjin ku, şer fêlbazî ye. Lê, Kurd jî pesnê kesên ku di çer de xwe nadin paş didin…
-Kekê Zana, ji bo çi ji Kawayê Hesinkar re gotine Kawayê Nebaz?
-Ez bawer im, wexta ku Medan bi gelên dîtir ê bindest re li dijî împaratoriya Asûr şer dikirin, serdest û dagirkerên wek Asûriyan şer bi fêl û fenan didan meçandin. Ji ber ku, jiyana wan li ser fêl û xapandinê bû. Jiyana Medan jî li ser rastî û duristiyê bû. Di jiyana wan de xapandin û hîle tune bû. Jiyanek wisa bandora xwe li ser şêwazê şerê wan jî kiribû…
-Baş e, kekê Zana. Lê, piştî ku Medan împaratoriya Asûr hilweşandin û li dijî dagirkeriya Asûriyan bi ser ketin, careke din mirov di dîrokê de serkeftinek Kurdan nabîne. Di şer de serneketina Kurdan mirov divê çawa binirxîne…
Dê berdewam dike….