NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla…
Heval, ez bawer dikim ji Medan heya roja me ya îro Kurd, bi piranî dûrî dewletê sekinîne. Lewma dûrî hîle, xapandin û derewan jî sekinîne.
-Ango tu dibêjî, hîle, derew û xapandin şêwazên dewletê û yên çînên serdest in?
-Belê heval.
Piştî axaftina di navbera heval û Zana de, yên di taksiyê de, heya pêşiya Qesra Qasimlo kes qet bi hevdu re neaxifîn. Zana, li pêşiya Qesra Qasimlo taksî da sekinandin. Hemû ji taksiyê peya bûn. Zana ji heval re got:
-Em derbasî nava qesrê bibin, tê jî qesrê bibîne. Zînê, li dijî vê derket û gote mêrê xwe:
-Ma te aqlê xwe xwariye! Çawa heval bi me re li nava qesrê bigere! Yek derkeve şeytaniyê bike, wêneyê me û heval bikşîne, wê mala me û ya heval jî wêran bibe!
-Ji bo çi mala me û ya heval dê wêran bibe?
-Yên ku li vir wêneyan bikşînin, an şeytanê dewleta Îranê ne, yan jî, ji bo berjewendiyên xwe wê me jî û heval jî bifiroşin dewletê. Ez dibêjim, bila heval dîsan li taksiyê siwar be da ku kes wî nebîne.
Di wê kêliyê de Sîsê ku heta wê wextê qet nediaxifî, gote bavê xwe:
-Rast e, bavo. Ez jî dibêjim bila heval dîsan li taksiyê siwar be…
-Baş e keça min; bila bi ya te û dayika te be.
Li ser gotinên Zana, heval li taksiyê siwar bû. Heya ku malbata Zana ji Qesra şehîd Qasimlo derketin bala heval li ser qesrê bû. Lê fikra wî çûbû ser tevgera Qasimlo. Heval, xwe bi xwe li ser siyaseta Îranê û tevgera Qasimlo dihizirî… Di dilê xwe de digot; siyaseta Îranê ya di der heqê Kurdan de ez bawer dikim ev e: Kurd bê serî hiştin e. Çawa ku bi kuştina Qasimlo di heman demê de Kurdên Rojhilat bê serî hiştine… Qesra Qasimlo jî bi wî rengî bê
xwedî hiştine… Heval di nava van hizir û fikaran de bû ku Zana û malbat ji Qesrê derketin, ber bi taksiyê ve hatin. Li taksiyê siwar bûn. Lê belê, her çar jî mîna ku çûne maleke lê çîn hebe devê wan venedibû… Mirov digot qey her çar jî çûne sersaxiya miriyekî, çûne mala çînê… Zînê li kêleka Zana, li pêşiyê rûnişt. Berê xwe da heval:
-Gotinek bav û kalên me heye, dibêjin: ‘Serî nebe, tu qîmeta dest û piyan nîn e.’ Wexta ku ez ketim Qesra Qasimlo, ev gotin hat bîra min. Bi şehîdkirina Qasimlo, Îranê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bê serî hiştin… Qesr jî bêxwedî hiştin û kes li Qesrê nanêre. Heya demekê Qesr wê wisa bimîne, dawiyê jî bi xwe hilweşe…
Siyaseta Îranê ji bo Kurdan wisa ye; Kurdan bê serî bihêle da ku di demekê de birizin, tune bibin…”
Ji Qesra Qasimlo heya cihê ku wê heta êvarî lê bimînin Zana taksî ajot. Lê, ji ber ku gelek mirov hatibûn seyranê, rêka dehpanzdeh xulekan nêzî saetekê ajot. Geliyê Qasimlo ji ber sêzdekê bi mirovan tijî bû. Gel, bi kincên xwe yên rengareng derketibûn seyranê. Geliyê Qasimlo jixwe rengîn bû; lê mirovên ku derketibûn seyranê gelî hîn zêdetir rengdar kiribûn. Geliyê Qasimlo di sêzdekê de wek cihê dawetê bû. Hinek kesan li ber dahol û zirnê
dîlan girtibûn, govend digerandin. Hinekan jî pez ser jê dikir, xwarin çêdikirin. Zana, ji cem malbata xwe û heval rabû çû. Li cihekî digeriya ku ba jê negire û tevî malbatê karibin heya êvarê lê rûnên. Piştî çend xulekan zivirî hat. Zînê jê pirsî:
-Ma te cihekî xweş dît an na? Îro em ê gelek şeperze bibin, zehmetiyê bikêşin…
-Malbata Rehîm jî hatine seyranê. Cihê wan xweştir e, emê biçin cem wan.
-Rehîm? Ew ê ku du caran zewiciye, ne wisa?
-Belê. Ew ê ku navê jina wî ya mezin Rehîma, navê jina wî ya biçûk jî Medîne ye.
-Wê wextê, em biçin.
Hemû rabûn, ber bi cihê ku malbata Rehîm lê dimîne meşiyan. Dema gihiştin wê derê Rehîm li pêş, malbat jî hemû bi dû wî de yeko yeko destê heval û destê malbata Zana û Zînê girtin, bixêrhatina wan kirin. Paşê Zînê çû cihê ku jin lê rûdinên. Heval, Zana û kurê wî Kawayê Nebaz jî çûn cihê zilam lê disekinin. Sîsê jî li wan deran çivek a ji dara biyê di dest de, ji xwe re digeriya. Ji nişkê ve dengê zilamekî bi bilindahî û bi hêrs hat. Zilam, destê jina
wî di dest de, bi ser Sîsê de qîr kir:
-Wisa neke! Ma dê û bavê te li ku derê ne? Te berdane çolê û kî di pêşiya te re dibihure tu vê çivika ji darê biyê li wan didî! Li ser vê gotinê, Zana bi hêrs ji cihê ku lê rûdinişt rabû, çû ji zilam lêborîna xwe xwest. Ji zilam û jina wî re got:
-Ew keça min e, li me biborin… Zarok e. Hîna ne serwext e, tiştên baş û nebaş ji hev dernaxe.
