NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Senar Zagros li bajarê Stenbolê navçeya Tûzlaya febriqeyekê plastîkê şewitandin.
Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku çalakî 8’ê mehê li hemberî bikaranina çekên kîmyewî ji aliyê devleta Tirk a qirker ku li hemberî Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi kar tîne hatiye lidar xistin.
Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kirin ku her wiha ev çalakî li dijî tecrîda mutleq û sîstema îşkenceya li ser Rêber Apo û ji bo pêşxistina berxwedana gerîlayan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên çekên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêkhatiye.
Yekîneyên Tolhildanê destnîşan kir ku divê ciwanên Kurdistanê bi taybet li Bakurê Kurdistanê li ser vê bingehê bi erk û berpirsyariyên xwe tevbigerin û li ser vê bingehê berxwedanê mezin bikin.