NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi serketinê tacîdar bike 12’ê Îlonê dest bi pêngaveke nû ya berxwedanê kir. Pêngava ku bi şiyara ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re dem dema azadiyê ye’ di salvegera çilî ya darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î hate ragihandin.
Her çend têkoşînek li ser bingeha dijberiya li faşîzma AKP-MHP’ê be, di salvegera çilî de rabûneke nû a li ber darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ye, ji bo paqijkirina bermahiyên darbeyê ye Di Îlona sala 2020’an de konseya rêverber a KCK’ê bi dawxeyaniyekê pêngava dem dema azadiyê ye ragihand. Li çar perçeyên kurdistanê û derveyî welat Jî ev pêngav bi awayekî bi hêz derbas bû ,û bi awayekî yekser bandora xwe li ser rojeva siyasî jî kir, ji çarperçeyên kurdistanê heya derveyî welat, heya bi qadên gerîlla gel û gerîlla di nava tevgerê da bûn. wekî her car Tevegera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê jî cihê xwe di nava va pengavê de girtin û bi rola xwe ya pêşeng rabûn. Tevegera Ciwaên Şoreşger bi slogana “li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê “di çarçoveya hemleyê de di nava 2 salan de gelek çalakî,xebatên perwerdê ,û konferans li darxistin her wiha tevlêbûna seferberiyê jî îlan kirin.
Tevegera Ciwaên Şoreşger ê Sûriyê di nava 2 salên borî de di çarçoveya hemleyê de 15 panel û komxebat bi naverokên mîna rola ciwanan ,xiyaneta PDK’ê û Dagirkeriya dewleta tirk ,her wiha bi navarokê netewa demkoratîk û kapîtalizim û gelek naverokên cuda li darxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê di nava 2 salan de di çarçoveya hemleyê de 9 konferansên herêman li darxistin di hêman demê de bi slogana EMÊ BI CIWANTIYÊ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ BI RÊXISTIN BIKIN Û ŞOREŞA ÇANDÎ MISOGER BIKIN Tevgera Ciwanên Şoreşger kongreya xwe ya 3 emîn li darxist. Tevgera Ciwanan li hemberî şerê Taybet û ji bo bipêşxistina hişmendiya welat parêzî 5 perwerdeyên navendî û bi dehan perwerdeyên li qadan vekirin. Her wiha 7 festîvalên werzîş û çandê li dar xistin. Tevgera Ciwanan di çarçoveya hemleya dem dema azadiyê ye û werin cenga azadiyê 4 meşên dirêj li darxistin di wan meşên ku li beramberî xiyaneta PDK û destekdayîna berxwedana gerîlla li heftenîn û garê û metîna da bi hezaran ciwan tevlê meşê bûn û bi sedan ciwan tevlî vê seferberiyê bûn. Di destpêka sala 2021an de dewleta tirk êrişên xwe li ser bajarê enîsayê giran kir ciwanên Şoreşger jî dîsa di çarçoveya hemleyê de ji bo destekdayîna QSDê bi dehan ciwan ji qadên Bakur û Rojhilatê sûriyê cihê xwe di çeperan de girtin. Di 14 nîsana 2022’an de piştî ku dewleta tirk li Heftenîn û Garê têk çû vê carê berê xwe da zap’ê tevgera Ciwanan disa dest bi tevlêbûna seferberiyê kirin. Vê carê ne tenê ji bo çiyayê Zap ,ê her wiha ji bo gefên dewleta tirk li ser rojavayê kurdistanê ciwanên Şoreşger dest bi amedekariyên pratîkî ê şerê gelê şoreşgerî kirin, li her qadê perwerdeyên li çekan, civînên tevlêbûna seferberiyê hatin bi rêxistin kirin, bi slogana di her malekê de ambulansvanek perwerdeyên tenduristiyê bi rêxistin kirin,her wiha cihê xwe di çêkirina çeperên şer û tunelan de jî girtin. Heya niha jî amedekariya Tevgera Ciwanên şoreşger li bakur û Rojhilatê sûriyê berdewamin.