NAVENDA NÛÇEYAN –
3- Navenda Qada Civakî
Ji bo afirandina pergala civaka demokratîk-ekolojîk ku alternatîfa pergala civaka çînî û zayendparêz e, di serî de ji zanakirin û rêxistîkirina jin, ciwan, kedkar û hemû beşên civakê, her wisa ji avakirina polîtîka û saziyên ji bo parastina tenduristiya gel û pêşxistina perwerdeya wê pêwîst jî berpirsiyar e. Ji bo pêşvebirina perwerdeya zimanê dayîkê çi xebat pêwîst bin dimeşîne. Ji bo wê yekê jî bi şêweyê komîte û komîsyonên li jêr xwe bi rêxistin dike û peywirên xwe bi cih tîne.
a- Komîteya Civakî: Bi hedefa afirandina civaka demokratîk û kesê azad, di qadên cuda yên jiyanê de plan û
projeyan pêşdixe, pêktîne û ji bo vê yekê jî sazîbûnê ava dike. Ji bo hêza rêxistî ya civaka sivîl derxîne holê, dixebite. Ji bo ku pirsgirêkên civakî yên weke mafê mirovan, werzîş (spor), aşitî, koçberî, xweza, û hawîrdorê çareser bike û di qadên wek hilberîn, piştgiriya civakî û hwd. de rêxistîbûnê çêbike, projeyan çêdike û pêktîne. Piştgiriyê dide rêxistin û saziyên di van qadan de xebatan dikin. Bi riya sazîbûyîna piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re, ji bo lêkolînkirina şehîdan, çêkirina goristanên wan, lênêrîna goristanên wan û rêxistîkirina malbatên wan dixebite. Bi sazîbûyîna Xaziyan re jî ji bo rêxistîkirin û perwerdekirina Xaziyan û ji bo ku bi awayekî çalak beşdarî jiyan û têkoşînê bibin xebatên pêwîst dimeşîne.
b- Komîteya Tenduristiya Gel: Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên tenduristiya gel projeyan çêdike û pêktîne. Bi vê armancê pêşengiyê ji avabûna saziyan re dike, piştgiriyê dide yên heyî jî û di navbera saziyan de ahengsaziyekê çêdike.
c- Komîteya Ziman û Perwerdê: Xebatên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û ji bo ku gel vî zimanî weke zimanê
xwendin û nivîsandinê fêr bibe û bi kar bîne, dimeşîne. Ji bo perwerdeya zarok, ciwan û gel pêşnûmeyan pêş dixe,
sazîbûnan diafirîne û van derbasî jiyanê dike.
d- Komîteya Kedkaran: Ji bo rêxistînkirina karker, gundî, karmend (memur), karsaz (esnaf) û hemû beşên
kedkar û beşdarkirina van a jiyana civakî, dixebite. Ji bo pêşxistina wan beşan a çandî û civakî projeyan çêdike û derbasî jiyanê dike. Ji bo afirandin û pêşxistina konfederasyona kedê xebatan dimeşîne.
e- Kordînasyona Komaleyên Ciwanan: Bi armanca ku pêşengiyê ji hêmû ciwanên Kurdistanê re bike û ji
bo ku di nava konfederalîzma civaka demokratîk a ciwanan de rewşa xwe ya pêşengiyê bi cih bîne, kordînasyon û rêxistina rêxistîbûyînên ciwanan ên hem li welêt û hem jî li derveyî welêt pêk tîne. Ji bo afirandina ciwanên çeleng(dînamîk) û xwedî vînek azad projeyên civakî, siyasî, çandî, çalakî û perwerdeyî pêşdixe û pêk tîne. Li hember bandorên civaka zayendparêz a çînî ku ciwanan diçilvirîne(dejenere kirin), bêkesayet û marjînal dike û hişmendîya kevneşop têkoşînê dide.
