NAVENDA NÛÇEYAN – Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (Mehsa) dema ku li paytexta Îranê Tehranê, diçû serdana malbata xwe bi hinceta ku porê wê xuya dike, ji aliyê polîsên hîcabî de hate girtin û îşkence kirin. i ber derbên li serê wê hatine xistin, Emînî kete komayê û 3 roj piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Emînî, li gelek bajarên Îranê jin daketin kolanan û li dijî vê komkujiyê porê xwe birîn.
Hêzên muxalif ên Îranê jî bi siloganên ‘polîsên dijî bê hîcabiyê bên rakirin’ kampanya dan destpêkirin; lê jinên Îranî piştgirî nedan vê kampanyayê. Jinan, destnîşan kirin ku bi vê kampanyayê tê daxwaz kirin ku hêrsa gel a li dijî rejîmê kêm bibe û bang li hemû jinan kirin ku beşdarî çalakiya “Heke por nebe, guneh jî nîne” bibin. Jinan pora xwe jê kirin. Gelek jinên Îranî yên navdar jî derketin pêşberî kamerayan, laçikên xwe derxistin û meydan ji hikûmeta Îranê re xwendin.