-Xem nake keko… Zilam hinarikên rûyê Sîsê ramûsand û Sîsê hembêz kir. Paşê jî ji jina xwe re got: Înşellah Xwedê keçek wisa bedew bide me jî.
-Înşellah…
Zana ji zilam re got:
-Ez bawerim hûn nû zewicîne. Xwedê we bextewar bike. Xwedê zaroken ji Sîsê xweşiktir bide we…
-Bila zarokên wek Sîsê bide me, em ji Xwedê tiştekî din naxwazin. Ji ber ku Sîsê ji gulên xweşik jî xweşiktir e…
-Hûn sax bin, Xwedê mirazê we hasil bike…
-Keko, em biçin cem me. Çayeke me vexwe.
-Keko spas. Em ê li nav van baxçeyan bigerin, bi xatirê we…
-Oxira xêrê be.
Zana bi destê Sîse girt û hat cihê ku heval, Rehîm û zilam lê rûdinên. Rûniştin. Sîsê jî, li ber çoka bavê xwe rûnişt. Zana, keça xwe Sîsê ber bi hembêza xwe ve kişand, bi hemû hêza xwe ew guvaşt. Sîsê hem ji şerma, hem jî ji guvaştina bavê xwe sipîsor bû. Spîtiya rûyê wê wenda bû. Ji ber ku rengê Sîsê sor û spî bû. Zana û Zînê navê Sîsê li keça xwe kiribûn. Bi Kurdî ji keç an jî jinên sorspî re dibêjin, Sîsê. Ji xortan an ji mêran re jî dibêjin, Sîso…
Zana ji Sîsê re got:
-Keça min; eyb e, şerm e! Ji bo çi tu diçî ji paş ve, li jin û mêrê xelkê didî. Baş bû ku ew jin û mêr mirovên serwext bûn. Xwe zêde aciz nekirin. Baş bû ku di navbera me û wan de tu nexweşiyan rû neda. Eger zarokekî wek te wisa bike, di navbera min û wî zilam û jina ku te lê dabû gengaz bû ku pevçûn derbiketa…
Sîsê wexta ku axaftinên bavê xwe guhdarî kir hîn sortir bû. Ji hembêza bavê xwe hêdîka rabû. Bavê wê jê pirsî:
-Bi ku de, keça min?
-Ez ê biçim cem dayîka xwe.
-Baş e keça min a delal, biçe. Lê belaya xwe di kesî nede.
-Baş e bavo.
Ji bo ku ba kincên wê raneke hewayê û rahnê wê xuya neke Sîsê, bi kincên xwe girt û çû.
Li pêşiya cihê ku rûniştibûn jin, bûk û keçên Rehîm xwarin çêdikirin. Zînê jî, destpêkê alîkariya wan dikir. Paşê dev ji alîkariyê berda, hate cem zilaman rûnişt. Ji her halê Zînê diyar bû ku ji Rehîm aciz bûye. Zana, hêdîka jê pirsî:
-Ji bo çi te alîkariya wan nekir?
-Du jin, sê bûk û sê keçên wî yên li ber zewacê hene; lê dîsan jî ew xwe di ber karê jinan re dike. Ji ber vê ez aciz bûm. Min dest ji alîkariya wan berda. Zana hêdîka jê re got:
-Te, baş kiriye…Xwarina mala Rahîm çi ye?
-Xwarina ku çêdikin , goçtê kelandî û birinç a. Hem Rehîm xwe tevlî karê wan dike, hem jî bayê dijwar jin, bûk û keçên Rehîm bêzar dike.
Xwarin ango firavîna malbata Rehîm, piştî nîvro saet sê amade bû. Lê, di serî de jin, bûk û keçên Rehîm; ji yên ku li ser sifrê amade bûn tu kes ji wê xwarinê razî nebû. Xwarineke çor û bê tam, goştekî nekelî… Her kesekî li ser sifrê, xwarina Zînê ya ku li malê amade kiribû û bi xwe re anîbû xwarin. Hinekan ji bo ku dilê malbata Rehîm nemîne çend parî ji xwarina wan a nekelî xwarin. Danê êvarê xatir ji hev xwestin. Ber bi bajêr bi rê ketin. Ji ber ku di rê de wesaît pir bûn dereng, lê bê bela gihîştin bajêr… Cihê ku diviya heval ji taksiyê peya bibe, Zana ji heval pirsî:
-Heval em te li ku deynin, tê li ku peya bibe?
-Kekê Zana, ev cihê nêzîkî mala me ya komunê. Ew cihê tê zanîn!
Zana gihişt wî cihê ku heval jê re gotibû.
-Ez ê, li vê derê peya bibim.
Zana, taksî da sekinandin. Heval di nav wesaîtê de yek bi yek destê hemûyan guvaşt. Hinarikên rûyê Sîsê jî maç kir û destê xwe dirêjî deriyê taksiyê kir; Zînê dev li ken ji heval re got:
-Sibe, were cem me. Du jin ka çi tînin serê mirov, di vê mijarê de ez ê nerînên xwe ji te re vebêjim…
-Baş e. Sibe, eger tu karê min dernekeve, ez mêvanê we me…
Carek din bi xatirê we, êvarbaş …
-Êvarba ş…
Bi gotina êvarbaş a Zana re heval deriyê taksiyê vekir, li jêr û jora rêka asfalt nêrî û ji taksiyê peya bû.
Dê berdewam bike…..