f- YJA: Li ser bingehê xeta azadiya jinê têkoşîna azadkirina jinan û civakê dimeşîne, ji bo wê yekê jî çalakî û rêxistinbûnên pêwîst pêşdixe. Komun, meclîsên jinan, komele, însîyatîf, tevger, mal û parkên çandî yên jinan bi şêweyê tevgera aştiyê têne birêxistinkirin û ev yek jî dema jiyana jinan a di qada civakî de li ser bingehê rêgezên azadiyê birêxistin dike, di heman demê de di qada siyasî de jî dikeve nava xebat û rêxistinbûnên girîng. Xebatên jinê yên li parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt dimeşîne û kordîne dike. Bi tevgerên jinan ên ku di her qada jiyanê de azadiya jinê û wekhev beşdarbûna wê ya jiyanê armanc dikin re têkiliyan datînin.
g- Kordînasyona Hemwelatîbûna Azad: Ji bo ku hemû beşên civakê û hemû civakan tevlî pêvajoya avakirina civaka demokratîk-ekolojîk bike, xebatan dide meşandin. Bi armanca ku civakê li ser bingehê hemwelatîbûna azad û wekhev bi rêxistin bike, saziyên wek komun, meclîs û tevgeran ava dike. Bi armanca ku bîr û baweriya hemwelatîbûna azad bide avakirin û di hemû qadên civakê de mekanîzmayên biryarê bide avakirin, xebatên perwerdê, rêxistin û çalakiyan pêş dixe û rê dide ber.
4- Navenda Qada Parastina Gel
Ji parastina maf û azadiyên bingehîn ên gelê Kurdistanê, ji misogerkirin û ewleyiya azadî û jiyana Rêberê KCK’ê, ji parastina destkeftiyên demokratîk ên giştî, li ser bingeh û di çarçoveya xeta parastina rewa de ji pêşxistina rêxistin û bîr û baweriya parastinê ya gel û ji rêxistinkirina hêzên parastina gel berpirsiyar e. Ji bo avakirina polîtîkayên
parastinê pêşengtiyê dike. Di navbera Hêzên Parastina Gel, Konseya Rêveber û Kongra Gel de têkîliyan saz dike.
5- Navenda Qada Aborî
Polîtîkayên maliye û aboriyê yên Konfederalîzma Civaka Demokratîk pêş dixe û pêk tîne. Rêxistinên malî û aborî yên ku pêdiviya civakê pê heye ava dike. Bi armanca jêder (çavkanî), razandin û îstîhdamê projeyan pêşdixe. Hêza gel a cewherî dixe nav tevgerê û ji bo pirsgirêkên aborî çareseriyan dibîne.
6- Komîteya Rêbertiyê
Di serî de ji bo pirsgirêkên weke tendirustî, ewlekarî, azadî û hiqûqî yên Rêberî û danenasîna wî di qada navneteweyî de xebatên dîplomasî pêşdixe. Ji bo vê yekê jî di qadan de ji bo rêxistinkirina Komîte û Komîsyonên Xwedîderketina Rêbertiyê dixebite. Van xebatan hemûyan jî ji bo ku di qada navneteweyî de danenasîn pêşbikeve, pêşdixe, di heman demê de ji wergerandina pirtûkên ku pêwîst dikin, di astên cur be cur de ji pêşxistinê rêxistinên piştgiriyê û ji pêşxistina xebatên weke konferansan jî berpirsyar e. Van xebatan hemûyan jî bi Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ve girêdayî, bi hemû komîte, kordînasyon û komîsyonên pêwendîdar re jî di nava têkiliyê de dimeşîne. Desteya Hilbijartina Bilind Endamên Desteya Hilbijartina Bilind ji aliyê Dîwana Serokatiya Kongra Gelê ve tên diyarkirin û di erêkirina Civata Giştî re derbas dibin. Ji neh kesên ku destûrnameya wan a kar heye, pêk tê. DHB organa herî bilind a hilbijartin û referandumên gel ên ku bi zagonan hatine sazkirin û li gorî rêvebirnameya hilbijartinê ji plankirin, rêxistin û meşandina hilbijartina têkela Civata Giştî ya Kongra Gel berpirsiyar e. Îtirazên di derbarê şaşiyên desteyên hilbijartinê yên li jêr de li vir digihe biryarê. Biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind misoger e.
Dê berdewam bike…..