NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Di van rojan de dibêjin; “ Yekîtiya siyasî.” Xatûna Tansû dîsa ji devê xwe revand. Dibêje; “Despêkê yekîtiya siyasî, paşê hilbijartin.” Ev tê vê wateyê: DYP radestî MHP’ê kirin yan jî ji bo DYP’ê MHP serwerkirin. Di dema borî de ev ji bo ANAP’ê kirin. Jixwe îro partiya di nav desthilatiyê de giraniya xwe heyî MHP ye. Li gorî pêdiviyên şerê taybet bi DYP’ê re hevgirtina vê partiyê yan jî bi partiyek din re hevgirtin ne îhtîmalek dûre. Partiya dewletê yan jî partiya hikumeta şerê taybet. Turkêş ev kar çil sala veşartî kir, wê vê carê vekirî bike. Jixwe kadroyên wê vê dikin, tenê wê fermiyetê bidest bixin. Karên qirêş ango ne rewa, sepandinê der hiqûqa xwe jî êdî wê vekirî bikin. Buyerê kujerê
wan ne diyar pêk tînin, êdî wê bê sînor qetlan bikin. Ferqa wan wê hinekî bi vî rengî be. Dibe ku yekîtiyek siyasî ya wisa pêş bikeve. Dibe ku ev di bin sêwana DYP’ê de jî pêk were.
Ango tifaqa hilbijartinê jî bibe, tifaqa navbera partiyan jî bibe. Teşe ewqasî ne girînge. Şerê taybet, rûpoşê hineka zer dike, yê hineka dike beran, yê hineka dike demokratên civakî, heta hineka jî dike çepgir…Yên ku van teva dimeşînin qûrmayên şerin. Li Tirkiyê asta ku partiyên siyasî gihîştinê ev e. Niha li gel van dibêjin; “Di çep de jî yekîtî.” Kîja çep? Ev çepgirî şerê xedar ê taybet ji partiyên bi rûpoşê DYP’ê ne zêdetir dimeşîne. SHP ji çawaniya çepgiriyê zêdetir, rista bûyîna yek ji sipartekên herî saxlem ê şerê taybet yan jî faşîzmê dibîne. Deşîfre bû, jixwe asta deng girtinê daket binya ji sedî dehan, bingehê xwe yê girseyî bitemamî ji dest da. Lê belê divê ev vekirî bê dîtin: Demokratên civakî yên di naverastê de ne wê ti carî dev ji parlementerî û wezîriyê bernedin, ji ber ku wê birçî bimînin, di valatiyê de bimînin. Ev kadroyên faşîst ên demokratê civakî ne. Dîsa Ecewît xwe; “Nasyonalê sosyalîst” radigihîne. MHP jî dibêje; “Ecewît em li çepê hiştin.” Raste, ango kadroyên faşîzmê yên çepê ji kadroyên li rastê dimînin kêm ne xetertirin.
Divê ku mirov bi çavek cuda li vê binêre. Vaye ji bo Turkêş mirov dikare cudabûnek wisa bike; “Hinekî zêdetir bi Tirkbûna cîhanê difikire.” Di vê wateyê de li şûna Tirkbûna Anadolê bi Tirkbûna cîhanê fikirîn dibe ku xeteriya xwe kêmtir be. Em tev dizanin M. Kemal, Evren û Demîrel wek koçber hatine Anadolê. Xisletek komarê yan jî netewperestiya faşîst a wisa heye. Ev netewperest ango faşîstên koçber ên Anadol desteser kirine. Ji Rusya hatine avêtin, ji Balkanan hatine avêtin, lê niha di xalên herî sereke de hatine bicîhkirin. Kozakçioxlû û Ewren koçberê Yûgoslavin. Demîrel jî wisa ye. Înonu jî koçbere. Înonu koçberekî nîv Kurd, nîv jî Balkaniye. M. Kemal bi xwe ji Selanîkê ye. Ango çiqas kadroyê wan hene hemû wisa ne. Turkêş jî bi Tûranê difikire; Kenan Ewren û Ecewît jî wisa. Dixwazin çanda kemalîst bidomînin. Hemû jî dewletparêz û faşîstin. Vaye ji ber vê sedemê bi Tirkbûna cîhanê fikirîn dibe ku baştir be. Herî kêm şansê pêkhatinê nîne. Ya din bi Mîsakî Mîlî fikirîne, bi girtina bin ewlehiya wê fikirîn rastire. Ji aliyê me û ji aliyê gel ve di vê wateyê de xeteriya herî mezin faşîstên kemalîstin. Niha yê demogojiya demokratên civakî bikar tînin çi Ecewît çi jî bila yê din bin- gelo çiqas dikarin çepgir bin? ev kadroyên faşîst ê girêdayî dewletê ne. Dibe ku di nav van de demokratên civakî yên durist hebin, lê Înonu zilamê dewletê ye.
Hema bêje Înonu kadroyekî faşîst ê MHP’ê ye. Niha wezîrtiya Mumtaz Soysal herî zêde ji aliyê faşîstan û kesên herî zêde rastgirin ve piştevanî lê tê kirin. Bi vî rengî di roja me de dixwaze bila rûpoşa rastgir, dixwaze bila ya çepgir be, hemû jî heta dawî bi xeleka fermana şerê taybet ve hatine girêdan. Bi qasî di ti demê de nehatiye dîtin, girêdayî ferman û fermandariyê ne û hemû jî partiyên şerê taybetin. Ya din jî bûyera partiya Refahê heye. Hewl didin vê mijarê her tim di rojevê de bigirin. Wek min got li beramberî têkoşîna me di encamê tengavbûna Kemalîzmê de bêkarên li metrepola kom bûne, dîsa komê gundiyên li van dera zêde bûne di nav lêgerînê bîrdoziyê nû de ne. Bi rastî jî êdî Kemalîzm ji bo roja me ya îro teng tê. DYP-SHP, heta MHP’ê jî ceriband, lê di encam de bêbandor man. Tenê ya ne ceriband Refah bû. Pergala nû wê wek alternatîfekê amade dike. Hinekî bîrdoziyê, hinekî jî durişmên çep bikar tîne. Bernameyek bibe alternatîf tîne ziman. Şêwazê xebatek dişibe xebata şoreşgeran dimeşîne. Bi dijwarî xwe rêxistin dike, dîsîplînek xwe ya diyar heye. Xwestin valatiya li Kurdistanê hinekî bi wê dagirin. Valatiya li metrepola, dîsa beşên Îslamparêz, wê bi Refahê bigirin bin venerînê. Wê rista demokratên civakî Refah bigire ser milê xwe. Bi vî rengî qaşo wê dewlet xwe bigire bin ewlehiyê.