NAVENDA NÛÇEYAN – Însîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di roja 17’ê Îlonê navçeya Burhaniye ya Balikesîrê febrîqeyekî kîmya ya di bin çavdêriya dewleta Tirk de ji du milan dane ber agir.
Însîyatîfê diyar kir ku demeke dirêje li ser fabrîqeyê çavdêriyê dikin û diyar kir ku di encama çalakiya koordîneyî de fabrîqe bi temamî hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ev çalakî ji bo tolhildana êrîşên kîmyewî ya dewleta Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê ya li Zap, Metîna û Avaşînê hatiye lidarxistin.
Însîyatîfê şewitandina fabrîqeyê mîna “çalakiya tolhildanê” diyar kir û destnîşan kir ku ew ê jin û ciwanên Kurd her tim hesabên êrîşên kîmyewî li metropolan bipirsin.