MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbicê, li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker-faşîst, di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” amadekariyên xwe di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de dikin.
Ciwanên ku ji ajansa me re axivîne diyar kirin ku ewê tu carekî din rê nedin dagirkeran ku welatê wan dagirker bike û gotin; “m tu carî nahêlin ku careke din li ser xwîn û rihê me xwe bidin jiyan kirin, ji bo ku wisa nebe, em ji zarokên herî biçûk heya mirovê herî temen mezin amade ne, ku canê xwe feda bikin.”
‘EM TU CARÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ RAWA NABÎNIN’
“Navê min Pêşeng welat ji bajarê Minbicê me, di Tevgera Ciwanên Şoreşger de cihê xwe digirim. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger rola me rêxistinkirina ciwanan û gelê me ye. Em li vê derê de ne da ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk ya faşîst bigirin. Dewleta Tirk a hov dixwaze bajar û tevahî welatê me dagir bike, em jî li hember van êrîşan parastina xwe dikin. Em tu carî van êrîşan rawa nabînin û em serê xwe ji wan re natewînin. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ger ji me were xwastin em derbasî mewziyên şer bibin û şer bikin, emê ji bo gelê xwe û welatê xwe ve biçin. Di dawiyê de banga min ji bo tevahî ciwanan heye ku xwe perwerde û bi rêxistin bikin, da ku karbin bi awayekî xurt bersiva êrîşên dagirkeriyê bidin.”
‘CIWAN LI HER DERÊ BI ROLA XWE YA PÊŞENG RADIBIN’
“Navê min Nasir Hesen, ez hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbic û gundewarên wê me. Li giştî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên ku di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de tê meşandin, pêşengitya wan ciwanan dikin. Bi taybet li bajarê Minbicê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi roleke pêşeng radibin. Em gelê xwe bi rêxistin dikin da ku li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst bisekinin. Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê êrîşên xwe bê navber dewam dike, bi awayekî taybet êrîşên xwe li ser Minbicê bi rêxistin dike. Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger li hember van êrîşan bi gelê xwe Şerê Gelê Şoreşgerî çiye û çawa dikare bi serbixîne didin nasandin. Em gelê xwe hem di aliyê civakî, hem çandî û hem jî leşkerî de bi rêxistin û perwerde dikin. Heman demê de em ji gelê xwe xaniyên binerd û tunelan çêdikin. Li bajarê Minbicê û tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hemleya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger amadekariyên xwe yên ji bo şerê li dijî dagirkeriyê dikin. Di dawiyê de ez serkeftinê ji hemû hevalan û şervanên ku li dijî dagirkeran şer dikin re serkeftinê dixwazim.”
‘EM ALÎKARÎ JI KESÎ NAXWAZIN, HÊZA ME TÊRA XWE HEYE’
“Navê min Fehîn e, ez ji bajarê Minbicê me, cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de digirim. Em weke gel û ciwan pirsgirêka me ya di aliyê xwe parastin û şer kirinê de nîne. Dewleta Tirk a faşîst êrîşî Eyn Îsa kir û ew der dagir kir, lê wê nikaribe careke din ji nû ve herêmên em dagir bike, emê jî weke gerîlayên serê çiya derbên giran li wan bidin. Emê bi her awayî parastina xwe bikin û êrîşên wan vala derbixînin. Em destek jî ji kesî naxwazin ku parastina me bike, hêza me heye û em têra xwe ne.”
‘EM JI 7 SALÎ HEYA 70’Ê SALÎ BI TEMAMÎ AMADE NE’
“Navê min Mûtî’a Mihemed, ez ji bajarê Minbicê me, di Tevgera Ciwanên Şoreşger de cihê xwe digirim. Dewleta Tirk a hov dixwaze bi êrîşkirina ser ax û welatê me, tevahî civaka me dagir bike û desthilatdariya xwe ser me de ferz bike. Dîsa dixwaze bi van êrîşan dewleta Osmanî vegerîne. Lê em weke gelê Minbicê û Tevgera Ciwanên Şoreşgerê em tu carî rê nadin, ku Tirkek tenê jî were welatê me dagir bike, em êdî tu carî qebûl nakin weke di dîrokê de dîsa Tirk me bi rêve bibin. Em tu carî nahêlin ku careke din li ser xwîn û rihê me xwe bidin jiyan kirin, ji bo ku wisa nebe, em ji zarokên herî biçûk heya mirovê herî temen mezin amade ne, ku canê xwe feda bikin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku karibe xwe li ser welatê me bide jiyan kirin, çeteyên weke DAIŞ, El-Nusra û hwd bi pêşxist, bi riya wan li ser axa welatê me her tiştê qirêj kirin. Lê li ruxmî vê jî dîsa nikarîbûn me tune bikin. Di dawiyê de dîsa dibêjim, emê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger rê nedin ku careke din hêzên dagirker xwe li ser keda me bidin jiyan kirin, emê heya dawiyê parastina gelê xwe bikin.”
‘KESAYETÊN KU MANAWIYETÊN CIVAKÊ NE, DIBIN HEDEFA ÊRÎŞAN’
“Navê min Hisên Begarî, ez cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbic û gundewarên wê de digirim. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk a qirker li ser herêmên me yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, xwe di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin û perwerde dikin. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger gelê xwe di xeta parastina rawa de perwerde dikin, li ser felsefeya azad ya Rêber Apo, em gelê xwe bi pêşdixînin. Di êrîşên dagirkeriyê de hertim însanên pêşeng û fermandar dibin hedef, ji ber ku ew kesayet manewiyatê civakê ne. Ji ber vê jî divê em weke ciwan bersivên me yên li dijî dagirkeriyê xurt be.”
NC// Hozan Can