“Gotineke pêşiyên me heye dibêje; ‘Kurmê darê ne ji darê be dar nariz e’. Bi rastî jî ger kurmê Kurdan ne ji Kurdan bûya niha ji zû ve yekîtiya xwe avakiribûn. Bi sedên salan e gelê Kurd li dijî dijminê herî xedar şer kiriye û berdêlên giran dan e. Lê şoreş û serîhildanên wan hemû ji ber bê tifaqiya navxweyî negihiştiye armanca xwe û nîvco man e. Xewna Ehmedê Xanî, Qazî Mihemed, Seydayê Cîgerxwîn û bi dahan pêşeng û rêveberên Kurdan tifaq û yekîtîbû. Lê mixabin hemû jî bi wê kul û kederê çûn. Îro ji her demê zêdetir Kurd xwedî derfet in ku ji dîroka xwe ders derxin û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Li Cîhan û rojhilata navîn Kurd bi têkoşîn û pargala xwe ya alternatîf bûne hêzeke sereke. Lê ji ber nakokiyên hizbî û malbatî ev deskeftî di tahlûkeyeke mezin de ye. Dijmin û neyarên gelê Kurd ji xwe re sûdê jê werdigrin û mîna caran Kurdan tînin beramberî hev. Seydayê Cîgerxwîn vala negotibû ‘Kurdîno bibin yek eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek’. Ma gelo ne ji ber bê tifaqiya Kurdan Komara Mihabatê hilweşiya. Şêx Seîdê Kal û 46 hevalên wî ji hêla dewleta Tirk ve hatin darvekirin.
Dewleta Tirk û hêzên hegemon ji xwe ji roja roj ve bi gelek awayan, komkujî, koçberkirin, talan, kuştin, asîmîlasyon û qirkirina Kurdan ji xwe re kirine armanc. Lê di van salê dawî de me dît ku dema Kurdan hêza xwe kir yek ti kes û hêzan nikarî bi wan. Dame çeteyên DAIŞ’ê êriş bi ser Şengalê me dît bê çawa hêzên azadiya Kurdistanê pêşî li komkujî û jenosîda Êzdiyan girt û pergala DAIŞ’ê belav kir. Dîsa li Kobanê me heman nûmûne dît. Van hewildanan hêz û moraleke mezin da civaka Kurd. Herwiha dema çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Mexmûrê kir, gerîlayên Hêzên Parastina Gel HPGê pêşî li wan girt û derbên giran li wan dan. Wan ne tenê Mexmûr di heman demê de Hewlêr, Kerkûk û tevahî xaka Başûrê Kurdistanê ji çeteyên hov parast. Wê demê birêz Mesût Barzanî çû wargeha Mexmûrê û spasiya gerîlayan kir. Lê mixabin îro dîsa xaka başûrê Kurdistanê bi dagirkeriyeke mezin re rû bi rû ye. Li şûna ku em li vîr jî heman helwêstê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan bidin hinek daxuyaniyên ku vê dagirkeriyê rewa dikin tên dayin. Bi rastî êdî gelê Kurd helwêstên wiha heq nake. Ji ber gelê Kurd di nava xwe de êdî ne çar parçe bûye yek parçe. Lê mixabin û sed car mixabin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî bi daxuyaniyeke xwe pêşengiya berxwedana mezin a li dijî çeteyên DAIŞê ya ji aliyê gerîlayên HPG û YJA-Starê ve ji bîr kir û got:, divê PKK ji herêma Kurdistanê derkeve.
Nêçîrvan Barzanî, dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan baregehên wê, êrişên wê yên rojane li dijî xelkê Başûr û çiyayên Kurdistanê, rewa nîşan da û PKK weke hêzeke ne rewa raber kir. Bi rastî mirov li hemberî helwêstên wiha gelek zahmetî dikşîne ku şîrove bike. Dewleta Tirk ku bi salane di her fersendê de dixweze Kurdan qir bike çawa dost tê dîtin. Ev dewlet tenê mirinê ji bo Kurdan rewa dibîne çawa dikare li beşeke Kurdistanê ku li her bihostek axa wê xwîna hezaran şehîd hatî rijandin baregehên xwe ava bike. Ma gelo ev dijmin ji kengê ve bûye dost? Ne doh bû qanûna Înfazê derxist û girtiyên siyasî ji derveyî wê bi mirinê re rûbirû hîşt. Ne ew dewlet e ku bi ti awayî li navê Kurd û Kurdistanê tahmûl nake. Her roj jin û zarokên Kurdan dikuje. Jê were bê dûdilî wê koka Kurdan biqelîne. Ji lewma heta niha nabêje Başûrê Kurdistanê. Ev tenê bes e ku em derd û meqseda vê dewleta dagirker fêm bikin. Hêz û şexsiyeta ku bi vî dijminê siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşîne ancax bi helwesta gelê Kurd were rawestandin. Xelkê başurê Kurdistanê ji destê dijminê qirker gelekî êş kişandiye ji ber wê jî êşa encamên hevkariya bi dijmin re pir baş dizane. Yekane hêza ku siyaseta Neçîrvan Barzanî û PDK’ê ya dijminahiya bi Tevgera Azadiyê re bisekinîne helwêsta xelkê Başurê Kurdistanê ye. Yekane hêza ku sînorên dijminê dagirker ava kiriye hilweşîne, yekitiyê ava bike û tahlûkeya heye ji holê rake jî xelkê Başûr e.
Ji bo yekîtî û tifaqa navxweyî ez dixwezim vê nivîsa xwe bi qewlekî civaka Êzîdî biqedînim ku dibêje; ‘Ez çûm dîwana îlahî min li vir dî xweşî û şahî serê her tiştî tifaq û tevahî’.Ji vî qewlî jî diyar dibe ku yekîtî û tifaq çiqas girîng e.”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Aysel Avesta