BEHDÎNAN – Jîna Emînî di 13’ê Îlonê de dema ku serdana malbata xwe li Tehranê paytexta Îranê dike, ji ber hinceta ku porê wê di binî şerbê de xuya dike, ji aliyê polîsên hîcabê ve tê girtin, ji ber ku Jîna parastina xwe dike, polîs heya cihê navenda xwe îşkence lê dikin. Piştre di cihê ku hatî binçavkirin de ji ber lêdana zêde, Jîna krîza mêjî derbas dike, piştî nîv saetê hêzên Îranê wê radikin nexwaşxaneyê û li wê derê jiyana xwe ji dest dide.
Derbarê vê bûyer û têkoşîna Jîna Emînî de Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyek da û got; “Ya ku duh li Merîwanê kujerekî mêr ê dijminê jinan ê bi navê Goran kir, îro li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê yên sîstemê ve hate dubare kirin. Di vê demê de ku dewleta Îranê ya dijminê jinê, îşkenceyê li her qada jiyanê normal dike, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li hemberî jinê bi rêk û pê dike, rewa dike, pêkanînên kujer û antî demokratîk ên zordar zêde bûne.”
Bi temamî daxuyaniya ku ji aliyê Koordînasyona KJK’ê ve hatî dayîn wiha ye;
Bi navê tevgera azadiyê ya jinên Kurd, em bi hêrs û nefreteke mezin qetilkirina Jîna Amînî (Mahsa) şermezar dikin, ku ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi êşkenceyê hate kuştin. Em serhildana jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin ku li hemberî vê hovîtiyê nîşan dan. Bi vê wesîleyê sersaxiyê ji malbata Mahsa Amînî, hezkiriyên wê û gelê Kurdistanê re dixwazin.
Ya ku doh li Merîwanê kujerekî mêr ê dijminê jinan ê bi navê Goran kir, îro li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê yên sîstemê ve hate dubare kirin. Di vê demê de ku dewleta Îranê ya dijminê jinê, îşkenceyê li her qada jiyanê normal dike, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li hemberî jinê bi rêk û pê dike, rewa dike, pêkanînên kujer û antî demokratîk ên zordar zêde bûne. Li Îranê ku binpêkirinên mafên mirovan ên li zindanan zêde bûne, hewl tê dayin ku hêzên muxalîfê sîstemê hemû bêne bêdengkirin, tê xwestin ku têkşoîna azadiyê ya jinê bi zextê bê tunekirin, kuştina jinê, qetilkirina jinan li pêş çavên cîhanê bi êşkenceyê, destavêtin, zewicandina di zarokatiyê de, nîşaneya sîstema zordar û bi serweriya zayendîperest e.
Dewletên faşîst ên dijminê jinê, ku havênê wan zayendîperestî, olperestî, mezhebperestî, neteweperestî û serwerî ye, bi polîtîkayên xwe yên qirkirina jinê bênavber jinan qetil dikin, talan dikin, ji cih û warê wan dikin, bêkar dihêlin.
Li çar aliyên cîhanê jin bi rêk û pêk ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr ve têne qetil kirin. Ev şerê ku nav lê nehatiye lêkirin, li cîhanê serwer e. Li welatê me Kurdistanê jî komkujiyên ku li jinê têne ferzkirin, bênavber dewam dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê, dewletên mêtinger bi polîtîkayên qirkirina jinê ku li jinan ferz dikin, dixwazin ku civakê bê îrade bihêlin û bitepisînin. Li Bakurê Kurdistanê dehfdana jinan li nava tevnên destavêtin, kuştin, fûhûş û narkotîkê mîna kiryareke şerê taybet tê bikaranîn. Zext û girtina ku li hemberî saziyên jinên Kurd têne kirin, qedexekirina siyasetê li jinên nûnerên gel a li qada siyaseta demokratîk, girtina wekîlan bi îdîayên bêbingeh, girankirina êşkenceyê li girtîgehan, bernedana girtiyan, polîtîkayên li ser girtiyên nexweş têne ferzkirin, hemû ji bo tunekirina îradeya jinên berxwedêr e. Her wiha li Rojava êrîşên li ser pêşengên têkoşîna azadiyê, nîşaneya tirsa sîstema serwer a ji sekna jin a azad e. Lewma mîna ku jinên li dijî van êrişên hovane li qadan anîn ziman; berpirsyarê esasî û sûcdarê kuştinên bi vî rengî desthilatdariyên siyasî ne ku hewl dide mejiyê serweriya mêr li nava tevahiya civakê bide bicihkirin.
