NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
Qet li paş xwe venegeriya û li Zana wan nenêrî. Ber bi mala komunê ya yek kesî ve meşiya. Gihîşt mala komunê. Derbasî hundirê xanî bû. Ji bo ku li seyranê û di çûn û hatina seyranê de gelek westiya bû, hema çû serrûyê xwe şûşt û hat yekser xwe li ser nivînan dirêj kir. Heya ber destê sibê têr nivist. Wexta tavê da pencera odeya ku lê nivistibû ji ber xwe ve hişyar bû. Heya ku ji malê derket û gihîşt mala Zana û Zînê her li ser rewşa Rehîm hizirî.
Heval, her li ser rewşa Rehîm ê ku di dest du jinan de pir perîşan bûye, hizirî…
Heval nezewicî bû. Jixwe heval nazewicin. Hevalên ku berî tevlî refên şoreşê bibin zewicîne jî, heya şoreş pêk were xwe didan karê şoreşê… Heval hemû jî, wekî di gotina pêşiyan de hatiye gotin, bi şoreşa azadî û wekheviyê re zewicîbûn. Ango bi jiyana azad û wekhev re zewicîbûn, bi mirinê re dergîstî bûn. Heval, ji mala komunê heya mala Zana û Zînê, li ser rewşa kesên ku pir jin anîne hizîrî, li ser hûr û kûr bû. Heta ewqasî li ser vê mijarê hûr û kûr bibû ku wexta diçe mala Zana li taksiyekê yekî Azerî siwar bûye. Şofêrê taksiyê li halê heval dinêre ku gelek dihizire û bi
fikar e, bi zimanê Azerî ji heval re dibêje:
-Sanirim hesablari qatiqsan (ez bawerim te hesap tevlihev kirine).
Heval jî xwe ji bîr kiriye, bi zimanê Tirkî bersivê dide şofêr:
-Yok kardeş oyle bir şey. Ben sadece çehrîn guzellîklerîne baktigim îşîn oylesîne dalmişim.
-Sen Îstanbul Turkçesî konuşursan, sen Turkiyelîsen?
-Dogrudur kardaş.
-Xoş gelmîşsen, başimla gozum ustune gelmîşsen…
-Saxol kardaş.
Heval gihîşt ber deriyê mala Zana. Dêrî nîv vekirî bû. Heval bisteh derbasî jor bû. Tenê Sîsê li mal bû. Heval, her du hinarikên rûyê Sîsê maç kir. Beriya ku heval ji Sîsê bipirsê û bêje dê û bavê te li ku ne, Sîsê got:
-Dê û bavê min çûn nava bajêr. Ji nişka ve mirovekî me nexweş ketiye. Lewma dê û bavê min çûn nexweşxanê. Jixwe tu dizani, xwişk û birayên min ji çûne dibistanê. Sîsê, heya ku dê û bavê wê ji nexweşxanê zivirîn, li kêleka heval rûnişt û dest bi pirsan kir… Pirsên wisa ji heval dikir ku heval matmayî dibû. Pirsa wê ya yekemîn di derheqê xwezaya Kurdistanê de bû:
-Heval; cihê ku gerîla, ango heval lê dimînin cihên çawa ne? Asê ne? Dar û berê xwe hene? Ava xwe (pir e) zor e? Ava xwe tezî ango pir sar e?
-Belê, ew tiştên ku dibêjî hemû li Kurdistanê hene. Kurdistan wek teswîr-çanasekirina te ye. Bi kinahî Kurdistan wek bihuştê ye…
-Heval ma te bihuşt dîtiye?
Wexta ku Sisê ji heval pirsî, “Ma qey te bihuşt dîtiye?” heval matmayî bû… Nekarî bersiva Sîsê bide. Ji ber wê jî heval pir li ber xwe ket. Wexta Sîsê rewşa heval dît ku wê nikaribe bersivê bide, ji heval re got:
-Ez dizanim; xwezaya ku gerîla tê de dimîne wek xwezaya gundê me ye. Wek xwezaya gundê me bi xêr û bêr, bi dar û ber, bi av e. Pir çem, robar, kanî tê de hene. Pirsên Sîsê li dû hev dihatin. Yek ji pirsên Sîsê ya herî balkêş jî
di derheqê şehîd Bêrîtan de bû:
-Heval, me doh şev li fîlmê şehîd Bêrîtan temaşe kir. Ji bo çi şehîd Bêrîtan, xwe ji wan zinarên bilind ên ku mirov newêre li xwarê binêre davêje?
-Wexta şehîd Bêrîtan xwe ji wan zinarên gelek asê û bilind avêt, partiyên Başûrê Kurdistanê PDK’ê û YNK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re îtifaq kiribûn û li dijî me şer dikirin. Şehîd Berîtan jî ji bo ku dîl-êsîr nekeve dest wan, xwe ji zinaran davêje. Ew berxwedana şehîd Bêrîtan a li dijî paşverûtiya Kurdên ku her tim bi dijminê Kurdan re îtifaqê dikin, berxwedanek dîrokî ye.
-Dê û bavê min jî ji min re vegotibûn ku eger PDK an jî tevgera Barzanî nebûya, tevgera Qasimlo li dijî Îranê wê bi serketibûna. Dê û bavê min dibêjin; ji sedemên têkçûna tevgera Qasimlo, yek jî PDK ango îtifaqa Barzaniyan a bi Îranê re ye…
-Heval, şehîd Bêrîtan kîjan salê û li ku derê şehîd ket?
-Li Xakûrkê, sala 1992’an…
-Heval, eger ez mezin bûm, ez jî dixwazim wek şehîd Bêrîtan bibim gerîla. Bi xelasbûna axaftina Sîsê re deriyê hewşê lê da.
Sîsê, ji heval re got:
-Biborîne, divê ez li deriyê hewşê binêrim, ka kî ye li derî dide…
-Xem nake… Biçe, dibe ku dê û bavê te bin. Dibe ku hinek biyanî bin jî… Eger ku biyanî bin, ji wan re bêje, “Kes li malê nîne”. Bila derbasî jor nebin.
-Baş e heval…
Sîsê çû deriyê hewşê veke. Heval jî rabû çû ber pencerê. Li paş perdê li deriyê hewşê nerî. Sîsê ji yên ku li paş deriyê hewşê ne pirsî:
-Hûn kî ne, çi kes in?” Derî vekir. Dê û bavê wê û zilamêk jî bi wan re ketin hewşê. Her sêyan jî Sîsê hembêz kirin. Rûyê wê yê sorspî maç kirin û derbasî jor bûn. Yek bi yek bixêrhatina heval kirin. Heval jî bixêrhatina wan kir. Heval berê xwe da Zana:
-Bila derbasbûyî be. Xizmê we yê nexweş çi lê hat? fane ( înşellah) nexweşiya xwe ne giran e?
-Ev, pismamê me ye. Tavê li serî da ye.
-Careke din derbasbûyî be. Îsal tava rojê gelekî dijwar e. Gelek mirov îsal ji ber germa tavê yan nexweş ketin, yan jiyana xwe ji dest dan. Mirovên wek min û te keçel û emrê wan êdî mezin e, pêwîst e xwe baş biparêzin…
-Gotina te ye heval. Rast e. Pêwîst e, em êdî ji xwarin, vexwarin, ji serma û germayê xwe biparêzin…
-Tu vê carê erzan filitî ye; dibe ku carek din bextê te wisa baş lê nede…
Dê berdewam bike….