Ji ber vê yekê bûyerên kuştina jinan ku bi şêweyên cuda têne kirin, bûyerên yekcaran nîne, berevajî; pareçeyek ji komkujiya jinê ya bi rêk û pêk e. Jin bi encama mejî û pêkanînên dij bi jinê û jiyanê ya dewletên bi mejiyê dewletê têne qetilkirin. Zêdebûna kuştina jinan di heman demê de nîşaneya rewşa krîzê ya sîstemê ye.
Divê em li dijî êrîşên bêperwa yên hêzên nêr ên faşîst mêtinger têkoşînê mezin bikin, ku ev hêz hewl didin li Kurdistanê berxwedana me, civakîbûna me, nirxên me, destketiyên me, nasnameya me bitepisînin. Êrîşên niha têne kirin ne tenê li dijî destketiyên jinekê ne, êrîşên dijminane yên li dijî jinan bi xwe ye.
Kuştina jinê bi rêk û pêk bûye. Yekane rêya pêşîgirtina li van komkujiyan, pêşvebirina xweparastina jinê ye. Em jin; divê ji vê hêza hovane hesab bipirsin ku bi mejî, polîtîka û kiryarên xwe berpirsyarê esasî yê van komkujiyan e.
Bi qasî ku mirov karibe li kêleka hev bisekine, hewcedarî bi bilindkirina têkoşînê û bilindkirina parastina cewherî heye. Kiryarên hovane yên rejîmên faşîst ên mêtînger, di hemû aliyên jiyanê de serî tewandin, li ser me jinan ferz dike. Dixwazin me bikşînin pozîsyoneke ku li gorî pergala zilamê serdest, ya mêrane tevgerin. Vê yekê bi danîna zemîna aborî, siyasî, îdeolojîk, civakî û çandî dikin. Ji her demê zêdetir divê em li dijî vê pergala hov a ku pêşî li tinekirina vîn, gotin, çalakî û rêxistin jinan derdikeve, têbikoşin. Em bang li hemû gelên xwe, di serî de jinên Rojhilatê Kurdistanê û jinên Belûç, Fars û Azerî dikin ku li her qadê xwe bi rêxistin bikin û li hemberî van polîtîkayên mêtîngeriyê têkoşîna xwe ya cewherî bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî van êrîşan bibin yek û berxwedanê mezin bikin. Îro li hemberî vê hovîtiyê bêdeng mayîn tê wateya ji komkujiyên sibê re jî rê vekirine. Em diyar dikin ku bi mezinkirina berxwedana li dijî dagirkerî, mêtîngerî û polîtîkayên desthilatdariya mêr ên li çar parçeyên Kurdistanê, dê jiyana jinan bi qîmet bike, jin bi rêxistinbûnê bi hêz bike û bi vê yekê re em dikarin êrîşên bêperwa yên faşîzm û zayendperestiyê rawestînin.
Em qetilkirina şervana jin a Ermenî ANUSH ABETYAN a ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve bi hêrsek hovane şermezar dikin. Em diyar dikin ku ev komkujiya ku encama zihniyeteke bi heman rengî ye, wê bibe wesîleya avakirina xeta hevpar a têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan. Li ser vê bingehê em careke din hemû jinên ku di encama zor, êşkence û zextên dewletên mêtînger de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em ê ji sîstem û vê cîhana hov a serdest a mêr û pergalê hesap bipirsin.”